'Em ê dev ji çalakiya xwe bernedin'

Xizmên girtiyan ên Nobeta Edeleyê didomînin gotin, “Heta ku daxwazên me bêne bicihanîn çalakiyên me wê bidomin. Li girtiyan êşkence û dijminatî tê kirin."

Çalakiya Nobeta Edeletê ya xizmên girtiyên nexweş û înfazên wan hatî şewitandin di roja 226’an de  li ber Saziya Tiba Edlî  (STK) ya Amedê berdewam kir.

Komeleya Yekîtî û Çandî ya Piştevanî û Alîkariya Kesên li Dergûşa Şaristaniyê Xizmên Xwe Winda kirine (MEBYA-DER), Fedaresyona Komeleyên Piştevanî û Hiqûqê ya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran a Med (MED TUHAD-FED), Komeleya Alîkariyê bi Malbatên Girtiyan re  (TUAY-DER) û Rêveberên Komeleya  78’an a Amedê tevlî çalakiyê bûn.

Ji xizmên girtiyan Herdem Merwanî got, “Rewşa girtiyên nexweş her ku diçe xirabtir dibe. Tevî ku rewşa wan ne başe rapora ‘dikare li girtîgehê bimîne’ tê dayîn. Divê Saziya Tipa Edlî (ATK) dengê me û girtiyan bibihîze.”

Merwanî bi berdewamî got: “Gelek sazî û dezgehên li Tirkiyeyê dixwazin ku ATK’ê realîst be. Bila ATK’ê bi rengekî îdolijîk nêzî me nebe. Êdî dev jî vê neyartiyê berdin. Îro em cardin li vir bang li ATK’ê dikin, vê dijminatiya xwe ya polîtîk berdin, realîst bin.”

'EM Ê DEV JI ÇALAKIYA XWE BERNEDIN'

Dayîka girtiyê nexweş Ciwan Bolat Nazîme Boltan jî wiha got: “Wîjdana dewleta Tirk tune ye. Ger wijdana wan hebûya, wê ji vê rewşa me û zarokên me re çareseriyek dîtiban. Heta ku daxwazên me bên bicîh anîn çalakiyên me wê bidomin. Nezî 5 sale kurê xwe nabînim. Ger ev zarokên xwe 5 sal nebînin wê çibikin. Êşkence li me û zarokên me dikin. Em doza zimanê xwe û nasname xwe dikin. Em ê tucar ji Kurdbûna xwe poşman nebin. Ez bi Kurdbûna xwe ser bilindim. Li Tirkiyeyê edelet tuneye. Ger edelet hebûya wê dayîk li ser her kolanê ji bo edeletê ne qîriyan.”