Li Êlihê bi sedan kes Newrozê pîroz kir
Bi sedan kesên ku li Taxa Petrolkentê duyemîn agirê Newrozê vêxistin, banga xwedîlêderketina banga Rêber Apo kirin.
Bi sedan kesên ku li Taxa Petrolkentê duyemîn agirê Newrozê vêxistin, banga xwedîlêderketina banga Rêber Apo kirin.
Li Êlihê starta Newroza ku wê bi şîara "Rêbertiya Azad Civaka Demokratîk" û “Ji bo Azadiyê Newroza Civakî ya Demokratîk” bê lidarxistin, bi tevlîbûna hezaran kesî di 12’ê Adarê de li Taxa Korik hate dayîn.
Duyemîn agirê Newrozê jî li kêleka parka Şerzan Kurt a li Taxa Petrolkentê hate vêxistin.
Di pîrozbahiyê de tim û tim dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok jiyan nabe”, “Jin jiyan azadî”, “Ciwan fedaiyên Rêber Apo ne, “Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin” û “PKK gel e, gel li vir e” hatin berzkirin.
Agirê Newrozê bi rêzgirtin û sirûda “Çerxa Şoreşê” hate vêxistin û girseyê li dora agirê bi çepik, dirûşme û tililitan govendê gerandin.
Hevberdevkê Komîteya Amadekar a Newroza Êlihê Mustafa Mesut Tekîk di pîrozbahiyê de axivî. Tekîk diyar kir ku xelkê bajer eleqeyekî mezin nîşanî pîrozbahiyan didin û wiha got: “Destpêkê dayîka aştiyê Sakîne Arat ku jiyana xwe fedayî têkoşîna azadiyê kir û duh jiyana xwe ji dest da, bi bîr tînin. Weke hûn dizanin em vê Newrozê bi şîara ber bi Rêbertiya azad, civaka demokratîk û civaka aşitiyê pîroz dikin. Divê ciwan, zemîna partiyê û hemû welatparêz piştgirî bidin têkoşîna aşitî û azadiyê û pêşengtiyê bikin.”