‘Diyar Xerîb dilsozê gelê Qendîlê bû’

Hevşaredarên binarê Qendîlê got: “Divê gelê me li beramberî êrîşên dagirkeriyê û hevkarên vê yên xayîn bêdeng nemîne. Divê xwefiroş û noker baş bizanin îxaneta li şehîd Diyar kirine, îxaneta herî mezin e. Gelê Kurd vê ti carê ev îxanetê bê hesab nehêle."

Hevşaredar û welatiyênBinarê Qendîlê hest û helwestên xwe yên di derbarê şehîdkirina endamê Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Diyar Xerîb anîn ziman.

‘ŞEHÎDBÛNA DIYAR XERÎB A BI XIYANETÊ JI BO WELATIYÊN BAŞÛRÊ KURDISTANÊ GIRAN E’

Hevşaredara Binarê Qendîlê Gulan Osman destnîşan kir ku agahiya şehîdbûna Diyar Xerîb ya bi rêya îxanetê xemgînî û hêrseke mezin xistiye nav dilê welatiyên binarê Qendîl û Başûrê Kurdistanê.Osman got: “Bawerkirina şehîdbûnê heval Helmet ji bo me pir giran û zehmet tê.”

‘DIVÊ GELÊ BAŞÛRÊ KURDISTANÊ BI HEMÛ HÊZA XWE XWEDÎ LI ŞEHÎD HELMET DERBIKEVE’

Osman bi domdarî got: “Ji ber hinek îxanetkarên Kurd hene ku nokertiya dagirkeran dikin, pir hêrs dibim. Ji bo berjewendiyên partî û malbatî dikevine bin xizmeta dagirkerên ku hemû rojê li ser gelê me komkujiyan dikin. Divê gelê Başûrê Kurdistanê û welatiyên Binarê Qendîlê bi hemû hêza xwe xwedî li şehîd Helmet derkevin. Ji ber ku heval Helmet di nav dilê me de xwedî pêgeheke mezin bû.”

‘ŞEHÎD HELMET DILSOZÊ GELÊ BINARÊ QENDÎLÊ BÛ’

Her wiha hevşaredarê din ê binarê Qendîlê Mihemed Hesen jî axivî û got: “Mixabin me bihîst ku heval Helmet şehîd ketiye. Di şexsê heval Helmet de li hemberê hemû şehîdên rêya azadiyê bejna xwe ditewînim. Heval Helmat ji gelê Binarê Qendîl re dilsoz bû û her tim di nava gel de bû. Lewma îro welatiyên Binarê Qendîlê bi girseyî tevlê merasîma sersaxiyê ya şehî Diyar dibin.

http://anfdns.com/10.07.2019_Kandil-Muhammed%20Hasan_1.mp4

‘XIYANETA LI ŞEHÎD DIYR XIYANETA HERÎ MEZIN E; EV XIYANET WÊ BÊ HESAB NEMÎNE’

Hesen diyar kir ku ew soz didin ku di şopa şehîdan de têkoşîna xwe bidomînin û wiha pêde çû: “Divê gelê me li beramberî êrîşên dagirkeriyê û hevkarên vê yên xayîn bêdeng nemîne. Divê xwefiroş û noker baş bizanin îxaneta li şehîd Diyar kirine, îxaneta herî mezin e. Gelê Kurd vê ti carê ev îxanetê bê hesab nehêle.”

‘ŞEHÎD XWEDÎ KESAYETEKÎ HÊJA, XURT, HÊHATÎ Û QEHREMENEKÎ MEZIN Ê GELÊ ME BÛ’

Welatiya Binarê Qendîlê ya bi navê Kwêstan Hesen fikarên xwe anî ser ziman û got: “Em weke welatî pir bi fikarin û ji malbat û xizmên şehîd Diyar re sersaxî dixwazin. Em ti carê şehîd Diyar ji bîr nakin û vê timî di dilê me de bijî.”

http://anfdns.com/10.07.2019_Kandil-Kwestan%20Hasan_1.mp

Kwêstan Hesen di berdewamiya axavtina xwe bal kêşande ser kesayeta şehîd Diyar û got: “Şehîd Diyar xwedî kesayeteke pir hêja, xurt, jêhatî û qehremaneke mezin yê gelê me bû. Xebat û têkoşîna şehîd Diyar binirx dibînin. Şehîd Helmet tenê ji bo partiyeke siyasî xebat nedikir belkû ji bo tevahî gelê Kurd têkoşîn kir. Heta ku sax bin emê şehîd Helmet ji bîr nekin û her tim wê di dilê me de bijî.”