Dojeha li Naîrobiyê û serhildan –11

Rêberê Gelê Kurd li paytexteke welatê Efrîkayê ku jê re digot dojeh, li ber xwe dida û heta dawîn li rêyekê digeriya.

Li Naîrobiyê ya ku paytexta Kenyayê ye û li Daresselamê ya ku paytexta Tanzanyayê ye di 7’ê Tebaxa 1998’an de di heman wextê de bombe hatin teqandin. Ev her du welatên li herêma navîn û rojhilat a Efrîkayê ne, li avahiyên nûnertiyên DYE’yê bombe hatibûn teqandin. Teqîna herî mezin jî li Naîrobiyê hatibû kirin. 12 kes jê hemwelatiyên DYE’yê 213 kes li teqîna Naîrobiyê mirin, herî kêm 4 hezar hemwelatiyên Kenyayê jî birîndar bûn. Di teqîna li Tanzanyayê de jî 11 kes mirin û 85 kes birîndar bûn.

Di saetên pêşîn de li ajansên dinyayê hate diyarkirin ku ev karê El Kaîdeyê ye. Piştî salan di 11’ê Îlona 2001’an de jî li New Yorkê li dijî du kûleyan êrîş hatibû kirin. Piştî teqînên li Naîrobî û Daresselamê rêveberiya DYE’yê di stratejiya xwe ya Efrîkayê de guherîneke mezin çêkir. Piştî havîna 1998’an her du paytext bûn navenda CIA’yê ya li Efrîkayê. Îstîxbarata DYE’yê agahiyên hemû kesên biyan ên dikevin welat û derdikevin jî tê de, haya wê ji hemû tiştên li Naîrobî û Daresselamê çêdibû.

Di 2’ê Sibata 1999’an de di destê sibehê de ji Girava Korfû ya Yewnanistanê balefirek radibû û saet di 11.33’an de li Balefirgeha Jomo Kenyatta ya Naîrobiyê ya ku paytexta Kenyayê ye danî.CÎA’yê nedizanî kî di vê balefira taybet de ye. Tu qeydeke vê balefirê, nimreya li paş, ala û nîşanek li ser tunebû ku ev balefir aîdî ku derê ye. Herçiqas dihat gotin ev ji aliyê îstîxbarata Yewnanistanê hatibû kirêkirin jî ev balefir a Gladîoyê bû ya ku avadaniya kûr a NATO’yê ye û bi taybetî ji Swîsreyê hatibû anîn.

Jixwe Rêberê Gelê Kurd dema ji Sûriyeyê derket, MOSSAD û CÎA di serî de îstîxbaran ew dişopand. Piştî 9’ê Cotmehê şefê MOSSAD’ê Semîh Batikî daxuyanî dabû Komîsyona Têkiliyên Bi Derve ya Parlementoyê û eşkere gotibû dibe ku Abdullah Ocalan li Rûsyayê ye. Şefên servîsa veşartî ya Tirkiye û Îsraîlê Batikî û Şenkal Atasagûn jî ji bo şopandina Ocalan her dem li hev rûdiniştin û di çapemeniya her du welatan de jî bi kitekit dihate nivîsandin.

LI ASÎMANAN HÎN BÛ KU WÊ BIÇE NAÎROBIYÊ

Di wan rojên li Kenyayê de hevkariya CIA û MOSSAD’ê ya bi MÎT’ê zêdetir bû. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hê li asîmanan bû hîn bû ku ew diçin Naîrobiyê. Yek ji fermandarê îstîxbarata Yewnanistanê Savas Kalenderîdîs ê bi wî re, gotibû ku wê biçin Komara Efrîkayê ya Başûr lê serlêdana îltîcayê ya Ocalan hatibû redkirin, piştî ku demekê li Kenyayê man wê dîsa biceribanda. Rêberê Gelê Kurd bi van gotinan qala wan rojan dikir: “Min bertek nîşan dabû ‘Çawa Efrîka!’ Kalenderîdîs ji bo ku fikarên min kêm bike gelek qewl dabû û gotibû, ‘Li Efrîkayê hûn ê li balyozxaneya me bimînî. Ew der axa Yewnanistanê ye, kes nikare tiştekî bike. Ji xeynî me tu hêzeke din nikare mudaxele bike, li wê derê tu yê ewle bî. Wê tiştek bi te neyê’ û lê zêde kiribû ku ev cihê ku ew ê biçin rawestgehek e, ew ê bi Efrîkaya Başûr rûnên, wan berê têkilî bi wan re danîne. Qet qala Kenyayê nehatibû kirin, bi tenê hatibû gotin Efrîka. Piştre wê derketa holê ku ev gewl hemû derew in.”

Kalenderîdîs gelekî baş bi Tirkî dizanî û ne tesaduf bû ku îstîxbarata Yewnanistanê ew bi taybetî hilbijartibû. Kalenderîdîs di serê salên 1990’î de li Serkonsosloxaneya Yewnanistanê ya li Îzmîrê ji ber ku bi pasaporta dîplomatîk karên îstîxbaratê kiribû, hatibû destgîrkirin û çar salan di girtîgehê de mabû.

Sefîrê Yewnanistanê yê li Kenyayê George Kostoûlas li Naîrobiyê çû pêşwaziya Rêberê Gelê Kurd. Kostoûlas dema li balefirgehê cara pêşîn Ocalan dît, jê re got, “Di nav NATO’yê ez li ser yekeya lêkolîna li ser te bûm a ku 20 salan ev lêkolîn tê kirin. Li asîmanan ez li digeriyam lê min tu li erdê dîtî.” Ocalan ji balefirgehê birin mala balyozxaneyê. Ocalan wê piştre ji van 13 rojên li Kenyayê bigota ‘Dojeha Naîrobiyê.’

PAYTEXTÊN KOMPLOGER KETIN NAV HEWLDANAN

Di 3’ê Sibatê de li paytextên komploger ên piştî 9’ê Cotmeha 1998’an li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan komplo dabûn destpêkirin, hin hewldan hatin destpêkirin. Sekreterê Daîmî yê Wezareta Karê Derve ya Kenyayê Kathorîma û Sefîrê Yewnan George Kostoûlas bi awayekî veşartî li hev civiyan. Di heman saetan de şefê îstîxbarata Îsraîlê Davîd Ivry tevî heyetekê li Enqereyê bi rayedarên Wezareta Karê Derve ya Tirk, MÎT, Daîreya Hareketê ya Artêşa Giştî civiya.

Hêzên komplo dabûn destpêkirin, bi dewleta Tirk re ji bo tiştên ji niha û şûnde were kirin dixebitîn. Di wan saetand e Sefîrê DYE’yê yê Atînayê Nîcholas Bûrns li Selanîkê daxuyanî da û got, “Ez dibêjim qey Yewnanistanê derbarê Ocalan tişta pêwist kiriye”. Ev geşedanên li ser hev, diyar dikir ku li gorî çarçoveyekê Kenya hatiye hilbijartin.

ROJA KRÎTÎK, 4’Ê SIBATÊ…

4’ê Sibata 1999’an wê wekî rojeke herî krîtîk têketa dîrokê. Sefîrê Yewnanistanê Kostoûlas çû Wezareta Karê Derve ya Kenyayê û bi Sekreterê Daîmî Kathorîma re rûnişt. Kenyayiyan digotin ‘Wî bidin me, jê pê ve hûn dest bi tiştekî din nedin’ Di heman rojê de di destê êvarê de xebatkarê CIA’yê bi musteşarê MÎT’ê Şenkal Atasagûn re rûnişt. Di wê hevdîtinê de CIA’yê bi fermana Serokê DYE’yê Clînton re, plana operasyona dîlgirtina Rêberê Gelê Kurd pêşkêşî MÎT’ê kir.

Dewleta Tirk ev plan qebûl kir, Serokwezîrê Tirk Bulent Ecevît jî wê piştre bigota ‘Di 4’ê Sibatê re agahiyek ji me re hat ku Ocalan dikare ji Efrîkayê were girtin. Ji ber vê ev mekanîzma hate destpêkirin’ Di 4’ê Sibatê de wê geşedaneke din jî pêk bihata. Girava Îmraliyê hate valakirin û girtiyên li vê derê şandin girtîgehên din. Roja dîtir ev geşedan di rojnameyan de hatibû diyarkirin, kesî neanîbû bîra xwe ku Îmrali wê ji niha û şûnde bibe navenda tiştên ew ê pêk werin.

MALA LI NAÎROBIYÊ

Di wan rojan de li wê mala Naîrobiyê çi dibû. Rêberê Gelê Kurd wê piştre di parêznameyan de wê bi navê ‘Dojeha Naîrobiyê’ qala vî tiştî bikira û wê bigota, “Li dojeha Naîrobiyê sê rê dabûn ber min. Yek jê bêîtaetiya li hemberî fermanê mirineke qaşo şer bûye. Ya din ez li gorî gotina CIA’yê tevbigerim û teslîm bibim. Ya sêyemîn jî teslîmkirina min a tîmên şerê taybet a Tirk ku ji zû ve hatibû amadekirin. Dema em li Naîrobiyê bûn, Dîlan a ku li ba min bû, di nav fikaran de bû.

Heke karibûya fikrên xwe baş zelal bike û rêxistinên civakî yên sivîl têxista nav hewldanan, dibe ku komplo piçekî xera bibûya yan jî bihata pûçkirin.

Gotina wê ya em bi demançeyekê xwe biparêzim neketibû serê min. Ev ji bo min û me xwekuştin bû. Nêta min a xwekuştinê tunebû. Bi israr ji bo ku ez rahêlim çekê li dora min diçû û dihat. Heke demançe bi min re bûya û min biteqanda, ev helwest teqez wê bihata wateya mirinê. Piştre di dema lêpirsînê de, ji min re hatibû gotin heke min demançe biteqanda, fermana kuştinê hatibû dayin. Ji min re gotin derketina ji balyozxaneyê jî tê wateya mirinê. Wan diyar kir ku helwesta min a herî maqûl e. Wan çiqasî rast gotine, em nizanin.

Di dema pêvajoya Naîrobiyê de, helwesta Sefîr Kostoûlas divê were fêmkirin. Gelo bi wî jî karên xwe kirin? Yan jî ji berê ve wekî parçeyekî planê hatibû amadekirin? Min ev ji hev dernexist. Beriya ku ez werim teslîmkirin ew nehat mala ku îkametgeha wî lê ye. Ji ber ku hate xwestin ez bi darê zorê ji vê derê derkevim, ajot ser zebaniyê Naîrobiyê. Lê dibe ku ev helwest jî sixtekar be. Qaşo ji bo ku biçim Hollandayê Pangalos destûr amade kiriye. Min zêde baweriya xwe bi vî tiştî neanî. Ji ber ku tîmên taybet ên Yewnan heke ez ji malê dernekevim ji bo ku êrîş bikin û min bi darê zorê derxînin di kemînê de bûn. Polîsên Kenyayê jî ji bo heman tiştî xwe amade kiribûn. Çûna Komara Efrîkaya Başûr ji zû ve wekî çîrokeke xapandinê mabû. Pêşniyazên xwesipartina Dêrê û Neteweyên Yekbûyî bi fikar bûn. Ji bo derneketinê min li ber xwe dida.”

GOTINÊN ESSA MOOSA

Kitekitên çûna Komara Efrîkayê ya Başûr a ku Rêberê Gelê Kurd qala wê dike, wê piştre derketa holê. Essa Moosa yê ku parêzerê serokê efsanewî yê Başûrê Efrîkayê Nelson Mandela ye, di sala 2016’an de roportajek dabû rojnameya Ozgur Gundemê,diyar dikir ku wan pêvajoya li Naîrobiyê dişopandin û digot, “Ji ber ku PKK îllegal bû Ocalan li sirguniyê dijiya. Ji ber ku Tirkiyeyê zext li welatên din dikir, tu welatekî din mafê spartina siyasî nedidan Ocalan. Ocalan ji welatekî diçû welatekî din û tu kesî ew maf neda wî. Efrîkaya Başûr ji vî tiştî re amade bû lê divê Ocalan karibûya bihata Efrîkaya Başûr. Heke Ocalan li Kenyayê bima û karibûya xwe bigihanda Efrîkaya Başûr dibe ku çîrok cihê bûya.”

BALEFIRA ÇAGLAR A KU DI 5’Ê SIBATÊ DE RABÛ

Gava pratîk a plana revandinê ya ku ji aliyê CIA û MOSSAD’ê hatibû amadekirin, di 5’ê Sibata 1999’an de hate avêtin. Ji bo koma Tirk a ku ji 9 kesan pêk tê, balefira Falcon 900B a karsaz Cavît Çaglar hate xwestin. Çaglar yek ji kesekî kûr e, bi salan di nav koma Demîrel û Çîller de cih girt. Balefir di 10’ê Sibatê de çû Ûgandayê û ferman hatiye dayin di 14’ê Sibatê de jî biçe Naîrobiyê. Alaya li ser balefira gihişt Naîrobiyê bi alaya Malezyayê û nimreyeke sixte hate guherandin.

Balefira Tirk dema ku gihişt Efrîkayê, zextên Yewnanistan û Kenyayê ya li ser Rêberê Gelê Kurd jî zêde dibû. Wezîrê Karê Derve yê Yewnanistanê Pangalos û şefê îstîxbarata Kenyayê Noan Arap Ta jî ketibûn dewtrê. Pangalo telefonî balyozxaneyê dikir û digot, “Ocalan derxînin derveyî sembolên me yên neteweyî’. Di 15’ê Tebaxê de girtin ser balyozxaneyê. Wê sibehê rayedarên di asta bilind ên Wezareta Karê Derve ya Kenyayê û îstîxbaratê çûn balyozxaneyê. Kostoûlas ji Rêberê Gelê Kurd re got, “Dema ku me da we, îro qediya, divê hûn ji vê mala balyozxaneyê derkevin.”

Ocalan rojeke din jî dixwest lê ev nedihat qebûlkirin, berêvarî jî 5 wesayîtên ku polîsên Kenyayê jî di nav de bûn, çûn mala Kostoûlas. Şefê îstîxbaratê Noan Arap Ta jî di nav wan de bû. Di wan deman de wê bibûya yek ji kêlîka krîtîk a têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd û 15’ê Sibatê di dîroka Kurdistanê de bibûya Roja Reş, Rêberê Gelê Kurd bi tena serê xwe li ber xwe dida, hewl dida rêyekê bibîne. Ji rayedarên Kenyayê re digot, “Heta ku garantiya hikumetê wernegirim, ez dernakevim.”

BALEFIR AMADE YE, ZÛZÛKA DERKEVE!

Şefê îstîxbaratê Noan Arap Ta zext zêde kir û ji Ocalan re digot, “Balefir amade ye, zûzûka divê tu derkevî. Dibe şev, ez nikarim garantiyê bidim ku wê şev çi bibe” û gef lê dixwar. Sefîr Yorgos Kostûlas piştre wê di lêpirsîneke li welatê xwe bigota, “Min xwest bi wesayîta makamê Ocalan bibim balefirê lê vê pêşniyaza min nehate qebûlkirin. Polîsan ragihandin ku wê ji Ocalan re wesayîtê bişînin, nîqaş kirin. Rayedarên Kenyayê derbarê tîpa balefirê agahî nedidan. Min çû ev ewş ji Ocalan re qal kir. Ocalan got, ‘Heke ez zêde li ber xwe bidim, wê tiştên xerabtir pêk were’ Pênc otomobîl hatin ber derî. Ocalan li Toyota Land Crûîserê siwar kirin. Konwoy bi rê ket. Lê wesayîta Ocalan di nav de, veqetiya. Em hatin balefirgehê. Rayedarê Kenyayê diyar kirin ji ber ewlekariyê wê otomobîla Ocalan ji cihekî din were. Em li bendê man. Saet di 20.30’an de jî hê Ocalan derneketibû holê. Min telefonî Atînayê kir, ji min re gotin vegere balyozxaneyê.”

Rêberê Gelê Kurd bi garantiya ku Kalenterîdîs li ser navê dewleta Yewnanistanê dabû ji mala balyozxaneyê derket. Ocalan wisa qala revandin û teslîmkirina xwe ya ji îstîxbarata Tirk dike: “Kesên ez bi jîpê bi darê zorê revandim, rayedarên ewlekarî û îstîxbaratê yên Kenyayê bû. Yên di wesayîtê de hemû reşik bûn, 4 kes bûn. Balkêş e dema ku em gihiştin balefirgehê tu polîs û bendên kontrolê tunebû. Em yekser ketin balefirgehê û ez birim ber balefirê. Ev tişt jî nîşan dida ku berê her tişt hatiye amadekirin. Ev zilamên reşik wesayît ajotin ber deriyê balefirê. Yên dora balefirê hemû çekdar bûn. Sîvîl bûn, hinekan berçavka reş dabûn ber çavê xwe, hinek jî çavkesk, zerik, kej, dirêj û li ser xwe bûn. Çekên otomatîk di destê wan de bû.

Dibe ku ji Îsraîlê bin lê bêtir dişibiyan Emerîkayiyan. Îxtîmaleke mezin e ku endamên CIA û MOSSAD’ê bûn. Heta ku ez ketim balefirê jî Tirk li holê tunebûn. Tirk di nava balefirê de bûn. Dema ketim nav balefirê Tîma Taybet a Tirkan bêyî ku tiştekî bibêjin, ez avêtim erdê. Dest danîn ser hemû tiştên min, bi bandan her derê min girêdan, wê banda reş a stûr danî ser çavê min û ez danîm aliyê dawiyê yê balefirê. Êdî ne li ser hişê xwe bûm, ez dikaribûm bimeşiyam lê nedikarî bifikirim. Piştî du saetan hişyar bûm.”

KURD Û KURDISTAN LI SER PÊYAN IN

Rêberekî ku ji bo azadkirina gelekî dest bi têkoşînê kiribû, piştî lîstika hêzên global teslîmî dewleta ku li dijî wê têdikoşe tê kirin. Dest, çav û lingê wî dihat girêdan û dihat teslîmkirin. Şeva ku 15’ê Sibatê bi 16’ê Sibatê girêdida, MED TV diyar kir ku bi saetan e nayê zanîn ku Ocalan li ku ye. Ji nişka ve agir kete dilê bi milyonan kesan, Kurdên ku li paytextên gelek welatan bi rojan li qadan bûn, xwe ji serhildaneke mezin re amade dikirin.

Di rojên pêşîn ên Sibatê de ji bo pêkanîna ewlehiya can a Ocalan û qebûlkirina serlêdana wî ya îltîcayê, li Atînayê xwepêşandanên girseyî, protesto, grevên birçîbûn û çalakiyên xweşewitandinê dihate kirin. Di sibeha 16’ê Sibatê de jî li gelek navendan li ber sefaretxane û balyozxaneyên Yewnanistanê jî çalakiyên bêîtaetiya sivîl dihat kirin.

Piştî rêwîtîya şeş saet û nîvan, balefira ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê de bû saet di 03.30’an de gihişt Stenbolê. 129 rojên ku ne bi tenê di jiyan û têkoşîna Ocalan de, di dîroka gelê Kurd de jî gelekî girîng û, bi wî awayî bi dawî dibû. Ocalan piştî ku ji balefirê hate daxistin ew birin Îmraliyê. Di 16’ê Sibatê de nîvro Serokwezîrê Tirk Ecevît ê ku wê piştre bigota ‘Min fêm nekir çima Ocalan da me’ li ber kamerayan got “Abdullah Ocalan li Tirkiyeyê ye.” Vê daxuyaniya dewleta Tirk metrepolên Tirkiyeyê di serî de, li her çar parçeyên Kurdistanê û hemû Kurdên li her dera dinyayê rakir ser pêyan. Di dîroka Kurdistanê de serhildaneke nû dest pê dikir.

QETLÎAMA 17’Ê SIBATÊ

Rojnameya Ozgur Polîtîka bi manşeta ‘Gotin qediya, niha dema çalakiyan e’ derket. Li sedan bajarên gelek welatan dengê sloganên ji bo Rêberê Gelê Kurd dihate bihîstin. Ji Efganistanê heta welatên Kafkasê, ji Kanadayê heta Evûstralyayê ji Ewropayê heta welatên Rojhilata Navîn bi sed hezaran mirov hesap ji hêzên komploger dipirsîn. Kesên heta wê rojê navê Kurdan nebihîstibûn jî cara pêşîn bi çalakiyên ji bo Ocalan hay ji hebûn û dîroka Kurdan dibûn.

Tevî dewleta Tirk hêrsa li hemberî Yewnanistan, DYE, Rûsya, Kenya, Îsraîl û welatên din ên Ewropayê jî hêrseke mezin hebû. Serhildana 15’ê Sibatê wê têketa dîroka têkoşînê ya gelê Kurd . Di wan rojan de li Berlîna Elmanyayê li dijî Îsraîlê çalakiyek hate lidarxistin. Komek Kurdistanî di 17’ê Sibatê de li dijî konsolosxaneya Îsraîlê çalakiyeke bêîtaetiya sivîl dan destpêkirin. Bi fîşekên peywirdarên Îsraîlê re çar Kurdên welatparêz hatin kuştin. Sema Alp, Mûstafa Kûrt, Ahmet Acar li cihê çalakiyê, Sînan Karakûş ê 20 salî jî piştî 10 rojan li nexweşxaneyê şehîd bû. 18 kes jî birîndar bûn.

Agirê Serhildanê ji Efrînê heta Mehabadê, ji Amedê heta Hewlêrê, ji Qamişlo heta Serhedê hemû Kurdistan dida ber xwe. Di dîroka Kurdan de yek ji qonaxa krîtîk pêk dihat. Helbestkarê Kurd Şêrko Bêkes ê ku bi helbestên xwe gelê Kurd vedixwend serhildanê di 15’ê Sibatê de li ser ekranên MED Tvyê ev gotin diqîrand, “Ev der Silêmanî ye. Çend roj in li vê derê xemgîniyeke mezin heye. Li pêş çavê dinyayê Ocalan girtin lê nikarin ruhê Kurdan teslîm bigirin. Ma wê çawa Silêmanî ji Amedê veqetîn, Newroz çawa dikare bê agir be? Wê çawa Behra Wanê bimiçiqînin?Ev der Silêmanî ye û hemû dil wekî sêvên darekê dihejin û li ber bêkesiya gelekî dikevin. Ev xemgînî, xemgîniyeke neteweyî ye. Min xewna pinpînekekê didît. Ez nagirîm, çavê min li Amedê ye.”

Sibê: Rojhilat jî bêdengiya xwe şikand