Divê her kes piştgiriya gelê Sûrê bike, ji qirkirinê re bibêje NA!

KCK: “Li Amedê dixwazin taxa Sûrê hilweşînin, giyan û nasnameya gelê Kurd winda bikin.”

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê têkildarî hilweşandin û talana dewleta Tirk a li navçeya Sûrê ya bi ser Amedê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

KCK’ê diyar kir ku Sûr giyanê Amedê ye û banga xwedîlêderketina berxwedana Sûrê kir. Di daxuyaniyê de hat wiha hate gotin:“AKP plana hilweşandinê niha jî bi rê û metodên cihê dixwaze bidomîne.”

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê di daxuyaniya xwe de diyar kir: “Hêzên faşîst ên bi serokatiya Tayyîp Erdogan bi plana hilweşandinê ya sala 2014’an ji xwe re kiribûn armanc ku bi sedan jin, zarok, kal û pîran qetil bikin û avadaniya demografîk a Kurdistanê biguherînin. Dixwazin bajarên qedîm ên Kurdan ên wekî Sûrê hilweşînin û gelê me têxin kampên qirkirinê yên betonî yên ku giyan û çanda wê tune.

Desthilatdariya AKP’ê li ser navê veguherîna civakî taxan hildiweşîne û ji rantê re vedike. Bi vî awayî muteahîtên xwe dewlemend dikin û civakên ku li taxên xwe di nav hevgirtinê de ne jî ji hev belav bikin.”

DIXWAZIN GIYAN Û NASNAMEYA GELÊ KURD WINDA BIKIN

KCK’ê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku hilweşandina taxan dibe amûra qirkirina fîzîkî û çandî û bi hilweşandina Sûrê re jî dixwazin giyan û nasnameya gelê Kurd winda bikin.

Di dawiya daxuyaniyê de wiha hate gotin:

“Ji bo şikandina îradeya gelê Kurd taxên qedîm ên Sûrê hilweşandin û niha jî bêyî fikr û pêşniyazên saziyên sîvîl dixwazin taxên Alîpaşa û Lalebeyê yên Sûrê hilweşînin. Li ser navê veguherîna civakî tax, kolan û gundên qedîm hildiweşînin.

PLANA HILWEŞANDINÊ BI AWAYEKÎ DIN DIDOME

Desthilatdariya faşîst bêyî nêrîna civak û gel, zagonên hilweşandinê amade kirine, ji bo ku gel ji malên xwe derkevin av û elektrîka wan qut kirine. Hilweşandina van taxan dibe dûmahîka hilweşandina bi tank û topan a sala 2016’an. Desthilatdariya AKP’ê niha jî plana hilweşandinê bi rê û metodên cihê didomîne.

BANGA XWEDÎLÊDERKETINA BERXWEDANA SÛRÊ

Divê gelê me û hemû saziyên sivîl ên demokratîk li hemberî van hilweşandinan, li berxwedana Sûrê xwedî derkevin. Ne bi tenê kesên ji Sûrê yên ku malên wan hatine hilweşandin, divê hemû gelê Amedê beşdarî vê berxwedanê bibin. Ev berxwedan, mafê herî demokratîk û meşrû yê gelê Amedê ye. Li ser vî esasî em bang li gelê Amedê, gelê Kurdistanê û dostên wan dikin ku ligel gelê Sûrê vê berxwedanê geş bikin û piştgiriya vê berxwedanê bikin.”