Diya min ji nû ve ez anîm dinyayê

Heke were pirsîn bê ka tişta herî pîroz a ku dayikek ji bo zarokên xwe dikare bike çiye, bersiva bi deh hezaran gerîlayan wê wiha be: "Nîşandana wî derî ye ku li azadiyê vedibe."

Ev demeke wiha li gerîlayeke jin dinerim, ku li ser latekî rûniştiye û awirên xwe berdaye ser dûrahiyan. Di vê gerîlayê de  ku temenê wê li derdora 20’an e, destmaleke leşkerî li serê xwe pêça ye û wiha bi bêdengiyekê kûr çûye, li tiştinan digerim. Her çendî ew li ser wî latê ku rûniştiye wiha xuya dike ku li çiyayên Kurdistanê dinere jî, ez bawer dikim ku hin tişt hene ku çavê min nabînin, dixwazim ji vê bawer bikim.

Bêyî ku bizanibim ka ez di vê gerîlayê de li çi digerim, min got divê ez vê kêliyê bi mekaniya xwe ya wênegir, bigirim. Min rahişte mekînaya xwe ya wêneger û pê li deklanşorê kir.

Gerîlaya jin piştî ku min pê li deklanşorê kir di cihê xwe hilçenî û berê xwe da min. Li gel şermiya ku li ser rûdena wê xwe nîşan dayî, bi beşişîna wê re xemzeya wê li ser dêma wê vebişirî û got, ‘tu çi dikî?’’ Piştî ku min jê re got ez wêneyên wê digirim û min pirsî, ‘’dev ji min berde, ka tu çi dikî, tu wiha kûr û dûr ber bi kû ve çûyî?’’

Civata min û wê ya ku bi pirs û bersivan dest pê kirî, wiha berdewam kir..

Hema di cih de bersiv da min, ‘’Ez li çiyayên me difikirîm. Li xweşikiya çiyayên Kurdistanê, li xweşikiyên ku wan li jiyanê zêde kirine û li ya ku ez radestî van xweşikiyan kirime’’

Min ji nîşaneya ji bersiva wê fêhm kiribû, lê baş serwext nebûm bê ka kî ye. Hinekî bi kelecaniyê û bi meraq min pirsî.

Tu li kê difikirî wiha..

Dîsa di cih de bersiv li min vegerand û dest bi axaftinê kir, ‘’Di nav van ev çend xweşikiyan de diya min hate ber çavê min. Heke ez niha li van deran bim, ev bi dayika min e..’’

Çawa? Diya te tu şandî van deran?

‘’Belê, diya min a ku 9 mehan ez zikê xwe de higirtim, a ku heta ku ez tevlî refan bibim jî ji çavan diparastim, bi zehmetiyan ez xwedî kirim wê bi destê xwe ez şandim nav gerîla.’’

Ez li gelek çîrokên wiha yên gerîla rast hatim lê her carê jî şaş dimînim…

Ez dibêm qey ji ber wê fikra di serê min de hatiye çêkirin e ku dibêjin gerîla bêyî ku haya malbatê jê hebe, bi dizîka tevlî nav gerîla dibin. Lê dîsa jî ez şaş mam ku dayikek çêlîka xwe bişîne çiyayan!

‘DIVÊ LI HÎSA AZADIYÊ RAST WERIM, WÊ BINASIM’

Bi vê gerîlaya ciwan re em rûniştine û latekê dajon. Behs dike bê ka ew çawa hatine nav gerîla û behsa diya xwe dike:

‘’Li derdora ku ez lê mezin bûm gelek kes hebûn ku dixwestin tevlî nav gerîla bibin lê malbata wan dibû asteng. Lê dîsa jî wan berê xwe dane şoreşê. Dema ku pêşî diya min gotî divê tu tevlî nav refên têkoşînê bibîn şaş mabûm. Li derdora xwe min dît ku malbatan nedihişt ku zarokên wan tevlî nav gerîla bibin. Diya min jî ji bo ku ez bibim gerîla bi ser min de dihat. Ez hinekî tevlîhev bûm. Piştre rojekê diya min ez li pêş xwe dame rûniştandin û bi berfirehî behs kir bê ka ji bo çi divê ez tevlî nav gerîla bibim. Diya min got, ‘’Heke tu li nav vê pergala gemarî bimînî tu yê tu carî xwe nebînî, bi demê re tu yê bihelî û tine bibî. Di vê pergalê de ku serwerê wê dewlet e û mêr e ti caran tu yê nebî xwedî kêliyeke azad. Zimanê te, çanda te qedexe ye, tu yê weke hine dî bijî. Tu pê dizanî, tu kezeba ber dilê min î. Ez dixwazim kezaba ber dilê min ji bo azadiyê şer bike û kêliyekê be jî bi azadî bijî. Pêşî her çendî min baş fêhm nekiribe jî li ser xwestina diya xwe ez tevlî nav gerîla bûm.’’

BI HESRETA LI WELATÊ XWE MEZIN BÛYE

Beriya ku ez wê nas bikim ez hînî çîroka jiyanê ya gerîlaya Nûjiyan Botan bûm. 2015’an ji Edene hatiye û bûye gerîla. Bi eslê xwe Sêrtî ye Nûjiyan Botan. Bi zor û kotekiya dewleta Tirk, ji ber polîtîkaya dewleta Tirk ji şûnwarê xwe hatiye kirin û 21 sal temenê xwe li metropolên Tirkiyê derbas kiriye, bi hesreta welatê xwe mezin bûye… Tişta ku her zaroka Kurd jiyaye Nûjiyan Botan jî jiyaye; dema ku hatiye çaxê dibistanê ji bilî zimanê xwe bi zimanekî dî perwerde dîtiye li dibistanê Tirk û ji bo vê jî her carê tinaz lê hatine kirin û hatiye kêmkirin. Nûjiyan Botan zaroka dê û baveke welatparêz  a Kurd bû, ku bi doza azadiyê re bûn. Botan hê di ciwantî de, bi dê û bavê xwe hay ji giringiya çanda xwe, zimanê xwe bûye…Lê ji bo ku bûneweriya xwe bide qebûlkirin û rastiya xwe bikaribe bijî ev ne bes bû.

Diya wê dibêjiyê, ji bo daxwazên xwe divê têbikoşe, ji bo vê jî berê xwe bide çiyayên azad, nav refên PKK’ê, ji bo ku keça wê tevlî nav gerîla bibe wê teşwîq dike û dike ku bibe gerîla..Nûjiyan Botan dema ku behsa jiyana xwe ya gerîla dike û behsa diya xwe dike kelecaniya wê ji çavê wê diyar dibe, ‘’Dema ku li jiyana gerîla, li felsefe û têkoşîna wê difikirim, her ku rastiya têkoşînê nas dikim ez carinan ji xwe re dibêjim, gelo diya min berê gerîlatî kiriye. Tiştên ku dema ez şandim ji min re gotin têne bîra min. Weke ku ev jiyan dîtibe û jiyabe. Tiştên ku jiyayî, daxwaza welatê azad û baweriya wê ya bi mirovahiya azad ev pê didane gotin.. Dê û bavên ku nahêlin zarokên wan tevlî nav gerîla bibin, heke ev jiyan bidîtana, heke weke diya min fikirîbûna wê bi kelecaniyekê zarokên xwe bişandan. Heke were pirsîn bê ka tişta herî pîroz a ku dayikek ji bo zarokên xwe dikare bike, çiye, bersiva bi deh hezaran gerîlayan wê wiha be: ‘’nîşandana wî derîyî ye ku li azadiyê vedibe’’

Dema ku em ber bi kampekeke dî ya gerîla ve diçûn gerîla Nûjiyan jî li gel me dihat, gotinên dawî yên ku ji devê wê derktin: ‘’Ji bo her hilma ku li qadên berxwedanê distînim, ez malavaniyê li dayika xwe dikim, ji bo ku careke dî ez anîme dinyayê…’’