'Em ji bo Sûrê bi hev re li ber xwe bidin'

Hêzên dewleta Tirk bi rengekî bê navber xaniyên li taxa Alîpaşa ya Sûrê hildiweşînin. Ji şêniyên taxê Hatûn Tulay nerazîbûn nîşanî vê da û got, "Bi vê dorpêçiyê re dixwazin pêşî li desteka ji bo Sûrê bigirin. Em ê destûrê nedin vê."

Li taxên Lalebey û Alîpaşa yên navçeya Sûr a Amedê, hêzên dewleta Tirk bê navber xaniyên welatiyan hildiweşînin. Berxwedana jinan a li dijî hilweşandina van xaniyên dîrokî, mezin dibe. Hatûn Tulay a li taxa Alîpaşayê dijî nerazîbûn nîşanî vê hilweşandinê da û destnîşan kir, ku çi dibe bila bibe ew ê ji Sûrê dernekevin û nehêlin ku avahiyên TOKÎ li ser bîranînên wan bên çêkirin.

Hatûn Tulay anî ziman, ku 30 sal in ew li Sûrê dijî û got, "Temamiya emrê min li vir derbas bû. Xaniyê min ji sê qatan pêk tê û min ev xanî bi destê xwe lê kir. Bi xeyal û hewldanên mezin min ev xanî lê kir û gelek bîranînên min lê hene. Min ev xanî, ne ji bo xerakirinê çêkir. Dixwazin 50 mîlyarî bidin me û me ji xaniyê me derxînin. Pere têra nirxê vî xanî, vê taxê nake. Ez pereyê wan anxwazim. Ez tenê dixwazim li mala xwe, li ser erdê xwe bijîm."

'WÊ XANIYÊN ME XERA BIKIN Û JI XWE RE VÎLA, QESRÊ ÇÊ BIKIN'

Hatûn Tulay anî ziman, ku polîsan ji wan re gotine, 'wê li vê derê vîla bên çêkirin, em ê we ji vir derxînin, me ev der girtiye' û wiha dewam kir: "Wê hewl bidin me ji vir derxînin û mirovên dewlemend bi cih bikin. Wê ji bo dewlemendan vîla û qesran çêbikin. Sûr ji xwe wê wan qebûl neke. Hesabê her xaniyê xera kirine û jiyana tine kirine, wê ji wan bê pirsîn. Bila kes li ser xaniyên me, li ser bîranînên me projeyan çênekin."

'EM XWEDÎ LI BÎRANÎNÊN BERXWEDANA DÎROKÎ DERKEVIN'

Hatûn Tulan destnîşan kir, ku piştî wê berxwedana dîrokî ya Sûrê û ewqas bîranînan, divê gelê Amed bi hev re tevbigere û diyar kir, ji bo berxwedan belasebep nebe, divê xwedî li Sûrê bê derketin. Tulay got, "Sûr ne tenê dîrokî ye, Sûr dîrok bi xwe ye ku bi bîranînên berxwedanê dagirtî ye. Dixwazin vê dîrokê bi me bidin jibîrkirin, hilweşînin û pêşkêşî TOKÎ bikin. Em li bîranînên dîrokî yên emanetî me kirine, xwedî derkevin. Bi rêya vê dorpêçiyê dixwazin pêşî li desteka ji bo Sûrê bigirin. Ew çiqasî dorpêçiyê bişidînin jî em ê ji vir dernekevin. Em ji bo Sûrê bi hev re li ber xwe bidin. Ne bûyereke ku tenê bi me biqede. Em bibin yek û berxwedanê mezin bikin."