Doza Pirsûsê hate taloqkirin

Rûniştina 12’an a Doza Qetlîama Pirsûsê pêk hat. Di rûniştinê de daxwaz hate kirin ku li Ahmet Dawûtoglû bê guhdarkirin. Heyetê daxwaz red kir, doz taloq kir.

12’emîn danişîna doza komkujiya 33 ciwanên sosyalîst ên li Navenda Çandê ya Amara ya Rihayê ku di 20'ê Tîrmeha 2015'an de hatin qetilkirin, li 5’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Rihayê ya di Kampusa Girtîgeha Tîpa T a Rihayê de, hat dîtin. Malbatên kesên jiyana xwe di komkujiyê de ji dest dan, gaziyên Pirsûsê, Înîsîyatîfa Malbatên Pirsûsê, Parlamenterên HDP’ê yên Rihayê Ayşe Surucu û Omer Ocalan, nûnerên HDP’ê, ESP û SGDF, Serokê Baroya Rihayê Abdullah Oncel û ji baroyên Dîlok, Enqere û Amedê parêzeran danişîn şopandin.

DERDORA SALONÊ GIRTIN

Tekane bersûcê dozê Yakûp Şahîn, ji girtîgeha lê dima bi SEGBÎS’ê beşdarî danişînê bû. Leşkeran berî danişînê derdora salona dadgehê û girtîgehê girtin.

 Danişînê piştî tespîtên nasnameyan dest pê kir. Bi dest pê kirina danişînê re, hat hîn bûn ku derbarê Abdullah Omer Aslan ê wê demê li Xelfetî melatî dikir û roja teqînê li Pirsûsê, wêneyên birîndar û kesên derdorê digirtin de serlêdana sûc hatiye kirin. Bal kêş bû ku bûyera ku piştî bi salan ket dosyeyê, hîna jî dîmenên wê demê teslîmî dadgehê nehatine kirin.

‘DIVÊ HÛN DAVÛTOGLÛ BÎNIN VÊ DERÊ’

Dayikê Mûrat Yûrtgul ê di komkujiyê de jiyana xwe ji dest da Şemsî Yûrtgul, parastin kir û wiha got: “Davûtolû yê gotibû ‘Ger ez biaxivim wê nekaribin li rûyê kesekê mêze bikin.’ Em dixwazin hûn wî bînin vê derê û çi dizane bila bêje.”

Bavê Ûgûr Ozkan Mehmet Ozkan jî, xwest Mele Abdullah Omer Aslan bê girtin û wiha bertek nîşan da: “ We jî fêm kiriye ku Abdullah Omer Aslan berpirsiyarê bûyerê ye, lê hûn hîna jî, nikarin wî bînin vê derê.”

Bavê Abdulah Akhamûr Mehmet Şerîf Akhamûr jî, wiha parastin kir: “Ev 12 danişînin em li vê derê edaletê dixwazin. Me zarokên xwe winda kirin, lê em naxwazin ku wijdanê xwe winda bikin. Ji ber vê em carek din daxwaza edaletê dikin.”

‘DI GUMLEKÊ BAVÊ MIN Ê BIXWÎN DE XAR DERKETIN’

Keça Îsmet Şener ê di teqînê de jiyana xwe ji dest da Dîlek Şener jî, da zanîn ku ew dixwazin kursiyên bersûcan bên tijekirin û wiha parastin kir: “Ger we xwestiba hûn karê xwe bikin, wê demê ev kursî vale ne diman. Di hefteya derbas bûyî de, min gumlekê bavê xwe yê bixwîn di kîsekê de girt. Di hûndirê kîste tije xar hebûn. Qatilê bavê min derbixin. Ez dixwazin li rûyê bersûc Yakûp Şahîn bikim.” 

Hevjîna Cemîl Yildiz Sûltan Yildiz jî, xwest Mele Abdûllah Omer Aslan bê girtin. Çaglan Seven a di teqînê de birîndar bû jî, dest nîşan kir ku di warê DAIŞ’ê de yek ji welatên pê nayê bawerkirin Tirkiye û wiha got: “Di virde em hemû berpirsiyarin. Ji ber ku darizandinek rast di van dozan de nayê kirin, hûn jî berpirsiyarin.”

GIRTINA ASLAN HAT XWESTIN

Piştî malbatan, ji parêzerên dozê Sevda Çelîk Ozbîngol, Gulhan Kaya Can Tombûl, Serokê Baroya Rihayê Abdullah Oncel, daxwaz kirin ku Mele Abdûllah Omer Aslan bê girtin, îdîayên hevdîtina Îlhamî Balî yên bi rayedarên dewletê re bên lêkolînkirin û Serokwezîrê serdemê Ahmet Davûtoglû di kursiyê bersûc de rûne û rastiyê vebêje.

DAXWAZ HAT REDKIRIN

Şandeya dadgehê, daxwazên Serokwezîrê serdemê Ahmet Davûtoglû di dadgehê de weke şahid bê guhdarkirin û girtina Abdullah Omer Aslan red kirin. Dadgehê dûre biyar da ku dîmenên kêm dîsa bên xwestin û malhebûna Yakûp Şahîn, Îlhamî Bali û Denîz Buyukçelebî bên lêkolînkirin. Şandeya dadgehê dûre danişîn taloqî 31’ê Çileya 2020’an kir.