KON-MED’ê ji bo Newroza Frankfurtê li hev civiya
Li Frankfurtê ji bo amadekariyên Newroza ku wê di 29’ê Adarê de bê lidarxistin, civîn hate lidarxistin.
Li Frankfurtê ji bo amadekariyên Newroza ku wê di 29’ê Adarê de bê lidarxistin, civîn hate lidarxistin.
Ji bo Newroza ku wê li Frankfurtê bê lidarxistin, pênc federasyonên girêdayî KON-MED’ê li hev civiyan.
Di civînê de binesaziya teknîkî, bernameya dîkê, tedbîrên ewlehiyê, veguhestina gel ji bo qadê û hemû hêmanên lojîstîk û orgînazasyonê hatin nîqaşkirin û hate armanckirin ku binesaziya bernameyê bê saxlemkirin.
Pêkhateyên KON-MED’ê ji bo ku Newroza îsalê ku ji ber Banga Aşitî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo ji salên din xwedî wateyekî cudatir e, bi girseyî û bi coş derbas bibe xebatekî mezin dike.
Hevserokên KON-MED’ê ji bo Newroza navenda wê Elmanya ku wê bi şîara, “Azadiya Rêber Apo azadiya me ye” di 29’ê Adarê de li Frankfurtê bê lidarxistin wiha gotin: “Ev şîar banga ji bo têkoşîna azadiyê, aşitî, civaka demokratîk û xwişk-biratiyê ye. Em Newroza hemû gelan pîroz dikin û bang li Kurd û dostên wan dikin ku beşdarî cejna me ya neteweyî Newrozê bibin.”