Dundar: Yên me nas nekin em jî wan nas nakin!

Nobeta Demokrasiyê li Mêrdînê jî domiya. Parlementera HDP’ê Pero Dundar got ku “Yên me nas nekin, em jî wan nas nakin.”

Nobeta Demokrasiyê di roja 43’an de domiya. Parlementera HDP’ê Pero Dundar diyar kir ku nerazîbûna li hemberî qeyyûm, prensîba demokrasiyê ye û got ku “Em ê dev ji mafên xwe û destkeftiyên xwe yên hevserokatiyê bernedin.”

Nobeta Demokrasiyê li pêşiya avahiya bajêr a HDP’ê hate lidarxistin. Beriya çalakiyê polîsan dora avahiyê girtin.

Di çalakiyê de parlementera HDP’ê Pero Dundar axivî û got ku “Li vê derê êrîşî gelê Kurd û mafên wan tê kirin. Heta ku ev zilm bidome em ê li qadan bin. Gelê Kurd dikare pêşiya van êrîşan bigire. A niha bi tenê em mûxalefetê dikin. Heke îro li qadan em heta dawiyê li ber xwe bidin wê derdorên demokratîk ên li Tirkiyeyê jî li me binihêrin û li ser pêyan bimînin. Heta ku ev zext bi dawî bibin em ê li vir têbikoşin. Em li vir in.

Her roj bombe tê barandin. Pereyê van bombeyan ji bêrîka me derdikeve. Yên ku me nas nakin em ê jî wan nas nekin. Em ê dev ji mafên xwe û destkeftiyên xwe yên hevserokatiyê bernedin.”