BI DÎMEN

'Em ê bi çalakiyên hîn xurt, êrîşan têk bibin'

Gerîlayên HPG'ê Andok Gabar û Rênas Cûdî bal kişandin ser berxwedana bêhempa ya gerîla ya sala 2023'an û gotin, di dema nû de bi çalakiyên hîn xurt wê êrîşên dewleta Tirk têk bibin.

Ji gerîlayên enternasyonalîst Andok Gabar ê ji gelê Elman û Rênas Cûdî yê ji gelê Ereb, li ser amadekariyên dema nû axivîn.

Andok Gabar anî ziman ku li hemberî êrîşên dewleta Tirk ew bi rengekî bênavber xwe amade dikin û got, "Dewleta Tirk bi piştgiriya Elmanya û NATO'yê çekên kîmyewî û nukleerê kirî. Li dijî faşîzma vê dewletê û êrîşên wê, di sala 2023'an de hevrêyên me li her derê berxwedaneke bêhempa kirin. Em bi hişmendî û baweriyeke mezin li ber xwe didin. Di sala 2024'an de em ê asteke nû ya serketinê bi dest bixin. Bang li her kesên ku li Elmanyayê dibêjin 'Em ji dîroka xwe hînî hinek tiştan bûn' dikim; divê van sûcên li dijî mirovahiyê bi taybetî jî yên li hemberî gelê Kurd têne kirin ji nedîtî ve neyên û sekneke bi biryar nîşan bidin."

Gerîlayê HPG'ê Rênas Cûdî jî anî ziman ku ji gelek aliyan ve ew amadekariyan dikin û got, "Di şerê tunelan de me tecrûbeyeke baş bi dest xistin. Di dema pêş de em ê hîn xurt bikin. Dewleta Tirk a dagirker bi çekên qedexekirî êrîş dike. Em ê bi amadekariyên xwe van êrîşan têk bibin. Em ê berxwedana hevrêyên xwe bi ser bixînin."