Egitim-Sen a Mêrdînê, binçavkirina Ertûnç protesto kir

Li Mêrdînê binçavkirina Endamê Egitim-Sen Ahmet Ertûnç hat protestokirin.

Endamê Rêveberiya Şaxa Egîtîm-Sen'a Mêrdînê Ahmet Ertûnç li Lîseya Endustriya Teknîkê û Pişeyî ya navçeya Artukluyê duh ji aliyê polîsan ve hat binçavkirin.Sedema binçavkirina Ertûnç nehat zanîn û ew birin Miduriyeta Polîsan a Mêrdînê.

Endamên Şaxa Egîtîm-Senê îro bi armanca şermezarkirina binçavkirina Ertûnç li Parqa Karayollariyê daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de pankarta li ser "Divê Ahmet Ertûnç demildest bê berdan û mafên sendikayi nayên astengkirin" dinivîsî hat vekirin.

Li ser navê mamosteyan Sekreterê Şaxa Egîtîm-Senê Ergîn Çetînkaya axivî û diyar kir ku hikûmeta AK Partiyê bi binçavkirin, girtin û jikaravêtinê dixwaze civakê biçewisîne.

'AKP JI BO REJÎMA YEK KESIYÊ ÊRÎŞ DIKE'

Çetinkaya wiha doman; "Ji 15'ê Temmûzê û pêve bi sedan rojnamevan, parlameter, sendîkaçî hatin girtin û bi deh hezaran kedkarên kamuyê ji kar hatin dûrxistin. AKP Rewşa Awarte ji bo rejîma xwe bi kar tîne."

Çetînkaya b bîr xist ku hevalê wan Ertûnç li dibistana ku ders dide li cem heval û xwendekarên wî hatiye binçavkirin û wiha axivî: “Li gel ku agahî û adresa Ertunç li cem polîsan heye jî ji bo bê îtibarkirina pîşeyê wî li dibistanê binçavkirin. Bila bizanibin ku hevalê me Ertûnç ne bi tenê ye.” Çetin banga berdana Ertunç û Endamê Desteya Rêveber M. Necîm Çaçan kir.