Dûymak destnîşan kir, ku ji bo edalet bi cih were, ew ê di dengdana referandûmê de dengê 'NA' bi kar bîne û bang li her kesên xwedî wijdan kir, ku ji bo edaletê dengê 'NA' bidin.
Mahmût Dûymak yek ji wan kesan bû, ku di dema şerê Cizîrê de neçar ma xwe li jêrzemîna avahiyekê bigire û bi hovane hate kuştin. Bi gotina Cizîriyan 'Kekê Mehmûd' bi wî dîmenê xwe ku li nava kolanên Cizîrê bi ala spî cenaze radikir, tê bîra me.
Di ser hovîtiya li jêrzemînên Cizîrê hatin kirin re salek derbas bû. Lê hê ne lêpirsînek hatiye destpêkirin, ne jî li ser çawaniya mirina wan, daxuyaniyek hatiye dayîn. Tevî ku malbata Dûymak bawer nake ku edalet bi cih were, dixwaze bizanibe bê bi çi rengî hatine kuştin.
Hevsera Mahmût Dûymak Luftiye Dûymak ji ANF'ê re qala sala bi êş û giran a di ser komkujiyê re derbas bû.
Dûymak da xuyakirin, ku êşên wê hê mîna roja destpêkê teze û giran in û destnîşan kir, ku bûyerên bi serê wan ve hatin, ne yên jibîrkirinê ne. Dûymak got, "Kurê min timî dibêje, 'bavê min li ku ye?'. Ez jî tenê jê re dibêjim 'bavê de li cihê karê xwe ye'. Min hê jê re qala tiştên bi serê me ve hatiye, nekiriye. Haya xwe ji rastiyê nîne. Ji ber bûyerên qewimîne, em gelekî xemgîn in. Qet nebe bila agahiyê bidin me, bê hevserê min çawa hatiye kuştin."
Lutfiye Dûymak wiha dewam kir: "Hê jî li ser çawaniya kuştina hevserê min ti daxuyanî nehatiye dayîn. Tenê 5 kîlo hestî dan me û gotin, ev hestî yê hevserê min e. Ji bilî vê yekê ti daxuyanî nedan û tiştek negotin."
'HEMÛ DIKARÎBÛN BIHATINA RIZGARKIRIN'
Dûymak anî ziman, li cihê birîndaran ên li jêrzemînan, hevserê wî jî bi birîndarî bi rojan li benda ambûlansê ma û got, "Eger ambûlans şandibûna wê hevserê min rizgar bibûya. Lê belê bi gotina 'şer heye' nehiştin ambûlans biçe cihê bûyerê. Halbûkî wê demê şer tine bû. Derfet hebûn ku birîndar ji cihê bûyerê werin derxistin, lê belê destûra vê nedan û birîndarên hewl didan derkevin jî dikuştin. Madem sûcdar bûn, bila biçûna mirovên li jêrzemînê asê man bigirta û bixistina girtîgehê. Lê belê ev nekirin û çûn ew kuştin. Nehiştin ambûlans biçe. Em jin, deh kes çûn taxa bûyerê. Piştî ku em çûn, dikarîbûn ambûlansê bişîne. Lê ev nekirin."
Dûymak da xuyakirin, ku ew wê çaxê çûn heta ber jêrzemînan û bi berdewamî got, "Me xwe gihand heta ber jêrzemîna destpêkê. Deng ji hinekan dihat, deng ji hinekan qet nedihat. Ambûlans dikarîbûn bihatina. Hinekan ji me, ji bo destekê bidin xwestin dakevin jêrzemînê; lê yê min pênc zarokên min hene, yê jineke din zarokek xwe heye, ya din zarokê xwe nîne Lê bi xwişka xwe, bi xwarziya xwe hatiye. Ji ber vê yekê em nikarîbûn dakevin. Ji ber em dizanin ev dewlet mêtînger e û wê me jî bikuje. Çawa ku em vê dewletê naxwazin, ew jî me naxwaze. Û mirovên li jêrzemînan kuştin. Em edaletê dixwazin, em baş dizanin, ku wê bi cih neyê. Lê belê edaleta wan nîne. Eger edalet hebûya, ewqas mirov nedihatin kuştin. Mirovên ku kuştin, sivîl bûn. Hevserê min tehde li kesî nekiribû. Li jêrzemînan zarok hebûn, zarokên 15 salî, ciwanên 20 salî hebûn. Hemû xwendekar bûn, sivîl bûn. Li sê jêrzemînan zêdeyî 100 cenaze hatin derxistin.
'ROJÊN XWEŞ ÊN LI CIZÎRÊ ÊDÎ BIHURÎN'
Eger ketibûna şer, ya wê bi birîndarî bihatina girtin, ya jî mirî. Ji ber ku li wir mehkeme tinebû. Yên hatibûn wir ne mirov bûn, îmana wan tine bû, wijdana wan tine bû. Ji me re gotin, 'Eger hûn li cihê lê ne derkevin, em ê we bikujin'. Nehiştin ambûlans bê. Ew bi xwe jî dikarîbûn biçûna, birîndar derxistibûna. Ambûlansê çend caran hewl da xwe bigihîne cihê bûyerê, lê nehiştin. Ew rojên xwe yên li Cizîrê êdî bihurîne. Tiştekî bi navê jiyanê nema ye. Heta par jiyan gelekî xweş bû. Em bi dilrehetî li mala xwe diman; lê niha ditirsin. Mînak; em ditirsin ji hevalên xwe re bêjin, mêvanê min e. Lê em Kurd in. Ew me bikujin jî em Kurd in û em ê dest ji doza xwe bernedin. Me bikujin jî, çi bikin jî em Kurd in, em ê dest ji doza xwe bernedin."
'EZ Ê BÊJIM NA'
Dûymak diyar kir, di dengdana serokatiyê de ew ê dengê 'NA' bi kar bîne û anî ziman, piştî bûyerên qewimî êdî hemû bajar veguherîn gola xwînê. Dûymak got, "Berpirsyarê van hemû bûyeran diyar e. Ez ê bêjim NA: Ji bo hesabê bûyerên qewimîne bê pirsîn bila her kes dengê 'NA' bi kar bîne. Ji bo hesabê Cizîrê were pirsîn, bila her kes bibe yek. 5 kîlo hestî dan destê min û gotin, 'Ev hevserê te ye'. Min ev hê ji bîr nekiriye. Ez ê hesabê vê bipirsim. Ji ber vê yekê jî ez ê bêjim NA."