'Divê gelê Kurd hesreta xwe ya ji bo Rêbertî bike hêza têkoşînê'

Stêrk: Heta ku pirsgirêka Kurd çareser nebe, Kurd nebin xwedî mafê demokratîk û Rêberê me azad nebe, Tirkiye demokratîk nabe û ji gefa darbeyan rizgar nabe.

Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê Zilar Stêrk, tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û êrîşên hevkariya AKP-MHP'ê yên li dijî gelê Kurd ji ANF'ê re nirxand.

Stêrk da xuyakirin, li Îmraliyê şert û mercên taybet ên tecrîd û îzolasyonê hene û got, "Dîlgirtina Rêberê me gefeke mezin e li ser gelê me û tevgera me. Di şexsê Rêberê me de vîna gelê Kurd dîl hatiye girtin."

FIKARÊN ME YÊN LI SER EWLEKARÎ Û TENDURISTIYA RÊBERÊ ME ROJ BI ROJ ZÊDE DIBIN

Stêrk destnîşan kir, ku xeteriyên gelekî mezin hene û wiha dewam kir: "Fikarên me yên li ser tenduristî û ewlekariya Rêberê me, roj bi roj zêde dibin. Salvegera komploya navneteweyî nêz e û niha piştî hewldana darbeya 15'ê Tîrmehê rewşeke gelekî xetere ya siyasî heye. Ji ber ku Tirkiye niha ji aliyê koalîsyona faşîst a AKP-MHP'ê ve tê birêvebirin. Ev yek hikûmeteke darbeyê ye. Ne hikûmeteke meşrû ya ji hilbijartina 7'ê Hezîranê derketiye. Ev hikûmeteke darbeyê ye, ku ji sindoqên 1'ê Mijdarê derketiye. Ne diyar e ku hikûmeteke bi vî rengî ji bo berjewendiyên xwe yên rojane çi bike."

Stêrk da zanîn, divê êdî Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT) biçe Îmraliyê û encamên serdana xwe ji gelê Kurd û raya giştî ya cîhanê re eşkere bike. Stêrk got, "Ne tenê gelê me yê li Bakur, di heman demê de gelê me yê li Rojava, Başûr û Rojhilat, wekî din gelê me yê li derveyî welat jî têkildarî rewşa Rêberê me bi tirs û fikar e. Li ser êgir e."

HILBIJARTINA 1'Ê MIJDARÊ DARBEYA HERÎ MEZIN A LI TIRKIYEYÊ HATIYE KIRIN E

Zilar Stêrk da xuyakirin, ku li holê darbeyeke siyasî ya AKP-MHP'ê heye û ev nirxandin kir: "Ev rêveberiya darbeyê, ji 7'ê Hezîranê û vir ve di pratîkê de û bi rengekî fermî di dewrê de ye. Û zêdeyî 6 mîlyon dengên demokratîk ên di 7'ê Hezîranê de ji HDP'ê re hat dayîn, ji nedîtî ve hat. Vîna demokratîk a Tirkiyeyê di hilbijartina 7'ê Hezîranê de çareseriya hikûmeta koalîsyonê afirand. Vê rêveberiya darbeyê, ev çareserî di şevekê de kuşt. Got, 'Ez vê hilbijartinê nahesibînim, hilbijartin wê ji nû ve bê kirin'. Ji tevahiya Tirkiyeyê re got, 'hûn çi dikin bikin, divê hûn AKP'ê bi tena serê xwe bikin desthilatdar'. Di 7'ê Hezîranê de gel biryara meclîs û hikûmeta koalîsyonê da. Lê bi vê meclîsê hikûmet neda avakirin. Kesî hesabê vê nepirsî. Lewma hilbijartina 1'ê Mijdarê weke fermanekê li ser vîna tevahiya Tirkiyeyê ferz kir. Hilbijartina 1'ê Mijdarê darbeya herî mezin e ku li demokrasiya Tirkiyeyê hatiye kirin."

Stêrk diyar kir, eger formula koalîsyonê ya ji 7'ê Hezîranê derket biketibûya meriyetê, wê rewşa Tirkiyeyê mîna îro nebûya û destnîşan kir, koalîsyona fîlî ya AKP-MHP'ê ya di hilbijartina 1'ê Mijdarê de derket, bû hikûmeteke şer û darbeyê.

RÊYA RIZGARIYA JI DARBEYAN, ÇARESERIYA DEMOKRATÎK A PIRSGIRÊKA KURD E

Stêrk destnîşan kir, ku Kurdan xwestin bi berxwedana xwerêveberiya demokratîk bersivê bide vê hikûmeta şer û darbeyê û got, "Hêza bingehîn a ku pê li frena vê hikûmeta şer û dabeyê kir, Kurd in. Eger Kurdan dest bi berxwedana xwerêveberiyê nekiribûna, wê ev şer û siyaseta qirkirinê hê girantir bûya. Di vî warî de manîpulasyoneke cidî heye. Em bi vê dizanin. Lazim e ev êdî were fêhmkirin. Ji xwe têkildarî van bûyeran, hewldana darbeya leşkerî ya 15'ê Tîrmehê pêk hat. Tişta ku jê re mekanîka darbeyê tê gotin ev e. Rêbaza rêveberiyê ya AKP'ê kir ku li Tirkiyeyê darbe di nava darbeyê de bê kirin. Li Tirkiyeyê heta ku pirsgirêka Kurd neyê çareserkirin, Kurd nebin xwedî mafên xwe yên demokratîk û Rêberê me azad nebe, wê pirsgirêka demokrasiyê ya Tirkiyeyê çareser nebe û Tirkiye ji gefa darbeyan rizgar nebe. Yekane rêya rizgariya ji darbeyan, çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd e."

'BERXWEDÊRÊN STRASBOÛRGÊ SILAV DIKIM'

Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê Zilar Stêrk di dewama axaftina xwe de bal kişand ser helwest û çalakiyên gelê Kurd ên li dijî tecrîda li ser Ocalan û got, "Gelê Kurd esareta Rêber Abdullah Ocalan ti carî qebûl nekir. Vê yekê weke esareta xwe dibîne. Ji bo pêşî li komploya navneteweyî bigire û vê esaretê ji holê rake, bû xwedî sekneke têkoşerî, çalakger û xwedî vîn."

Stêrk çalakiya nobedê ya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ev 239 hefte ne bênavber li Strasboûrgê tê lidarxistin bibîr xist û got, "Ev çalakî gelekî hêja ye. Ez hemû Kurdan û dostên hêja silav dikim, ku her hefte bi rê dikevin û ji bo azadiya Rêbertî nobedê digirin. Di heman demê de li her devera lê ne, ji bo rakirina tecrîda li ser Rêbertî çalakiyên cihêreng lidar dixin. Ev sekna gelê me, hewldaneke hêja ye. Kurd bi vê sekn û hewldanên bi rûmet, dîroka xwe ya azadiyê dinivîsînin."

Stêrk da xuyakirin, ku ji bo ev çalakî rê li ber encamên bi bandor vekin, divê xurtir bibin û wiha dewam kir: "Şermezarkirina faşîzma ku niha li Kurdistanê tê kirin û protestokirina tecrîda şidandî têrê nake. Pêwîstî bi çalakiyên dewlemend heye. Bi taybetî divê ciwan bi vê erka dîrokî rabin."

'DIVÊ ÇALAKÎ QAT BI QAT BÊN ZÊDEKIRIN'

Stêrk anî ziman, ku heta agahiyekê ji ewlekarî û tenduristiya Rêberê Gelê Kurd bigirin, lazim e çalakiyên tên lidarxistin, qat bi qat zêde bibin û wiha dewam kir: "Lazim e gelê Kurd, hêvî û hesreta xwe ya ji bo Rêberê xwe veguherîne hêza têkoşînê. Eger gelê me bixwaze, xwedî wê hêzê ye ku Rêbertî ji nava esareta komplokeran rizgar bike. Ji ber ku siberoja gelan di destê gelan de ye. Mîna ku hevrê Çiyager li Sûrê, hevalê Mehmet Tûnç li Cizîrê got; 'encama vê têkoşînê wê bêhempa be'. Xeyala Dayika Taybet a ji Botanê û Cemîle ya biçûk lê dil mezin, kêliyên serketinê bûn û ev kêlî êdî nêz in. Divê her kes zanibe, her dilopa xwîna Kurdan a rijiya ye, ne belasebep e. Gelê me wê ji sedî sed bi ser bikeve."