Dostê Kurd fîlozofê Macar Gáspár Miklós Tamás jiyana xwe ji dest da

Ji pêşengên kampanya îmzeyan a ji bo derxistina PKK'ê ji lîsteya 'rêxistinên terorê' ya Yekîtiya Ewropayê fîlozofê Macar Gáspár Miklós Tamás ji ber nexweşiyeke giran jiyana xwe ji dest da.

Fîlozof û nivîskar Gáspár Miklós Tamás 15'ê Çileya 2023'an jiyana xwe ji dest da.

Fîlozofê Macar, nivîskar Tamás ku di navbera salên 1990-94'an parlamenterî kir û yek ji pêşengên muxalefeta Macaristanê bû, di 74 salî de jiyana xwe ji dest da.

G. M. Tamás sala 1978 bar kir Macaristanê. Di daxuyaniyeke xwe de gotibû, "Ez nehatime Bûdapeşteyê, ez hatim muxalefeta demokratîk a Bûdapeşteyê." Ji ber ku di nava muxalefeta demokratîk de bû tenê demeke kurt karîbû dersê bide û ji ber sekna xwe ya siyasî ji wezîfeya xwe ya li zanîngehê hate girtin, her wiha weşan lê hate qedexekirin, pasaporta wî hate desteserkirin. Têkoşîna wî ya siyasî bi salan ji aliyê desthilatdaran ve hatibe astengkirin jî G. M. Tamás, endametiya parlamentê kir.

'HER KESÊN XWEDÎ NÊTEKE BAŞ, DIVÊ PIŞTGIRIYÊ BIDE KURDAN'

Dostê Kurd fîlozof û nivîsa G.M. Tamás, di 7'ê Mijdara 2019'an de li ber serdana Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan a li welatê wan rabû û diyar kir ku ji ber êrîşên li dijî Kurdan divê were şermezarkirin. Tamás gotibû, "Em hemû zanin ku Erdogan û artêşa Tirk li Sûriyeyê bi rengekî kujer êrîşî Kurdên li Sûriyeyê dike" bal kişandibû ser desteserkirin û dagirkeriya bi qeyûman a li Bakurê Kurdistanê. Tamás  destnîşan kiribû ku li gel hîleyên Erdogan jî têkoşîn li her qadê dewam dike û gotibû, "Meseleya esasî ew e ku her jin û mêr ên xwedî nêteke baş, neçar in ku piştgiriyê bidin şerê Kurdan." Ji bo Kurdan jî wiha gotibû, "Hikumetên ku we di vê dema zehmet de li naverastê hiştin, wê berdêla vê bidin. Dema hesabpirsînê nêzîk e."

Fîlozofê Macar Tamás li ber tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rabû bû û Ocalan şibandibû Benes, Maniu, Gandhi, Mandela û Sun Yat-Sen ên rêveçûna dîrokê guhertin. Gotibû ku divê êdî Ocalan ne girtî be.

PÊŞENGÎ JI KAMPANYA 'BILA PKK JI LÎSTEYA RÊXISTINÊN TERORÊ BÊ DERXISTIN' KIRIBÛ

Fîlozofê Macar Gáspár Miklós Tamás tevî fîlmçêker Ken Loach û Paul Laverty, nivîskar û aktîvîsta Emerîkî Lucina Kathmann, helbestvan, nivîskar û edîtora Meksîkî Judyth Hill, romanivîsê Skoçî James Kelman û karîkaturîsta Îtalî Michele Rech jî di nav de tevî zêdeyî 1000 kesî mohra xwe danîbû binê belavokeke ji bo derxistina PKK'ê ji 'lîsteya terorê' ya Yekîtiya Ewropayê. Kampanya îmzeyan ku di demeke kurt de belav bû, gihîşt bi sed hezaran mirovî.