Dozgerê Tirk sirûda 'Ey Reqîp' weke propaganda PKK'ê qebûl kir

Dozger der barê endamê Kurd PEN'ê û Komeleya Nivîskarên Kurd Hasip Yanliç de gilîname amade kir û îdîa kir ku bi sirûda 'Ey Raqîb' a helbestvanê Kurd Dildar ku sala 1938’an nivisandiye, propaganda PKK'ê kiriye. 

Endamê Komeleya Nivîskarên Kurd û PEN'a Kurd nivîskar û hîndekarê ziman Hasîp Yanliç, bi îdîaya di Akademiya Siyasetê (EDEV) ya BDP'ê de ders daye roja 4'ê Tîrmeha 2017’an hate binçavkirin û di 12 Tîrmehê hate girtin. Serdozgerê Komarê yê Amedê der barê nivîskar Hasip Yanliç de gilîname amade kir. Gilîname ji aliyê 10'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê ve hate qebûlkirin. Dozger gilînameya ji 68 rûpelan amade kir û bi îdîaya 'Endamtiya rêxistinê' der bare Yanliç de ji 7,5 salan heta 15 salan cezayê girtîgehê xwest. Dozger di gilînameyê de bêhtir cih da daxuyaniyên hevdîtinê di navbera Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û parêzerê wî yên der barê akademiyên siyasetê de. Dozger dîsa cih da daxuyaniyên rêveberiya KCK'ê.

Endamê Komîsyona Perwerdeyê ya DBP'ê ku hate girtin Engîn Demîr, bi hinceta di Akademiya Siyasetê de ders dabû, sala 2012'an de li Amedê hatibû girtin. Engîn Demîr, seri li Dadgeha Destûra Bingehîn dabû. 17'ê Kanûna 2015'an Dadgeha Destûra Bingehîn (DDB) der barê Demîr ê 2 sal û 2 mehan girtî ma de biryar da ku mafê Demîr li gorî xala 19'an a Destûra Bingehîn hatiye binpêkirin. Dadgehê anî ziman ku "Mafê ewlehî û azadiya kes hatiye binpêkirin." Diyar kir ku siyaseta demokratîk yek ji mafê kesan ê jêveneger e. Tevî vê biryara DDB'ê ya mînak û rêziknameya BDP'ê ku dadgeha bilind erê kiriye jî dozger xebatên Akademiya Siyasetê ya di bin baneyê BDP'ê de hat avakirin wekî avakirina di bin baneyê KCK/Meclîsa Tirkiyeyê’ê de pênase kir. 

DOZGER HER TIŞTÊ BI KURDÎ DIJ QANÛNÎ DÎT

Dozger der barê Yanliç de hemû tiştên bi kurdî weke dij qanûnî pênase kir. Ji ber ku Yanliç, li avahiya KCD'ê beşdarî dersên Kurdî bûne û hatiye guhdarkirin û çîrokên Kawayê Hesinkar û Zerdeşt bi şagirtên xwe re parve kiriye wekî sûc hatiye dîtin. Ji ber çîrokê kurdî der barê Yanliç de wekî endamê "KCK/Meclîsa Tirkiyeyê" pênase kir. Dîsa axaftinên telefonê yên wekî "Tu yê îro biçe Kurdi-Der'ê" û "Ez li Kurdî-Derê mamosteyê kurdî me" wekî delîlê sûc pênase kir. Dozger îdîa kir ku endamê KURDÎ-DER’ê ya bi biryarnameyê hatiye girtin e û di EDEV'ê de perwerdehiya kurdî daye û pêş xistiye û EDEV vekî dijzagonî pênase kir. 

SIRÛDA 40 SAL BERIYA PKK'ê HATIYE NIVÎSANDIN WEKE PROPAGANDA PKK'Ê PÊNASE KIR

Dozger, dîsa îdîa kir ku bi sirûda Ey Reqîb a helbestvanê Kurd Dildar (Yunus Rauf) ku di 1938’an de nivisandiye propaganda PKK'ê kiriye. 

Dozger bi vê yekê jî nehat ser û pêşgotina bi Kurdî jî wekî sûc dît. Dozger pêşgotina pirtûka muhasebeyê ya "JIMERYARIYA GIŞTÎ" jî sûc dît. 

Yanliç, ji Wezareta Perwerdeyê ya Milî di salên 2004-2005'an de sertifika girt û di KURDÎ-DER’ê de li ser gramer û rêzimanê kurdî ders dida. 

Dadgehê biryar da ku rûniştina doza Yanliç 16'ê Cotmeha 2017'an li 10'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê bê dîtin.