Dozgeriya Tirk xwest 15 sal cezayê girtîgehê li Çamçi bê birîn

Dozgeriya dewleta Tirk xwest, Serokê Komeleya Sarmaşik a ku bi biryarnameyê hate girtin Mehmet Şerîf Çamçi bi 15 salan cezayê girtîgehê bê cezakirin.

Serokê Komeleya Sarmaşikê ku bi biryarnameyê hatibû girtin Mehmet Şerîf Çamçi bi îdiaya "endamê rêxistinê ye" di çarçoveya lêpirsîna li ser Kongreya Civakî ya Demokratîk (KCD) de tê darizandin. Danişîna 10’emîn a dozê li 4’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat lidarxistin. Çamçi beşdarî dozê nebû û parêzerên wî Mesût Beştaş û Mehmet Oner amade bûn.

Dozger di danişînê de mutalaya derbarê Çamçi de amade kiribû pêşkêşî şandeya dadgehê kir. Dozger di îdianamyê de îdia dike ku Çamçi bi armanca xebatên rêxistinî beşdarî xebatên KCD’ê bûye û tevlî civîn û çalakiyan bûye.

Dozger xwest bi sûcdariya “Endamtiya rêxistinê” heta 15 salan cezayê hepsê li Şerîf Çamçi were birîn.

Parêzeran piştre ji bo karibin li dijî mutalayê parastinê bikin dem xwestin.

Şandeya dadgehê daxwaza parêzeran qebûl kir û danişînê taloqî 16’ê Mijdarê kir.

Komeleya Sarmaşikê li Amedê piştevanî û alîkariya malbat û kesên xizan dikir û di sala 2016'an de bi Biryarnameya di Hukmê Qanûnê de hatibû girtin.