'Em ê bi giyanê Perweran di sala 40. a PKK'ê de bi ser bikevin'

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan, endamê Konseya Leşkerî ya HPG'ê Perwer Rohat bi bîr anî ku 12'ê Kanûna 2017'an şehîd bûbû. Kalkan got, wê di sala 40'î ya PKK'ê de bi ruhê Perweran têkoşînê geştir bikin.

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan li ser şehadeta Endamê Konseya Leşkerî yê HPG’ê Perwer Rohat (Sadik Ozalp) ji ajansa me re axivî.

'EM SOZA BICIHANÎNA ARMANCÊN HEVRÊ PERWER DIDIN'

Kalkan da diyarkirin ku ji bo tevgera wan şehadeta fermandarê HPG’ê Perwer Rohat êşek û xemgîniyeke mezin e û wiha pêde çû; “Em bi xemgînî pê hesiyan ku zarokê gelê Botanê yê Egîd, fermandarê HPG’ê yê mezin, milîtanê partiya me yê bi nirx rêheval Perwer şehîd bûye. Em li ser navê partiyê êşa malbata wî, gel û hevrêyan parve dikin û soz didin ku bi pêşxistina têkoşînê re, em ê bîranîna wî bidin jiyîn. Em milîtanê azadiyê yê mezin, rêhevalê me yê ku keda wî ya bi nirx li ser me hemûyan heye, bi rêzdarî û minet bi bîr tînin. Em careke din soza xwe ya bicihanîna armanca wî dubare dikin.”

'TU CARÎ JI TÊKOŞÎNÊ PAŞ VE NEMA'

Dûran Kalkan bi vî rengî bal kişand ser tevlêbûna fermandar Perwer û wiha behsa jiyana wî ya têkoşînê kir; “Hevalê Perwer, di destpêka salê 1990’î di temenekî pir biçûk de,bi zagonên leşkerî tevlî refên gerîla û têkoşînê bûyî. Demeke dirêj ji Botanê heta Dêrsimê weke gerîlayê ARGK’ê şervantî û fermandartî kiriye. Her tim li eniyên pêş bû. Li hemberî dijminê faşîst û qirker gelekî şer kir, lê tu carî ji têkoşînê paşde nema, lewaziyeke herî biçûk jî nîşan neda. Berevajî vî tiştî hêrs û nefreta xwe mezintir kir. Di xeta Rêber Apo ya azadiyê de dil û mejiyê xwe pêşdetir bir. Di warê zanebûn, vîn, ezmûnê de xwe mezin û nû kir.”

'ERKA RÊHEVALTIYA BI RÊBER APO RE BI CIH ANÎ'

Kalkan di qiseyên xwe de qala rola fermandar Perwer Rohat a di valaderxistina komploya navnetewî ya 15’ Sibatê de kir û girêdaniya Perwer Rohat a bi Rêberê gelê Kurd re wiha anî ser ziman; “Li hemberî komploya navneteweyî ji nû ve sazkirina gerîla, ji bo azadiya Kurdistan û demokratîkbûna Rojhilata Navîn, her tim li refên pêş, wekî fermandarek HPG’ê di her astê de cih girt. Li her cihên Qadên Parastinê yên Medyayê fermandartî kir. Ligel ku lingê wî seqet bû jî, di rêveberiya qada Zagrosê de cihê xwe girt. Li Cîlo, Çarçela li navengên herî zehmet bi lewazneketina hemberî hemû astengiyan, ji bo gerîlatiyê pêş bixe, Zagrosê azad bike û ji bo ciwanên Zagrosê tevlî nav têkoşînê bike, bênavber dixebitî. Bi meşandina fermandartiya li gelek qadan, bi cihgirtina di nava konseya fermandartiya HPG’ê de, milîtanê partiya me yê bi nirx, rêheval Perwer karî bibe yek ji xwendevanên mêrxas yê Rêber Apo û erka rêhevaltiya bi Rêber Apo re bi cih anî.”

'GEWDEYÊ WÎ BIÇÛK LÊ DILÊ WÎ MEZIN BÛ'

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan di berdewama axaftinên xwe de fermandartiya Perwer Rohat bi van hevokan anî ser ziman; “Rêhevalê me, gewdeyê wî biçûk lê dilê wî mezin bû. Dema mirov lê dinêrî mirov digot qey bi kêrî tiştekî nayê, lê belê mirov dikarî fam bike ku di wê gewdeya biçûk de dil û mejiyekî mezin heye. Hevalekî wisa bû ku 24 saetan bênavber kar dikir û xwedî hewldan bû. Welatparêziya gelê Botanê ya ji dîrokê tê, di kesayetiya xwe de kiribû sembol. Dema ev kesayetiya welatparêz bi xeta azadiyê ya Rêber Apo re kir yek, fermandarî û şervantiyeke mezin derketibû holê. Hevalê Perwer bi fermandariya xwe li pey şopa Adil û Nûdayan meşiya, li pey şopa Egîd û Zîlanan meşiya. Weke fermandar û şervanekî ji têkoşîna me ya gerîla, xizmetên mezin kir. Em ê her tim wekî civata partiyê, wekî tevgera gerîla vî rêhevalê xwe bi bîr bînin. Em ê, ala ku wî bi şerefa xwe hildigirt, her tim li jor hildin. Ji bo em erka azadkirina Rêber Apo, azadkirina Kurdistanê û ji bo afirandina yekîtiya demokratîk ya Rojhilata Navîn, biratiya gelan bi ser bixin, em ê hemû hêza xwe derxînin holê. Di vê wateyê de teqez em ê milîtaniya partiyê, şerkeriya gerîla ya ku li hevrê Perwer tê, derbixin holê.”

'HÊVIYÊN DIJMIN WÊ DI QIRIKA WAN DE BIMÎNE'

Kalkan di axaftina xwe de bang li ciwanên Kurdistanê kir û got; “Dijminê faşîst bi hemû hêza xwe êrîş dike, faşîzma AKP-MHP’ê behsa qelandina kokê dike. Bi teknîka ku ji paşverûtiya cihanê girtî, li ser gelê me, li ser çar parçeyên Kurdistanê bombeyan dibarîne, qetlîaman dike, sûcên mirovahiyê dike. Dijmin dibêjê; “Ez ê wan biperçiqînim” lê belê xwe dixapîne. Ciwanên Kurdistanê, ciwanên Botanê ji her demê zêdetir li ber xwe da û li ber xwe didin. Li Cizîrê kesên weke Mehmet Tûnç derketi, xwerêveberiyên mezin yên Şirnex û Cizîrê pêş xist. Lewma faşîzm çiqas tajangan bike bila bike, qasî ku dixwaze, bila hêza xwe ya teknîkê bi kar bîne lê her tim hêviyên wan wê di qirika wan de bimîne. Teqez ew ê dijmin têk biçe. Berxwedana me ya Botanê û Kurdistanê wê vê paşverûtiya bûyî bela serê mirovahiyê, ji holê rake û biavêje ser sergoya dîrokê.”

'EM Ê BI ALA PERWERAN BIMEŞIN'

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan di dawiya axaftinên xwe de got, em ê di sala 40’emîn ya partiya xwe de bi giyanê Delal, Azê, Eylul û Perweran têkoşîna xwe geştir bikin û wiha pêde çû, “Em bi vê biryardariyê ketin nava sala nû. Em ê alaya zarok û fermandarên bijare yên Zagros û Amedê bi şerefa xwe hildigirtin, her tim li hîn jor hilbigirin. Weke tevger û gel biryara me ev e. Li ser van esasan em bawer in ku ciwanên Botanê ji her demê zêdetir wê tevlî nav refên têkoşîna azadiyê bibin. Gelê Botanê wê xwedî li zarokên xwe yê bi nirx derbikeve. Li ser van esasan wê zêdetir xwe perwerde bike, wê xwe zêdetir rêxistin bike. Ji bo pergala faşîst û qirker bin bixe, di sala 40’emîn a têkoşînê de wê xwe hîn xurtir bi pêş bixe û wê teqez bi ser bikeve. Carek din li ser navê rêveberiya partiyê em hevalê Perwer bi rêzdarî û bi minet bi bîr tînin; êşa malbat, gel û rêhevalan em parve dikin.”

Dûran Kalkan herî dawî li ser navê Komîteya Rêveber a PKK’ê sersaxî ji bo malbat, tevahî gel û rêhevalên wî yên têkoşînê xwest.