'Divê gelê Çewlikê êdî polîtîkayên AKP'ê bibîne'
Gerîlaya YJA Starê Sozdar Evîn got, "Min hêza jinê di nava PKK'ê de dît" û ji ANF'ê re qala tevlîbûna xwe ya li nava refên gerîla kir.
Gerîlaya YJA Starê Sozdar Evîn got, "Min hêza jinê di nava PKK'ê de dît" û ji ANF'ê re qala tevlîbûna xwe ya li nava refên gerîla kir.
Sozdar Evîn, ku malbata wê alîgirê AKP'ê ye, bang li malbata xwe û gelê Çewlikê kir, ku êdî polîtîkayên înkar û tinekirinê yên dewleta Tirk bibînin û li ber van polîtîkayan rabin.
Sozdar Evîn, dema li Zanîngeha Eren a Bedlîsê xwendekar bû, PKK nas kir û tevlî nava refên gerîla bû. Sozdar Evîn qala jiyana xwe ya berî û piştî zanîngehê kir: "Dema li Çewlikê bûm, ez dûrî ji jiyana PKK'ê bûm. Ji ber ku hikûmeta AKP'ê bi bikaranîna ol re bandor li gelê Çewlikê kiribû. Gelek Kurdên li wê derê jî haya xwe ji vê rastiyê tine bû û xwe nêzî AKP'ê dikirin. Malbata min jî yek ji van bû. Weke ku tê zanîn li Çewlikê bandora ol gelek e. Ev bandor bi giranî li jin û zarokan dibe. Li Çewlikê, yekane partiya ku min nas dikir AKP bû. Heta ku hatim çûm zanîngehê, malbata min bi xwe jî propaganda wê dikir. Ji ber ku di nava rewşeke bi vî rengî de mezin bûm, min li rewşê nedipirsî. PKK jî bi rengekî berevajî dihat naskirin. Halbûkî wan PKK nas nedikirin."
'JIYANA MIN LI ZANÎNGEHÊ GUHERÎ'
Sozdar Evîn piştî ku dest bi xwendina li zanîngehê kir, tevlî nava xebatên ciwanên şoreşger bû. Ji ber ku hevalên wê polîtîk bûn, jiyana wê gelekî guherî. Piştî demekê derbasî Garzanê bû û gerîla nas kir. Hest û ramanên xwe yên li ser wê rojê wiha vedibêje: "Li wê derê yên ku di destpêkê de bala min kişand gerîlayên jin bûn. Min ji xwe dipirsî 'gelo jin çawa dikarin bi tena serê xwe li çiyê bijîn. Xwedî îrade û hêzeke çawa ne?' Ji ber ku di tevahiya emrê xwe de jinên ku min ew dîtin, her tim zext li wan dihat kirin, dihatin nixumandin. Ol herî zêde bandor li jinê dikir. Ji ber ku bi çavê 'namûsa min e' li jinê dihat nerîn, jin her tim di plana duyemîn de bûn. Yên ku herî zêde qîmet didan jinê, jin dikirin kole. Dema min dît jin li çiyê ewqasî xurt e, hem ketim nava coş û heyecanê, hem jî min xwest di demek ji ya din zûtir xwe bigihînim vê hêzê."
DEMA KU HOVÎTIYA DIJMIN DÎT...
Sozdar Evîn di dewama axaftina xwe de qala bûyereke dilşewat a ku bandor li tevlîbûna wê kir, dike: "Dema çûm Garzanê, em ewilî çûn şehîdgehê. Li şehîdgehê gelek tiştan bala min kişandin. Gora gelek hevalan li wir hebû. Li ser goran jî şopên lingan hebûn. Goristan hatibû xerakirin. Dema min li sedema vê yekê pirsî, gotin dijmin bombe li şehîdgehê barandiye. Ya rast, cara yekemîn min li wê derê dît ku dijmin ewqasî hov e, barbar e. Heta wê çaxê ez ne li benda vê bûm. Ji xwe mirovên jiyana xwe ji dest dane li wir radizên. Dijmin nekarîbû xwe li van jî rabigire. Hêrsa min a li dijî dijmin zêde bû û min xwest tola van hevalan ji dijmin hilînim. Wekî din ez ji xwe gelekî hêrs bûm, ku heta wê rojê min li sîstemeke bi vî rengî ya dijmin nepirsiya ye. Min polîtîkayên dijmin ên li dijî me dîtibû. Û di wê kêliyê de min biryar da tevlî bibim. Ji bo naskirina gerîla çûbûm Garzanê û min li wir ji wan re got, ku dixwazim tevlî bibim."
BER BI JIYANA AZAD VE
Gerîla Sozdar Evîn jiyana xwe ya piştî tevlîbûna li nava refên gerîla vegot: "Ya rast, dema derketim serê çiyê, min tenê dixwest rahêjim çekê û li dijî dijmin şer bikim. Tolhildana herî mezin a ji bo min, wê ev bûya. Lê belê PKK berî ku mirovan perwerde bike, berî ku hîn bike bê ji bo çi şer dike, nahêle kes şer bike. Min ev yek dît. Di destpêkê de em tevlî perwerdeyên îdeolojîk bûn. Dûre jî beşdarî perwerdeyê leşkerî yên berfireh bûn. Di nava perwerdeyê de em li ser polîtîkayên dijmin ên li ser gelê Kurd, bi taybetî polîtîkayên li dijî ciwanan, kûr bûn. Bi rastî jî min wê çaxê fêhm kir, ku bi salan ez vala jiyam e. Piştî ku rastiya Rêbertî, dîroka PKK û Kurdistanê hîn bûm, jiyana min watedar bû û min fêhm kir ji bo çi dijîm. Lêpirsîna min a ji niha û pê ve li ser bingeha naskirina dijmin, naskirina xwe, hînbûna rastiya gelê Kurd bû. Ji bo min ev girîng bûn. Bi taybetî weke jinekê ez bûm xwedî îradeyekê. Derketina ji nava zext, koledarî û mêtîngeriyê, xwegihandina qada azad, gelekî bandor li min kir."
'JI BO DÎTINA RASTIYÊ BILA RÊBERTÎ BIXWÎNIN'
Gerîlaya YJA Starê Sozdar Evîn bal kişand ser bandora neyînî ya têgihiştina ol a li Çewlikê serdest e û di dawiya axaftina xwe de bang li gel û ciwanên Çewlikê kir: "Ji ber ku li Çewlikê ol li pêş e, ev yek herî zêde bandoreke neyînî li jinan dike. Wekî din, li dijî jinan gelek lîstik tên lîstin. Pêwîste gelê Çewlikê, bi taybetî jin û ciwan çavên xwe vekin û polîtîkayên AKP'ê bibînin, li dijî van polîtîkayan şer bikin. Eger vê nekin, wê dîrok wan ti carî efû neke. Ez bang li malbata xwe jî dikim. Eger dixwazin dîrok û çanda rastî hîn bibin, bila Rêbertî bixwînin. Wê bibînin ku li ser gelê Kurd lîstikên mezin tên lîstin û hatine asîmîlekirin. Bila hewl bidin PKK'ê, Rêber Apo nas bikin. Ya herî girîng jî bila jin û ciwanên li Çewlikê tevlî PKK'ê bibin. Bi vî rengî dikare pêşî li polîtîkayên AKP'ê were girtin. Heta ku Rêberê me di nava tecrîdê de be, heta ku zextên giran li gelê me tê kirin, nabe ku mirov bi dilrehetî bijîn. Girîng e her kes rabe ser piyan û li dijî dijmin têbikoşe. Weke gerîlayleke azadiyê ya Kurd ez ê jî her tim vî şerê xwe bidomînim."