Dogan: Divê meseleya girtiyên nexweş were çareserkirin

Hevserokê MED TÛHAD-FED’ê Ahmet Dogan diyar kir ku di meseleya girtiyên nexweş de divê çareseriyek were peydakirin.

Rewşa girtiyên nexweş ên di girtîgehên dewleta Tirk de girantir dibe. Girtiyên nexweş heta ku neyên ber mirinê nayên berdan û ev girtiyên nexweş nikarin bi tena serê xwe pêdiviyên xwe bi cih bînin.

Hevserokê MED TÛHAD-FED’ê Ahmet Dogan derbarê rewşa girtiyên nexweş ji ANF’ê re axivî. Dogan diyar kir divê saziyên sivîl ên civakî di vê meseleyê de berpirsyar tevbigerin û bang li saziyên sivîl ên civakî, malbatên girtiyên nexweş kir. Dogan bal kişand ser vî tiştî ku ji ber hincetên polîtîk girtî bi salan di girtîgehan de mexdûr dibin û kirinên derwijdanî yên li ser girtiyan jî ji ber van hincetan e.

RAPORÊN SAZIYA TIBA EDLÎ NE RAST IN

Dogan diyar kir polîtîkayên li ser girtiyên nexweş ne dûrî nêzikatiyên giştî ne û got “Em dibînin welat ber bi cihekî xerab ve diçe. Ji ber vê divê têkilî bi Abdullah Ocalan re were danîn û ji bo aramiya welat divê gav were avêtin. Di rewşeke wisa de wê ji bo girtiyên nexweş jî gav were avêtin. Ji ber ku ev girtî êdî nikarin di girtîgehê de bimînin. Saziyên Tipa Edlî raporên ‘Dikare di girtîgehê de bimîne’ bide jî, raporên ku em ji saziyên serbixwe û taybet distînin, berevajî vê gotinê ne. Mesele ev e. Bi awayekî polîtîk nêzikî vê meseleyê dibin û li gorî tibê jî tevnagerin. Heke ne wisa bûya wê girtiyên nexweş îro li derve bûna.”

MALBATÊN GIRTIYAN JÎ MEXDÛR DIBIN

Dogan diyar kir gelek girtiyên nexweş hatine temenê ku nikarin bi tena serê xwe li girtîgehan pêdiviyên xwe bi cih bînin û got “Divê aliyên mûxalif ji bo wijdan bang li desthilatdariyê bikin û divê em vê pirsgirêkê çareser bikin. Li ser girtiyên nexweş çawa ku texrîbat hatine kirin, li ser malbatên wan jî tê avakirin. Li ser malbatên girtiyan jî bêhiqûqtî tê kirin. Girtiyekî ku malbata wî li Amedê ye, wî sirgunî Edîrne dikin. Dema malbat diçin wir, pirsgirêk derdikevin pêşberî wan. Ji ber wê jî hin malbat du salan carekê diçin hevdîtinê.”