'Em ê bi agirê Newrozê berxwedanê hîn mezin bikin'

Gerîlayên YJA Starê diyar kirin ku coş û pîrozbahiya Newrozê ya li çiyayên Kurdistanê bersiva li Dehaq ên zalim e û gotin, "Em ê mîrate û têkoşîna hevalên xwe îsal bi agirê Newrozê mezintir bikin."

Di 21'ê Adarê roja Newrozê de ku ji bo gelê Kurd nîşaneya berxwedan û serhildanê ye, gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê xwedî hest û kelecaneke cuda ne. Gerîlayên YJA Starê hest û bendewariyên xwe yên têkildarî Newrozê ji ANF'ê re vegotin.

Gerîla Adar Ararat bi gotina "Newrozê li Rêberê me, hevalên me yên şehîd û gelê me pîroz dikim" dest bi axaftina xwe kir û diyar kir ku mîna her salê îsal jî li çiyayên Kurdistanê bi coş û kelecaneke mezin dest bi Newrozê dikin. Adar Ararat diyar kir ku dewleta Tirk a qirker faşîst li gel hewldanên xwe hemûyan jî nekarî kevneşopiya Newrozê bi gelê Kurd bide jibîrkirin.

Adar Ararat destnîşan kir ku kevneşopiya berxwedanê ya Newrozê bi Kawayê Hesinkar û Mazlûm Dogan li hişê gelê Kurd neqişî ye û got, "Ji ber vê yekê coş û pîrozbahiyên Newrozê yên li çiyayên Kurdistanê weke bersive kli Dehaq ên zalim tê dîtin. Em ê mîrate û têkoşîna hevalên xwe îsal jî bi agirê Newrozê mezintir bikin. Em ê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û azadiya gelê Kurd teqez misoger bikin."

'EM Ê AGIRÊ NEWROZÊ BI RUHÊ ŞEHÎDAN VÊXIN'

Gerîla Rojîn Befircan jî Newroz li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û gelê Kurd pîroz kir ku li ser Newroza 2023'an ev nirxandin kir: "Ji bo min gelekî bi wate ye ku Newrozê pêşwazî dikim. Wateya îsal a Newrozê ji bo me hemûyan gelekî cuda ye. Bi êrîşên dagirkeriyê bi dehan hevalên me li pêş çavên me bi çekên kîmyewî şehîd bûn. Em ê agirê Newrozê yê îsal bi ruh û manewiyata van hevalên xwe vêxin û agirê Newrozê bêhtir geş bikin û wan bi bîr bînin."

Rojîn Befircan destnîşan kir ku agirê Newrozê yê ji aliyê Mazlûm Dogan ve hate vêxistin ne tenê ji bo gelê Kurd ji bo gelên bindenst hemûyan ruhê berxwedanê temsîl dike û got, "Em ê li ser şopa Mazlûman û Semayan vî agirî bêhtir gur bikin. Dewleta qirker bi her rê û rêbazê êrîşî me û gelê me dike. Lê belê dike nake nikare agirê berxwedanê yê gelê Kurd vemirîne. Ev berxwedan wê mezin bibe û agirê Newrozê jî wê her tim gur bibe."