Dor li 43 gundan hate girtin, derketina derve hate qedexekirin
Dewleta Tirk, ku li bejahiya navçeyên Licê, Pîran, Hênê û Karaz ên Amedê dest bi operasyonê kir, li 43 gundan derketina derve qedexe kir.
Dewleta Tirk, ku li bejahiya navçeyên Licê, Pîran, Hênê û Karaz ên Amedê dest bi operasyonê kir, li 43 gundan derketina derve qedexe kir.
Dewleta Tirk, ku bi beşdariya 7 hezar leşkerî li bejahiya navçeyên Licê, Pîran, Hênê û Karaz ên Amedê dest bi operasyonê kir, dor li dehan gundan girt. Walîtiya Tirk a li Amedê, li 43 gundan derketina derve qedexe kir.
Gundên derketina derve li wan hatine qedexekirin ev in:
"Navçeya Licê: Ecemîş, Bîrlîk, Şenlîk, Abali, Ergînkoy, Daralan, Dûrûkoy, Çeper, Guçlu, Goçke û gundikên wê.
Hênê: Kaledîbî, Topçûlar, Çûkûrkoy, Kûyûlar, Abacilar, Akçayûrt, Yûkaritûrali, Ûzûnlar, Serenkoy, Gomeç, Kalaba, Kırim, Yayvan, Soylû, Çardakli, Sergen, Okûrkoy, Gurbuz, Anil, Suslu, Belen û gundikên wê.
Karaz: Şaklat, Yazikoy û gundikên wê.
Pîran: Meydankoy, Sergenlî, Dedekoy, Bademlî, Doger, Arikoy, Tepe, Başkoy, Deîrmenlî, Kelekçî û gundikên wê."
Artêşa Tirk ku sê roj in li herêmê operasyonê dike, duh bombe li gundên Sîsê û Mêrxus ên Licê barandibû.