'Em ê her derê li dijmin bikin Heftanîn'

Gerîlaya YJA Starê Rojevîn Roj diyar kir ku êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk di kîjan astê de dibe bila bibe wê çeperên xwe neterikînin û got, "Em ê dest ji Heftanînê bernedin. Em ê vê cengê mezin bikin."

Gerîlaya YJA Starê Rojevîn Roj diyar kir ku wê li dijî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk li her cihî li ber xwe bidin û heta dawiyê wê gelê Başûrê Kurdistanê biparêzin.

Gerîla Roj got, "Operasyonê sala 2019'an dest pê kir û dijmin xwest berfireh bike. Lê belê ji ber berxwedana gerîla nekarî vê yekê bike. Dibe ku di saziyên xwe yên çapemeniyê de bi rengekî cuda nîşan dide, lê belê rastî berevajî îdîayê wan e."

Rojevîn Roj got, "Em li vir in û çi dibe bila bibe em ê çeperên xwe neterikînin" û wiha dewam kir:

" Ji bo bîranîn û tolhildana hevrêyên xwe jî be em ê ti carî dest ji çiyayên xwe, dest ji Heftanînê bernedin, em ê vê cengê mezin bikin.

Bi êrişên dijmin moralê me têk naçe, ji ber ku çavkaniya moralê me gelekî xurt e. Em ji Rêbertî, ji hevalên xwe, ji gelê xwe moralê werdigirin. Tevlîbûna gelê me li nava têkoşînê, beşdariya xurt a hevalên me li cengê, moralê me bêhtir bilind dike. Dijmin bi êrişên xwe yên hewayî, bejahî û çapemeniya xwe nikare bi me, nikare moralê me têk bibe. Tiştên welê biçûk nikarin bandorê li me bikin. Em bi felsefe û îdeolojiya Rêbertî afirîne. Gerîlayên nûjen di asta teknîkê de jî profesyonel bûne. Bi perwerde û kûrbûna xwe, ji xwe me xwe ji êrişeke mezintir re amade dikir. Êrişên dijmin ên bi obus, hawan, balafirên şer û balafirên keşfê bi taktîkên gerîlayên nûjen hatin pûçkirin. Ev rastî di çalakiyên bi bandor ên gerîla de jî tê dîtin. Dijmin tevî ku windahiyên giran dide, eşkere nake. Heta ku em nedin çapemeniyê ew windahiyên xwe vedişêrin. Lê belê gelê me rastiyê dibîne.

Cenga Heftanînê moralê me zêde kir. Jİ ber ku hêz û potansiyela ku derkete holê hem moralê me hem jî berpirsyariyên me zêde kir. Çi dibe bila bibe em dest ji Heftanînê bernadin, em ê vê cengê mezin bikin, li ser bingeha tolhildana hevalên xwe em ê xwe xurtir bikin. Em ê heta dawiyê xelkê xwe yê Başûrê Kurdistanê jî biparêzin. Em hêzên parastina gel in. Li kîjan parçeyî dagirkerî hebe em ê li wir li ber rabin. Em ê li ber êrişên li dijî gel û xaka xwe rabin. Bi navê gerîlayên HPG û YJA Starê, gerîlayên PKK'ê em ê li her cihî li dijî dagirkerî û zilmê têbikoşin. Divê êdî her kes van êrişên dewleta Tirk ên li dijî gelê me bibîne. Hin derdor dibe ku ji nedîtî ve tên. Ev ji bo me ne pirsgirêk e. Em ê heta dawiyê têbikoşin û rastiyê bi wan mirovan jî bidin fêhmkirin. Têkoşîna me ya azadiyê ne tenê ji bo derdorekê ye, têkoşîna gel bi xwe ye. Cenga Heftanînê gihîşt wê astê ku hişyarbûnek afirand. Ev der Heftanîn e, lê belê li ku dagirkerî hebe em ê wê derê li dijmin bikin Heftanîn. Dijmin êrişî kîjan herêma me bike em ê bersiveke xurtir bidin. Em ê her derê bikin Heftanîn. Tevlîbûna me li ser vê bingehê ye."