Diyar Xerîb li Silêmanî bi merasîmeke girseyî hate bibîranîn

Endamê Komîteya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Diyar Xerîb li baxçeyê taxa Bextiryarî ya ber derê mala xwe ya li Silêmanî bi merasîmeke girseyî hate bibîranîn.

Li Taxa Bextiyarî ya Silêmanî Endamê Komîteya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Diyar Xerîb li baxçeyê taxa Bextiryarî ya ber derê mala xwe ya li Silêmanî bi merasîmeke girseyî hate bibîranîn.

Di qada merasîmê wêneyên Diyar Xerîb û şehîdên pêşengên Tevgera Azadiya Kurdistanê Viyan Caf, Diyar Xerîb û Kasim Engîn û dîsa şehîdên Başûrê Kurdistanê hate bilindkirin.

Welatî destpêkê bi pêşwaziya nûnerên sazî û ferdên malabaê ve hatin pêşwazîkirin û li qadê rûniştin.

Ciwanan jî maskeyên ciwanên di êrîşên balafirên şer ên Tirk a dagirker şehîd bûbûn li xwe kiribûn û bi dirûşmên ‘Şehîd Namirin’, ‘Bijî Serok Apo’ û ‘ Şehîd Diyar Xerîb Namire’ qîr kirin.

Bîranîn saet 17:00’an bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Li qadê pankarta bi nivîsa ‘Bi ruhê şoreşgerî yê Şehîd Diyar Xerîb dagirker û xiyanetkaran têk bibin.’

Piştre peyama Komîteya Rêveber a PKK’ê ji aliyê Hesen Cûdî ve hate xwendin.

Cudî destpêkê di şexsê Diyar Xerîb de hemû şehîdê Tevgera Azadiya Kurdistanê bi bîr anî û got: “Rolekî mezin a Şehîd Diyar Xerîb doza mafdar a gelê Kurd hebû. 25 salan têkoşînek bê navber da. Xwedî helwestekî şoreşgerî, rewşenbîr û siyasetmedarekî mezin û pêşeng bû. Fesefeya Rêber Apo ji box we esas girtibû. Yek ji afîrînerê paradîgmaya Rêber Apo ye. Zanista xwe li gel civakê kir yek û xiste xizmeta gel. Nûmûneya kesayetiya azad bû. Heval Helmet xebatên PKK’ê bê rewestan li her çar parçeyên Kurdistanê kir. Bi taybet ji bo yekîtî û serxwebûna gelê Kurd û bicihkirina pradîgmaya xweseriyê ya Rêber Apo kedeke mezin da. Bi vê kedê hate nasîn û her kesî hez jê kir. Serketina jinê û felsefeya Rêber Apo li nava civakê da çêkirin û ji bo serketinê çi pêwîst bû kir.”

Cûdî bal kişand ser berxwedana gerîla û wiha domand: “Gerîla niha li her derê, li kolan, gund, bajar û çiyayan şer dike û li ber xwe dide. Em soz didin ku em ê xeyalên şehîdan a serxwebûn azadiya gelê Kurd pêk bînin.Bang li tevahî ciwanan dikin ku bi ruh û rolê Diyar Xerîb li dijî dagirkerî û xeta xiyanetê serî hildin.”

Piştre jî peyama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Hozan Dalaho ve hate dayîn. Dalaho şehîdên azadiyê bibîr anî û got: “Di vê demê de herî zêde pêwîstiya gelê me bi ruhê heval Helmet, Kasim û Zîn heye. Her şehîdek mîrasekê li pey xwe dihêle. Ji bo wê ye wê têkoşîna me ya azadiyê dewam bike. Hevalê Helmet pêşengê Tevgera Azadiya gelê Kurd bû.Êş û janên gelê xwe ji kûr hîs dikir û ji bo vê bi kîn û hêrsekî mezin şer kir û têkoşîneke mezin kir. Bi taybet li dijî xeta xiyanet û nokeriyê têkoşîn kir. Di vê demê de ji her demê bêhtir pêwîstî bi kesayetiyên mîna Helmet heye. Bang li her kesê dikin ku li dijî dagirkeriyê ciwan, jin û gel rabin ser xwe û têkoşîn bikin.”

Di dewama bîranînê de peyamên Tevgera Azadî, Rêxistina Jinên Azad a Kurdistan, Rêxistina Ciwanên Welatparêz, Jinên Ciwan ên Têkoşer, peyama li ser navê malbata Diyar Xerîb xwika wî û Komîteya Azadî Ji bo Ocalan ve hatin dayîn.

Di dawiya bîranînê de koma Şehîd Ozan derket ser dikê û çend stranên şoreşgerî û li ser şehîdan hatibûn amadekirin pêşkêş kirin.