'Eger em gotin û karê xwe bikin yek, em ê bikarin tecrîdê bişkînin'

Çalakvanên greva birçîbûnê yên li Mexmûrê, diyar kirin ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd çi ji destê wan were wê bikin û gotin: “Dem ne dema gotinê ye, dema pratîkê ye. Eger em gotin û pratîka xwe bikin yek, em ê tecrîdê bişkînin.”

Şêniyên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û şikandina tecrîda girankirî, 10’ê Kanûna 2022’an dest bi çalakiya nobetê kiribûn. Çalakvanan 1’ê Sibata 2023’an çalakiya nobetê veguherandin çalakiya greva birçîbûnê ya dorveger ku wê hetanî 8’ê Adara 2023’an bidome. Çalakvanên greva birçîbûnê, vê yekê ji ANF’ê re axivîn.

‘DIVÊ EM XWEDÎ LI AZADIYA RÊBERTÎ DERKEVIN’

Dayik Emîne Çelî diyar kir ku ev 21 meh in ti agahî ji Rêberê Gelê Kurd nayê girtin û wiha got: “Armanca çalakiya me jî ew e ku em agahî ji Serokê xwe bigrin. Serokê me ji bo me tê wateya her tiştê. Di dilê me Kurdan de Serokê me heye. Divê parêzer û malbat bikarin hevdîtinê bi Rêbertî re bikin. Divê gelê Kurd ji bo Serokatî rabin ser piyan û çi ji destê wê were, pêk bîne. Bi taybet xelkê me yê Bakur jî divê rabin û divê HDP’ê bi tenê nehêlin, pişgiriyê bidinê. Divê em hemû erkên xwe tenê ji bo gerîla jî nehêlin. Gerîla niha li hemberî çekên kîmyewî û tevî hemû zor zehmetiyan li berxwe dide. Lewma divê em hişyar bibin û xwedî li gerîlayên xwe û azadiya Rêbertî derkevin.

‘DEM NE DEMA GOTINÊ YE, DEMA PRATÎKÊ YE’

Hewar Gabar jî ev tişt got: “Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêbertî û şikandina tecrîdê çi ji destê me were, em ê bikin. Baweriya me heye ku eger em xwe baş rêxistin bikin û bibin yek, em ê vê tecrîdê bişkînin û serokatiya xwe bi awayek fîzîkî azad bikin û serbikevin. Girêdayî vê jî em xwe û welatê xwe jî azad bikin. Em dixwazin her kesê ku dibêje ez welatparêz û mirov im, divê bikeve nav çalakiyê. Dem ne dema gotinê ye, dema pratîkê ye. Eger em gotin û pratîka xwe bikin yek, em ê serbikevin û ev hêza me heye.”