Serdana jinan a Sûrê tê astengkirin

Jinên ji saziyên curbicur ku  xwestin biçin serdana  Sûrê ya ku hilweşandina lê di bin dorpêçê de berdewam dike ji aliyê polîsan ve hatin astengkirin û tê xwestin ku ji qadê bên dûrxistin.

Hilweşandina li taxên Alîpaşa û Lalebeyê yên Sûra dîrokî berdewam dike. Li taxan bi qutkirina av û ceryanê ya ji ser taxan li welatiyan koçberî tê ferzkirin û bertekên li dijî hilweşandinê yên welatiyan jî berdewam dikin.

Parlamentera HDP'ê Sîbel Yîgîtalp, Felekans Uca, Hevseroka KCD'ê Leyla Guven, Heseroka Bajarê Amedê ya HDP'ê Ruken Akça, endamên Platforma Ji Hilweşîna Sûrê re na û Endamên TJA'yê çûn serdana welatiyên li Sûrê. Hat aşkerakirin ku ji bilî parlamenteran ketina taxên ku hilweşîn li wan berdewam dike ji aliyê polîsan ve hat astengkrin û hat xwestin ku welatî ji qadê bên dûrxisitn.