Li Wanê agirê Newrozê yê yekem jinan pêxist
Li Wanê bi pêşengiya TJA’yê pîrozbahiya Newrozê hat lidarxistin.
Li Wanê bi pêşengiya TJA’yê pîrozbahiya Newrozê hat lidarxistin.
Li Wanê bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) Newroz li navçeya Tûşbayê hat pîrozkirin.
Gelek jin bi cil û bergên gelêrî beşdarî pîrozbahiyê bûn.
Di pîrozbahiyê de posterê yek ji pêşengê PKK'ê şehîd Mazlûm Dogan ê ku weke Kawayê Hesinkar tê nasîn hat vekirin û bê navber dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Newroz pîroz be", "Jin, jiyan, azadî" hatin berzkirin.
Jinan bi meşaleyan agirê Newrozê pêxistin û demeke dirêj li dora agir govend gerandin û dawî li pîrozbahiyê anîn.