Dîwana Edaletê serlêdana temyîzê ya PKK'ê red kir
Dîwana Edaletê ya Yekîtiya Ewropayê serlêdana PKK'ê ya ji bo derxistina ji 'lîsteya rêxistina terorê' ya Konseya Ewropayê red kir.
Dîwana Edaletê ya Yekîtiya Ewropayê serlêdana PKK'ê ya ji bo derxistina ji 'lîsteya rêxistina terorê' ya Konseya Ewropayê red kir.
Dîwana Edaletê ya Yekîtiya Ewropayê (ABAD) serlêdana PKK'ê ya temyîzê ya ji bo derxistina ji 'lîsteya rêxistina terorê' ya Konseya Ewropayê red kir.
Dadgehê di biryara xwe ya 13'ê Adarê de diyar kir ku hiştina PKK'ê di lîsteyê de li gorî hiqûqê ye û pênc serlêdanên îtirazê yên bingehîn ên PKK'ê nederbasdar hesiband.
PKK'ê ragihandibû ku biryara Konseya Ewropayê ji aliyê naveroka xetên hiqûqî û hincetên xwe ve rojane nîne, tedbîrên hatine wergirtin dûrî ji hevsengiyê ne û serlêdana temyîzê kiribû. Lê belê dadgehê ragihand ku delîlên têrker hene ku PKK di lîsteyê de bê hiştin û serlêdana temyîzê qebûl nekir.
Bi vê biryarê re wê PKK di 'lîsteya rêxistinên terorê' ya Yekîtiya Ewropayê de bimîne.
Dîwana Edaletê bi vî rengî cara pêncemîn lîsteya rêxistinên terorîst a Yekîtiya Ewropayê erê kir.