Fransa, Îngîlîstan û Îtalya bi awayekî hevpar fûzeyan dikirin
Wezareta Parastinê ya Fransayê ragihand ku, li hember gefên zêde yên Ewropayê yên li ser ewlehiyê, Parîs, London û Romayê biryar dane ku bi giştî 218 fûzeyên balafirên Aster bikirin.
Wezareta Parastinê ya Fransayê ragihand ku, li hember gefên zêde yên Ewropayê yên li ser ewlehiyê, Parîs, London û Romayê biryar dane ku bi giştî 218 fûzeyên balafirên Aster bikirin.
Wezîrê Parastinê yê Fransayê Sebastîen Lecornu, ragihand ku Parîs, London û Romayê bi awayekî hevpar dê 218 fûzeyên Aster bikirin. Ev kirîn wê radestkirina 134 fûzeyên beriya niha hatine wergirtin, bi leztir bike. Radestkirina fûzeyan dê di sala 2025’an da destpê bike.
Fûzeyên Aster 30 B1 yên hatine kirîn wê li ser sîstemên parastina hewayî yên Fransa û Îtalyayê, her wiha li ser firkatînên siberojê yên hersê welatan bên bikaranîn.
Fûzeyên Aster 30 B1 yên ku ji aliyê MBDA’yê ve tên hilberandin, wê karibin hedefên li bilindahiya 25 hezar metreyî di menzîla 150 kîlometreyî de bixin û wê di sala 2026'an de bikeve xizmetê. Di heman demê de ev fûze dê xwedî kapasîteya pêşî girtina fûzeyên balîstîk ên hîpersonîk û menzîla navîn bin.