Dogan: Em ê bi berxwedanê her hebin

Endamê Komîteya Perwerdeyê ya PKK'ê Mahîr Dogan diyar kir ku krîza aboriyê ya li Tirkiyeyê pêwendiya xwe bi polîtîkayên şer ên rejîma AKP-MHP'ê heye û got, "Li dijî polîtîkayên şer em ê bi xurtî li ber xwe bidin."

Endamê Komîteya Perwerdehiyê ya PKK’ê Mahîr Dogan tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, qedexeya li ser PKK’ê, rewşa girtiyên nexweş, koçberiya gelê Başûrê Kurdistanê û berxwedaniya gerîlla û gel ji Radyoya Dengê Welat re nirxand. Mahîr Dogan got, “Îro ji her demê bêhtir ji bo parastina hebûnê, berxwedan û heta dawiyê têkoşîn hewce dike.”

Mahîr Dogan di destpêka nirxandinên xwe de salvegera PKK’ê ya 43’min pîroz kir û diyar kir ku bi tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê xwestin gelê Kurd were tunekirin mafê jiyanê ji holê rakin. Dogan got “Niha dema em rewşa Rêber Apo wek tecrîd pênase dikin, qet cihê xwe nagire.  Ji ber ku 23 sal nîne, di nava 23 salan de her kêlî, her seat, her roj, her meh wek êşkenceyê derbas dibe. 23 sal in zilmeke bê sînor ku hemû hucreyê mirov bandor dike, tê meşandin. Elbet ev bi armanca wan ve girêdayî ye. Armanca vê tecrîtê çi ye? Ev tecrîdek ji rêzê nîne. Ev tecrîd her roj û bi her awayî tê meşandin. Ev tecrîd şerekî ji kokrakirinê ye. Peyama vê tecrîdê ji bo gel çi ye? Adeta dibêjin em mafê jiyanê nadin we. Dibêjin em ê we û çanda we tine bikin. Bi vî rengî dema mirov digire dest, wateya vê tecrîdê derdikeve holê. Ev 23 sal in tecrîd di şexsê Rêbertiya me de tê meşandin. Eger îro em dixwazin zilma li ser gel fêhm bikin, divê em li Îmraliyê binêrin. Îmralî dibe laboratuwarek kiryarên li ser gelê Kurd. Destpêkê hemû polîtîka li ser Îmraliyê tê meşandin. Navenda şer Îmralî ye. Şerekî bê navber li dijî Rêbertiya me tê meşandin. Herî dawiyê dibêjin ceza dane Rêber Apo. Ev tê çi wateyê? Çima em di dema dawiyê de van agahiyan dibihîsîn? Êdî nikarin vê êşkenceyê veşerin. Êdî qilifekî ji derewê xwe re peyde nakin. Êdî pîne nabe û nayê dirûtîn. Dewleta Tirk dît ku êdî nema dikare encam bigire. Li her devera Kurdistan û cîhanê ji bo azadiya Rêber Apo çalakî tên lidarxistin.”

‘LI HER DEVERA CÎHANÊ ÊDÎ RÊBER APO TÊ NASKIRIN Û XWEDÎ LI FIKRÊ WÎ DERDIKEVIN’

Mahîr Dogan bal kişand qedexeya li ser PKK’ê û got “Di van rojên dawiyê de Konseya Wezîrên Karê Derve ya Ewropa kom bûye û biryar dane ku li ser doza Rêber Apo bi Tirkiyeyê re nîqaş bikin.”

Mahîr Dogan anî ziman ku di rêgezên cîhanê de piştî 20 salan, li hindek welatan jî piştî 16 salan li ser rewşa girtî nîqaş tê meşandin. Mahîr Dogan di berdewamiya nirxandinên xwe de wiha got, “ Li tu devera cîhanê kesek ji 16 sal zêdetir li zindanê namîne. Êdî mirovahî jî vê qebûl nake. Li her devera Kurdistan û cîhanê her kesî Rêber Apo nas kirine û xwedî lê derdikevin. Êdî rastiya dewleta Tirk jî dibînîn. Ev mijar bi têkoşîna gelê Kurd dikeve nîqaşê. Bi berxwedaniya Rêber Apo dikeve rojevê. Divê têkoşîna me zêdetir bibe û divê em dawa mafê xwe bikin, ev jî bi têkoşînê tê kirin.’

‘QEDEXEYA LI SER PKK’Ê LI HER DEVERA CÎHANÊ KETIYE NÎQAŞÊ’

Mahîr Dogan tekîldarî heman mijarê diyar kir ku êdî li her devera cîhanê qedexeya li ser PKK’ê dikeve nîqaşê û wiha berdewam kir, “Wateya vê qedexeyê nemaye. Nêzî 50 sal ango nîvsedsal têkoşînek bi vî rengî ya bêhempa tê meşandin. Ev tiştek ji rêzê nîne. Di vê salê de li her devera Kurdistan  û cîhanê salvegera damezrandina partiya me, bi awayekî pir heybet hat pîrozkirin. Her car dewleta Tirk ku dibêje me PKK’ê xilas kir, me qedand ji wan re bû bersivek. Ji şerê wan û derewê wan re bû bersiv. Ew welatên ku PKK’ê qedexe dikirin, ji wan re jî bû peyam û bersivek. Dîroka PKK’ê çi ye? Dîroka PKK’ê dîroka parastina mirovahiyê ye. Dîroka parastina nirxên gelê Kurd, dîroka parastina çanda gelê Kurd e. Dîroka parastina azadiya jinê ye. Dîroka pîvanên azadiyê ye. Partiyek bi vî rengî ku li ser van nirxan têkoşîna xwe dimeşîne hûn çawa dikarin qedexe bikin? Ewqas xwe bi civaka Kurd, bi dinyayê ve daye qebûlkirin, bi civakan daye nasandin, çawa tê qedexekirin? Ma welatên Ewropa qet jixwe re encam nagirin? Dewleta Tirk ewqas sal e, êşkenceyên di dîrokê de nehatiye ditîn bi gelê Kurd daye kişandin, ruxmê wê encam nagire, ma wê li welatê din encam bigire? Çima heta niha ev qedexe berdewam dike. Ev welatên ku vê siyasetê dimeşînin, hîna bi paradîgmaya şerê sar van polîtakayan dimeşînin. Berê di dema Yekîtiya Sovyet û bloka NATO'yê de têkoşîn hebû, wê demê li hember hemû hêzên sosyalîst, netewperwer, mirovperwer siyaset bi vî rengî didan meşandin. Digotin terorîst. Lê ev siyaset çawa heya niha berdewam dike, hîna di paradîgmaya kevin de mane. Li gor polîtîkayên xwe yên berê siyaseta xwe dimeşînin. Ev yek tenê bi berjewendiyê Tirkiyeyê ve girêdayî nîne. Paşverûtiya van welatan jî nîşan dide. Ev polîtîka êdî nayê parastin. Li hember gelê Kurd polîtîkayek bi vî rengî nayê qebûl kirin. PKK’ê heya niha çi ji van welatan kiriye? Heya niha li hember kîjan welatî şer kiriye? Çiqas însan ji wan kuştine. Ji bo berjewendiyê wan jî ne tehdîd e."

‘ÇETEYÊN KU LI SER WELATÊN EWROPAYÊ GEF BÛN, BI SAYA PKK’Ê HATIN TINEKIRIN’

Mahîr Dogan got, yê herî zêde li hember çeteyên wekî DAIŞ şer kir PKK’ê bi xwe bû û wiha diyar kir; “Bêguman PKK’ê ji bo parastina mirovahiyê parastina gelê xwe vî erkî girt ser xwe. Berî ku DAIŞ biqede her roj çalakî li dijî welatên Ewropa çêdibû. Lê piştî ku têkoşîna bi DAIŞ’re encam girt, êdî çalakiyên DAIŞ’ê jî qediya. Ruxmê vêya çawa heya niha ev biryar dewam dike? Êdî divê ev mijar têkeve rojeva dewletên Ewropa bixwe jî. Bikeve rojeva NATO'yê jî. Çawa ku welatên biryar dan ku komplo pêş bikeve, divê van polîtîkayên xwe jî li ber çavan re derbas bikin û lêborîna xwe ji gelê Kurd bixwazin. Divê qedexeya li ser PKK’ê û ew gotina neheq a dirû ku wek terorîst tê binavkirin, ji holê were rakirin.”

‘POLÎTÎKAYÊN LI ÎMRALIYÊ TÊ MEŞANDIN, LI SER TEVAHÎ GIRTIYAN TÊ MEŞANDIN’

Mahîr Dogan di nirxandinên xwe de rewşa girtiyên nexweş jî girt dest û wiha axivî, “Însanên di girtîgehê de her tiştê wan di destê dewletê de ye. Tiştek wan a xwe pê biparêzin di destê wan de tuneye. Hevalên li girtîgehan bi bawerî, bi manewiyet xwe diparêzin. Lê nexweşiya fizîkî tiştek însanî ye. Mixabin dewleta Tirk van nexweşiyan jî wek çekekê bi kar tîne. Nexweşiyan li dijî me bi kar tînin. Dewleta Tirk ji ber xwe ve van polîtîkayan nameşîne. Dema 2013’an hevdîtîn bi Rêber Apo re dihat kirin, diviyabû ew hevalên nexweş bihatanina berdan. Lê vêya wek polîtîkayek li hember me dan meşandin. Li dijî bîr û baweriya me şer didin meşandin. Dijminek bi vî rengî wek dewleta Tirk li tu devera cîhanê tine ye. Polîtîkayên li Îmraliyê dimeşîne, li ser hemû girtiyan jî bi pergalî dide meşandin.”

‘DI PÊVAJOYA AKP’Ê MHP’Ê DE HEJMARA GIRTIYAN BÛYE 300 HEZAR’

Mahîr Dogan di berdewamiya nirxandinên xwe de wiha got, “Di sala 2010-12’ de bi giştî li Tirkiyeyê hejmara girtiyan 120 hezar bûn. Di pêvajoya AKP’ê MHP’ê de ev hejmar bûye 300 hezar. Bala xwe bidinê, tam 3 kat zêdetir bûye. Girtin êdî polîtîkayek e. Çavtirsandin, êşkence polîtîkayek e. Di hindir de bi êşkence û polîtîkayên xwe dixwazin îradeya wan bişkînîn ku dema ew însan ji hepsê jî derkeve tiştekî xwe nemîne. Di dîrokê de jî wisa ye. Girtîgeh ji bo şikandina îradeya însan e. Ew jî têr nake, tecrîd li ser tecrîdê dimeşînîn, pergala hucreyê didin meşandin. Hevalên nexweş li wir digirin ku li ser psîkolojiya hevalên din jî bandor bike. Peyama wan ev e ku hûn nexweş bin jî hûn ê bi vê nexweşiya xwe ve heta dawiyê girtî bimînin. Tê gotin yekî nexweş be divê li derve tedawiya xwe bibîne. Qaşo hiqûqa wan ev e. Lê di hiqûqa Tirkiyeyê de Kurd nîn in. Êrişî gorê miriyên me dikin. Êrişî nirxê pîroz dikin. Nahêlin gelê me biçin ser gorên xwe jî. Li cihekî eger mafê gora te jî nebe, li wira navê te jî nîne. Dema hevalên me şehîd dikevin, nadin malbatê wan, dema didin jî diçin defin dikin, lê roja din radikin. Ger li ser rûyê erdê mafê gorê jî nebe, mirov nikare behsa tu mafan bike. Ev hemû polîtîka ne. Li hember van jî teqez divê berxwedan xurt bibe. Cewherê me çi ye berxwedan e. Bi berxwedanê em dikarin hebûna xwe bidomînin.”

‘POLÎTÎKAYÊ WAN A ŞER BI QEYRANA ABORÎ RE GIRÊDAYÎ YE’

Mahîr Dogan qeyrana ku di aboriya Tirkiyeyê de tê jiyîn bi polîtîkayên şer ve girê da û got, “Hikumeta AKP-MHP’ê ya faşîst li ber rûxandinê ye. AKP-MHP’ê li dijî gelê me, li dijî tevgera me ya azadiyê tifaq kirin û xwestin rejîmek nû ava bikin. Ji ber wê em tifaqa wan wek rejîma faşîst bi nav dikin. Bingeha vê  rejîmê çi bû? Tinekirina gelê Kurd bû. Li dijî gelê Kurd û tevgera azadiyê li hev kirin. Niha yekser polîtîkayên wan ê şer bi  aboriyê re girêdayî ye. Ger ev polîtîka encam bigirta, PKK’ê ji holê rabûna, li gor wan êdî gelê Kurd behsa doza xwe nekirina, li gor wan êdî PKK’ê di dinyayê de nebûya pirsgirêk, wê bi qeweta xwe ya leşkerî, li her derê pesnê xwe bidana, di encam de wê bigotina êdî her tişt temam bûye, êdî polîtîkayek li gor xwe wê bidana meşandin. Lê plana wan bi ser neket. Dema ev plan bi ser neket ji gelek cîhan paşve kişiyan, cihekî wek Werxelê berdan, nekarîn li ber xwe bidin. Piştî berdan jî mehek li hember berpalên Werxelê mîna Don Kîşot şer kirin. Dema şer dikin, encam nagirin, dikevin krîzê. Ji bo vî şerî bidin meşandin her tiştê Tirkiyeyê firotin. Hemû dewlemendî, hemû erd, hemû sazî û dezgehên Tirkiyeyê firotin welatên derve. Di dawiyê de jî di vî şerî de bi ser neketin. Em ji ku derê dibînin, ji pîrozbahiyê salvegera partiya me. Li her devera Kurdistan û cîhanê bi pîrozbahiyan xwedî li partiya me derketin. Gel li ber xwe dide, çand li ber xwe dide, dîrok li ber xwe dide, Rêbertî di bin ewqas zextan de li ber xwe dide. Li hember van polîtîkayan nerazîbûn pir pêş dikeve. Ev şer li tevahî Tirkiyeyê tê meşandin. Herkesî tehdît dikin, lê tehdîtên wan êdî vala ne. Lê dawiya wan hatiye, êdî roniya dawiya tunelê xuya dike. Bi zorê dixwazin li ser linga bimînîn. Ev kêmbûna nirxên lîreya Tirkiyeyê ya li hember dolar, eûro rûxandina aboriya wan e. Ev bi polîtîkayên şer ve girêdayî ne.”

‘ÇAWA KU LI HEMBER SEDAM LI BER XWE DAN, HEMAN ŞÊWAZÎ DIVÊ LI DIJÎ KDP’Ê JÎ LI BER XWE BIDIN’

Mahîr Dogan tekîldarî koçberiya ciwanên Başûrê Kurdistanê diyar kir, ciwan divê li ber xwe bidin, serî rakin, cih û warê xwe bernedin û wiha got, “Li milekî ciwanên Kurd ji bo parastina vê axê li hember çekê kîmyewî li ber xwe didin şehîd dikevin, mirinê didin berçavê xwe, lê cardin dev ji axa xwe bernadin û naçin. Hinek ciwan jî mirinê didin berçavê xwe û cih û warê xwe berdidin. Lê ev yek ji bo rêveberiya Başûr şermezariyek e. Ev ciwan êdî ti hêviyek di rêveberiya Başûr de nabînin. Ji ber ku KDP’ê bi dewleta Tirk re ewqas hevkarî dike. Dewleta Tirk li hember gelê Başûr jî çekên kîmyewî bi kar tîne. Yê ku hevkarî bi vî dijmînî re dike,  KDP bi xwe ye. Ger KDP van polîtîkayan nemeşandina, niha dewleta Tirk ji zû ve têk çûbû. Bi her awayî polîkayê AKP-MHP’ê xizmeta dijminê gelê Kurd dike. Bi devê dewleta Tirk diaxivin. Wê rojê ciwanên xwendekar, ji ber xerca wan ji aliyê rêveberiya Başûr ve nayê dayîn, rabûn serhildanê. Ciwan mafdar in. Hinek nav pereyan de melavantî dikin, hinek jî di nav xizaniyê de dijîn. Ev ciwanên Kurd serî radikin, li ber xwe didin. Helwesta rast ev e. Helwesta rast serhildan e. Divê berxwedana xwe bilindtir bikin. Carna ji wan jî xiraptir dikin. Niha KDP’ê jî heman wek dewleta Tirk dike. Helwesta rast ev e ku divê em hember van serê xwe rakin. Li şûna ku ciwanên Başûr diçin berê xwe didin welatên Ewropa bila li ber xwe bidin. Çawa ku li hember Sedam li ber xwe dan, divê li dijî KDP’ê jî li ber xwe bidin.”