Eksîk û Dag: Ev gel wê we poşman bike

Parlamenterên HDP'ê Habîp Eksîk û Dersim Dag nerazîbûn nîşanî desteserkirina şaredariya Qersê dan û gotin, "Ev gel wê serî netewîne û hesab bipirse."

Rêxistina HDP'ê ya Bajêr xwest li dijî qirkirina siyasî û desteserkirina şaredariya Qersê daxuyaniyekê li ber avahiya şaredariyê bide, lê polîsan destûr nedan.

EKSÎK: GEL WÊ HESABÊ WÊ BI GIRANÎ BIPIRSE

Parlamenterên HDP'ê li avahiya partiyê vegeriyan û daxuyaniyeke kurt dan. Parlamenter Habîp Eksîk diyar kir ku gelê Qersê xwedî li hevşaredarên xwe derdikeve û got, "Bila kes nebêje, 'Ez ê li parlamenteran bidim, ez ê hevşaredaran bigirim û bi kêfî li wir tevbigerin'. Ev gel wê hesabê vê yekê bi giranî ji wan bipirse."

DAG: EZ GEL SERÎ NATEWÎNE

Parlamenter Dersim Dag jî got, "Em ji yên ku fermanê ji Qesrê werdigirin re dibêjin; hûn ê poşman bibin" û wiha dewam kir:

"Ev dewr, ev çerx wê bigere. Bêguman wê roj bê ku hûnê derkevin pêşberî hiqûqa rasteqîn. Hîn dereng nebûye jê vegerin, naxwe hûn ê poşman bibin. Gelê ku di 31'ê Adarê de qeyûm poşman kir wê careke din we poşman bike. Yên ku îro 17 hevalên me girtin, yên ku hevşaredarên me û endamên me yên meclîsê bi rengekî nehiqûqî destgîrkirî dihêlin, bila zanibin; vî gelî heta niha serî netewandiye û wê serî li ber qeyûmên we netewîne. Hûn li vî bajarî tenê dikarin bibin qeyûm. Hûn nikaribin bibin îradeya bajarê Qersê. Îradeya gelê Qersê Ayhan Bîlgen û Şevîn Alaca ye. Gelê Qersê bi hevşaredarên ser serbilind e."