Du HDP’iyên li Qersê hatin destgîrkirin hatin girtin

Ji 9 HDP’iyên ku berî 8 rojan li Qersê hatibûn destgîrkirin û îro sewqî dadehê hatin kirin Selahattîn Denîz û Muhîttîn Sayin hatin girtin.

Di serdegirtinên 1’ê Mijdarê ya li navçeyên Qaxizman û Têkor ên Qersê de 9 HDP’iyên hatibûn destgîrkirin piştî karûbarên wan ên li Midûryeta Emniyetê ya Qersê û şûnde di saetên şevê de sewqî dozgeriyê kirin.

Di nava kesên sewqî dozgeriyê kirine li gel Hevşaredarê Baxarcix Ebûbekir Erkmen ê mazbataya wî nedayî dîsa hevşaredarê Qaxizmanê Mehmet Alkan, Selahattîn Denîz, Muhîttîn Sayîn 9 kesên îfadeyên wan hatin girtin sewqî dadgehê hatin kirin.

Selahattîn Denîz û Muhîttîn Sayîn ên sewqî dadgehê hatin kirin, hatin girtin û 7 kesên din hatin berdan.