Dixwazin Cizîrê û Geverê  bikin baregeha leşkerî!

Wekîla Şirnexê ya HDP'ê Îrmez diyar kir, sedema ku dixwazin Cizîrê bikin bajar bi temamî ji ber polîtîkayên 'ewlehiyê' ye û got, "Gelo we li nêrîna gelê Şirnexê pirsî?"

Îrmez diyar kir polîtîkayeke bi armanca veberhênan aborî û civakî nedanîne ber xwe û got, divê Şirnex û Colemerg jî bajar bimînin.

Serokkomarê Tirk Erdogan roja Çarşemê di axaftineke xwe de got Colemerg û Şirnex wê ji statûya bajarbûnê werin derxistin, Cizîr û Geverê jî bikin bajar. Sînorên van bajaran bi Rojava û Başûr re hene ku plana wan girêdane ku van bajaran bikin 'bajarên ewlehiyê'.

Piştî şerê ku li Kurdistanê qewimî 70 ji 100’î yê Şirnexê hate hilweşandin, li Geverê jî li 4 taxan kevir li ser kevir nehiştin.

Saziyên Rêxistinên Civakî û şêniyên bajêr li ser biryara ku wê Şirnex û Colemergê bikin navçe, ji ber ku li fikr û ramana wan nepirsîne helwesta xwe diyar kirin.

Wekîla Şirnexê ya HDP’ê Aycan Îrmez got sedema ku dixwazin Geverê û Cizîrê bikin bajar siyasî ye û beriya niha jî, bi vê sedemê Şirnex kiribûn bajar.

‘HESABÊ BAJARÊN EWLEHIYÊ DIKIN’

Îrmez wiha got: "Ji bo ku bikin bajarê ewlehiyê Şirnex kiribûn bajar. Ne ku bi civakî, aborî û veberhênanî difikirin û dikine bajar. Xwezî bi mebesta civakî û aborî bûya lê rewşeke wiha nîn e. Armanca desthilatdariyê ya ji vê ew e ku dixwazin li Cizîrê zêdetir hêza leşkerî bi cih bikin ku Cizîr pir nêzîkî Rojava ye. Polîtîkaya AKP’ê ya li Rojava jixwe diyar e. Bi temamî bi wê polîtîkayê ye ku dixwazin Cizîrê bikin bajêr ewlehiyê. Ne ku avaniya wê ya aborî û civakî fikirîne û ev biryar dane."

‘DIVÊ ŞIRNEX Û COLEMERG BAJAR BIMÎNIN’

Îrmez diyar kir li fikrê gelê Şirnexê, li fikrê rêxistinên saziyên civakî yên bajêr nepirsîne û got, "Şirnex berê jî navçeyeke Sêrtê bû. Bi mebesta ewlehiyê kirin bajar, lê Sêrt jî bajar ma. Li vir divê li fikrê gel û nûnerên wan jî guhdar bikirana. Ji ber polîtîkaya ewlehiyê biryareke siyasî dane. Vîna gel nas nakin, nadin ber çavan. Ji ber ku biryareke bi serê xwe dane wê gel pir pê tengezar bibe. Şirnex her çendî weke bajaran xuya bike jî jixwe 70 ji 100’ê wê hilweşiyaye. Li ber bêyî ku li rewşa civakî û aborî ya gel bifikirin biryara ku wê bikin navça polîtîkaya cezakirinê ye. Di dîrokê de tiştekî wiha nebûye. Navçe bûne bajar lê bajar ti caran nebûne navçe. Cizîrê dikarin bikin bajar lê divê Şirnex jî bajar bimîne."