Doza girtina HDP'ê li Bakurê Kurdistanê tê şermezarkirin

Doza girtina HDP'ê û desteserkirina wekîltiya Omer Farûk Gergerlîoglû li gelek bajarên Bakurê Kurdistanê hate şermezarkirin. Di çalakiyan de ji bo Newrozê banga tevlîbûnê hate kirin.

Doza ji bo girtina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û desteserkirina wekîltiya Parlamenterê HDP'ê Omer Farûk Gergerlîoglû li gelek bajarên Bakurê Kurdistanê hate şermezarkirin.

Rêxistina HDP’ê ya Amedê li ber Abîdeya Mafê Mirovan a Parka Koşûyolû daxuyanî da çapemeniyê. Cîgirê Hevserokên HDP’a Amedê Îrfan Soner anî ziman ku HDP wê li dijî her cûre zextan li ber xwe bide.

'GELÊ ME WÊ LI QADÊN NEWROZÊ BERSIV BIDE'

Parlamentera HDP'ê ya Amedê Dersim Dag jî destnîşan kir ku edalet li Tirkiyê bûye pêlîstoka AKP'ê û hewldana girtina partiya wan wê li serê AKP’ê bibe bela. Dag destnîşan kir ku ew ê li ber van zext û sepanan çokê daneynin û got: "Wê gelê me serê xwe netewîne. Xelk tenê dikare HDP'ê bide girtin. Em ê li dijî van polîtîkayên faşîst paş ve gavan neavêjin. Gelê me wê li qadên pîrozbahiya Newrozê bersiva van sepanên we faşîst bide."

RIHA, WAN, MÊRDÎN, ÊLIH, DERSIM

Rêxistina HDP’ê ya Rihayê li avahiya xwe, Rêxistina HDP’ê ya Wanê jî li hewşa avahiya xwe, Rêxistina HDP’ê ya Mêrdînê liber avahiya xwe, Rêxistina HDP’ê ya Êlihê li avahiya xwe, Rêxistina HDP’ê ya Dersimê li Kolana Hunerê û rêxistinên HDP’ê yên gelek bajarên din daxuyanî dan çapemeniyê û hewldana girtina HDP’ê û neheqiya li dijî Omer Farûk Gergerlîoglû protesto kirin.

Parlamentera HDP'ê ya Mêrdînê Pero Dundar li Mêrdînê di daxuyaniyê de axivî û got: "HDP wê xewa AKP-MHP’ê li wan heram bike. Divê her kes vê dijminatiya li ser Kurdan bibîne. Em hişyar dikin; heke kurd bibin taştê wê gelên din û rêxistinên civakî yên sivîl û partiyên din jî bibin firavîn. AKP û MHP jî wê bibin şîva êvarê. Her kes neçare dengê xwe derxe. Hiqûq nîne. Daraz nîne. Çimkî darazek serbixwe û azad nîne. Daraza Erdogan heye. Daraza Bahçelî heye. Lê em ê bersiva van li qadên Newrozê bidin. Em û gelê xwe em ê xwedî li ziman, nasname û îradeya xwe derkevin. Ez bang li gelê me dikim ku li dijî vê neheqiyê biherikin qadên Newrozê."