'Divê PDK cenazeyên şehîdan bi rêzdarî radestî Rojava bike'

Letîf Fatîh Ferec nerazîbûn nîşanî daxuyaniyên rayedarên PDK'ê yên li dijî QSD'ê da û got, "Divê PDK'ê sersaxiyê li Rojava, Yekîneyên Antî Terorê bikre û cenazeyên şehîdan bi rêzdarî radestî Rojava bike."

Êvara 15’ê Adarê 2 helîkopterên ku şervanên Yekîneyên Antî Teror (YAT) ên ser bi Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) diçûn Silêmaniyê ji ber rewşa hewayê ya xirab ketibûn xwarê û di encamê de 9 şervanên YAT’ê şehîd bûbûn.

Li ser vê yekê di serî de Serokê Hikûmeta Herêma Başûrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî û piştre Encûmena Asayîşa Herêmê daxuyaniyek dan û xwestin QSD’ê krîmînalîze bike û gotibûn: “Çi karê wan helîkpteran li wir heye, destûr negirtine. Ev helîkopter çawa ketine destê wan.” Divê ev yek bê lêkolînkirin.

Li ser vê mijarê Rojnamevan û Nivîskar Letîf Fatîh Ferec ji ANF’ê re nirxand.

‘HETA NIHA ENCÛMENÊ LI SER ÊRÎŞÊN Û BALAFIRÊN TIRKIYE DI DAXUYANÎ NEDAYE’

Ferec ewilê bal kişand ser daxuyaniya Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê û got: “Daxuyaniya Encûmena Asayîşa Herêmê ne di xizmeta gelê Kurd, dikeve xizmeta neyarên gelê Kurd. Heta niha Encûmena Asayîşa Herêmê li ser bomberdûman û êrîşên dronan ên dewleta Tirk a dagirker a li Başûrê Kurdistan, Kortek, Kelar û Çemçemal û dîsa gelek deverên din ku welatî bûne qûrbanî nedaye. Di van êrîşan de heta niha bi sedan kes şehîd û birîndar bûne Encûmena Asayîşê ti daxuyanî ser nedaye. Di dema xwe de Parlementoya Başûrê Kurdistan û heta PDK bi xwe jî piştevanî vê hêz û aliyê kiriye ku daxuyaniyên wiha gumanê çêdikin.Ev jî vê dide nîşandan bê gelo dewleta Tirkiye dema Şengal, Kanî Masî, Behdînan, Çemçemal û Kelar derbas dike?”

‘ENCÛMENÊ ŞÛNA VAN GOTINAN DIVÊ SERSAXÎ DABA’

Rojnamevan Letîf Fatîh Ferec wiha domand: “Ev şaştiyeke mezin e, wate gotina destûr negirtiye. Ev tê çi wateyê? Ev şaştiyeke. Ev helîkopterek Kurd li nav bûn, li dijî DAÎŞ’ê têkoşîneke mezin kirine. DAÎŞ têk birine. Xwedî roleke mezin e ji bo tinekirina DAÎŞ’ê. Divê xebatê bikin li Başûr. Divê madalyonên azadî û serketinê li bedena wan bê xistin, nebê gotin wele destûra wan nîne. Encûmena Asayîş şûna van gotinan bikiriba divê sersaxî bidaba. 

‘ALÎKARÎ Û PALPIŞTÎ RÊYA HERÎ RAST E’

Ferec anî ziman ku têkiliyeke xurt a QSD’ê û hêzên hevpeyman heye û YNK jî piştevaniya vê hêza Kurdî dike û ya rast jî ev e û ev nirxandin kir: “Hevkariya QSD li gel Hêzên Hevpeyman ya li gel hêzên Antî Teror ên YNK’ê tim hebûye. Alîkariya hev kiriye. Ev alîkarî ne tenê li ser asta asayîş, li ser asta mirovî jî gelek carî alîkariya hev kirine. Ji bo parastina xelkê Rojava alîkariya hev kirine. Ev hevkarî û palpiştî rêya herî rast e. Divê hêzên hevpeyman vê yekê lêkolîn bike, gelo rastî sedemê ketina du helîkopteran a bi hev re çiye? Rewşa avhewa ye, yan na? Divê taybet Emerîka û Hevpeyman vê yekê lêkolîn bike, ne wekû Birêz Mesrûr bêje divê lêpirsîn bê kirin bê ka çawa bûye ku ev sînor hatine derbaskirin û ev helîkopter çawa ketine destê wan?”

‘DAXUYANIYA BARZANÎ Û ENCÛMENÊ DIKEVE XIZMETA TIRKIYE’

Rojnamevan Letîf Fatîh Ferec rexne li PDK’ê û Barzanî girt û got: “A rast divê PDK’ê sersaxî li Rojava, Yekîneyên Antî Teror bikiriba û bi şêwazeke baş cenazeyên şehîdan bi rêzdariyeke mezin bişandiba ji bo Rojava. Lêkolîneke baş bikiriba ku çawa ev bûyer pêk hatiye. Helwesta PDK’ê û Serokê Hikûmeta Herêmê Mesût Barzan û Encûmena Asayîşê dikeve xizmeta dewleta Tirkiye. Ev helweste helwestekî ne baş bû hate nîşandan. Ne li gel yekîtî û yekrêziya Kurdan e.”