Dûrsûn: Em xwedî li gundên Jorînek û Zorava derkevin

Hevserokê HDP'ê yê bajarê Agiriyê Dûrsûn diyar kir, operasyonên li çiyayên Agirî û Tendurekê bê navber dewam dikin û got, "Artêşa Tirk a derbên giran ji gerîla dixwe, niha jî dixwaze gundên Jorînek û Zorava vala bike."

Li çiyayê Tendurekê, ku di navbera navçeyên Giyadîn û Bazîdê yê Agiriyê û navçeya Ebex a Wanê de ye, bi rojan e operasyon dewam dike. Artêşa Tirk bi mînîbusên sivîl tîmên taybet û cerdevan şand herêmê. Artêşa Tirk a ku derbên giran ji gerîlayên HPG'ê dixwe, dixwaze gundên li herêmê vala bike. Dewleta Tirk a ji aliyê rêveberiya AKP'ê ve tê birêvebirin, qîma xwe bi 'herêma qedexe', 'herêma bi ewlekariya leşkerî' û 'qedexeya derketina derve' neanî û vê carê gefê  valakirina gundan li gundiyan dixwe. Herî dawî teblîxat ji 10 gundên li navçeya Bazîd a Agiriyê re hate şandin, ku gundan vala bikin. Li ser operasyonên leşkerî û valakirina gundan, Hevserokê HDP’ê yê Agiriyê Yilmaz Dûrsûn ji ANF'ê re axivî. 

'ZILMA 90’Î DUBARE DIBE'

Dûrsûn diyar kir, bi rojan e li herêma Tendurekê û Agiriyê operasyonên leşkerî didomin û got: "Dema ku artêşa Tirk li dijî gerîla têk diçe, serî li polîtîkayên xwe yên qirêj dide. Di salên 1990’î de bi heman polîtîkayê gund û navçeyên Kurdistanê şewitandin û vala kirin. Niha jî bi heman polîtîkayan li ser kar in û dixwazin gundên Agiriyê bidin valakirin. Di vê demê de dewlet gelekî tengav bûye û ji salên 90’î bêhtir zextan li gel dike. Nêzî mehekê ye ku li Tendurekê şerekî giran heye û leşker tehdeyê li gundiyan dikin. Gund û zozanên Bazîdê tev qedexe kirine û êdî gel li ser axa xwe koçber bûye. Li herêmê cotkar nikarin karê xwe yê cotkariyê bikin û dewlet bi taybet dixwaze gundê Gungoren û Yayginyûrê bide valakirin. Zilma salên 90’î  2017’an dubare dibe."

'BI VALAKIRINÊ NAGIHÊJIN ARMANCA XWE'

Dûrsûn diyar kir, AKP bi valakirina gundan wê nikaribe bi ser bikeve û wiha pê de çû: "Di salên 1990'î de jî gund hatin şewitandin û valakirin, lê dewlet negiha armanca xwe. 40 sal in şerê têkoşînê didome û dewlet bi heman polîtîkayan li ser kar e. Gundên Bazîdê sala 1993'an  ji ber zext û ferzkirina cerdevaniya ji aliyê leşkeran ve hatibû şewitandin û valakirin. Lê belê ti carî gel axa xwe neterikand û berevajiyê vê yekê xwedî li axa xwe derket. Ev polîtîka jî nagihe armanca xwe û em ê destûrê nedin ku ti kes li ser axa me zilmê li me bike."

'ZEXTÊ LI SER MALBATÊN GERÎLA DIKIN'

Dûrsûn li ser têkçûna artêşê ya li hemberî gerîla jî axivî û got: "Artêşa Tirk bi mehane li çiyayê Tendurek û Agiriyê operasyonên leşkerî dike. Bi roja ne sewqiyata yekîneyên taybet û cerdevanan ji bo herêmê tên kirin. Lê heta niha ti pêşketin çênebûne. Niha jî dewletê dest bi lîstikên xwe yên qirêj kiriye û zextan li ser malbatên gerîlayan dike. Beriya du rojan polîs ketin malên malbatên gerîlayan û ji malbatan re dibêjin me zarokên we  kuştine û herin cenazeyên xwe bigrin. Lê hemû malbatên ku ji bo cenazeyên xwe diçin rastî lîstoka dewletê tên û ti tiştekî di holê de jî nîne. Divê gelê me yê Agiriyê neyê lîstoka dewletê û li xwe baldar bin."

'XWEDÎ LI GUNDÊN JORÎNEK Û ZORAVA DERKEVIN'

Dûrsûn li ser polîtîkaya valakirina gundan banga xwedîderketinê li gelê Agiriyê kir û wiha got: "Dewlet li Tendurekê têk çûye û dixwazin gundên me vala bike. Armanca wan a sereke ye ku herêma me bê mirov bihêlin. Divê her welatiyek Agiriyê berê xwe bide gundên Jorînek ê û Zorava û xwedî li van gundan derkeve. Weke HDP em ê bi ti awayî destûrê nedin ku polîtîkayên salên 90’î dubare bibin."