Dr. Hîşam Zebarî: PDK bi ezimandina kujerên Kurdan li dijî fikra xwe tevgeriya

Hîndekarê Zanîngeha Duhokê Dr. Hîşam Zêbarî diyar kir ku PDKê serokê kujerên Kurdan Nasir El Harîrî li Hewlêrê ezimand û li dijî fikra xwe tevgeriya.

Hîndekarê Zanîngeha Duhokê Dr. Hîşam Zêbarî nerazîbûn nîşanî ezimandina Nasir El Harîrî û heyeta pê re da. Harîrî qaşo Serokê Eniya Mûxalefetê ya Sûriyeyê ye û hefteya borî li Başûrê Kurdistanê hatibû ezimandin.

Zêbarî diyar kir ku PDK’ê ev heyet ezimand û di kuştina bi sedan Kurdan de para kesên di vê heyetê de heye. Zêbarî got ku, “Vê heyeta li ser navê mûxalefetê hatiye, dixwazin plana xwe li herêmê pêk bînin. Jixwe ev mûxalefet û komên çeteyan ên ku DAÎŞ jî di nav wan de ne, çeteyên Erdogan in. Li Efrîn, Îdlîb, Girê Spî û Serêkaniyê siyaseteke qirêj dimeşînin. PDK a ku dibêje em ‘Nijadperestên Kurd in’ bi vê ezimandinê re li dijî fikra xwe tevdigere.

Her kes dizane ku kesên di wê heyetê de Kurd kuştine. Heyet li Hewlêrê bi PDK’ê re civiya, ev jî di nav Kurdan de dibe sedema gumanê. Di vê pêvajoyê de di nav Kurdan de yekîtî piçekî bi pêş dikeve, hevdîtina bi heyeteke wisa, dibe sedema gumanan. PDK dema ku bi kujerên Kurdan re rûdinê, gelo dixwaze çi bike?

Nêçîrvan Barzanî tevî Şêx Lahûr ê YNK’yî ji bo başkirina têkiliyên di navbera Başûr û Rojava hevdîtinan dike, di pêvajoya hevdîtina di navbera Mazlûm Ebdî û ENKS’ê de jî, hevdîtina bi heyeta ji çeteyên DAÎŞ’ê dibe ku plan û lîstikeke Erdoganbe. Nêçîrvan Barzanî tevî Şêx Lahûr ê YNK’yî ji bo têkiliyên bi Rojava re sererast bibe, hin hewldan hene, hêvîdar im encameke erênî jê derkeve. Ev jî diyar dike ku beşeke di nav PDK’ê de dixwaze di navbera Başûr û Rojava de pirek çêbibe. Erdogan ev tişt dît, ev heyet şand Başûr. Divê êdî her kes bizanibe ku Erdogan êdî hewldaneke nêzikbûna hêzên Kurdan jî qebûl nake.”

QADÊN KU PDK LÊ SERWER E DI BIN KONTROLA DEWLETA TIRK DE YE

Hîşam Zêbarî qala hevkariya heyetê ya bi Serokkomarê Tirk Tayyip Erdogan re kir û got, “Jixwe êdî plana xwe ya li herêmê venaşêrin. Plana wan ev e ku Şengalê dagir bike, ji Şengalê heta Mûsûl û Kerkûkê li ser navê ‘Ewlehiyê’ bikin herêmek. Nabe ku PDK bi vê planê nizanibe, ji ber ku tê zanîn gelek caran li hev rûniştine, li gorî min beşa di nav PDK’ê de desthilatdar bi xwe di nav vî karî de ye.

Divê ez vî tiştî bibêjim, dewleta Tirk a dagirker a niha li Zaxo, Duhok, Hewlêrê ango li qadên PDK’ê di warê leşkerî, siyasî, ekonomîk xistiye bin kontrola xwe. Mixabin rastî ev e. Lê bi têkçûna operasyona li Garê re, neçar man ku dagirkeriya li ser Şengalê û plana xwe ya li herêmê taloq bikin. Heke li Heftanîn û Garê karibûna encameke baş bistendina wê ji Şengalê heta Kerkûkê biçûna.”

DEWLETA TIRK SEDEMA PIRSGIRÊKAN E

Hîşam Zêbarî derbarê rewşa giştî ya li Başûr jî axivî û got, “Rewşa Başûrê Kurdistanê mixabin ne zêde baş e. Ji ber ku yekîtiya neteweyî tune, partiyên siyasî hurmetê ji hev re nakin. Di tu meseleyê de nabin yek û ji ber vê jî kesên dixwazin herêmê têxin bin kontrola xwe, bi hêsanî xebatên xwe dikin. Nakokiyên di navbera PDK û YNK’ê zêde dibe. Ji ber vê jî dewleta Tirk bi hêsanî lîstik û plana xwe pêk tîne. Ez dikarim bibêjim ku dewleta Tirk bûye sedem ku têkiliyên di navbera Bexda û Hewlêrê bibe pirsgirêk. Gelê Başûr jî êdî baweriya xwe bi hikumetê nayne.”