'Divê em kilîda zindana Îmraliyê bişikînin'

Ji beşdarên baskê Wanê yê Meşa Mezin a Azadiyê Ramazan Demîr got, "Azadiya Rêbertî azadiya tevahiya civakê ye. Ji bo misogerkirina azadiyê divê em kilîda zindana Îmraliyê bişikînin."

Ji beşdarên Baskê Wanê yê Meşa Mezin a Azadiyê Ahmet Pekbay û Ramazan Demîr têkildarî meşê ji ANF'ê re axivîn.

Ahmet Pekbay got, "Heta ku tecrîda li ser Rêberê me bi dawî bibe, em bi biryar in ku çalakiya xwe dewam bikin. Me ji bo Rêberê xwe seferberî ragihandiye. Divê tevlîbûn li vê seferberiyê bibe. Rêberê me 25 sal in li zindanê ye û sê sal in bi ti awayî agahî jê nayê wergirtin. Divê em azadiya fîzîkî ya Rêberê xwe misoger bikin."

Ramazan Demîr jî diyar kir ku li gel zor û zehmetiyan jî ew Meşa Mezin a Azadiyê dewam dikin û got, "Li ser Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan tecrîdeke giran heye. Armanca me şikandina tecrîdê ye. Roja dawî ya meşa me 15'ê Sibatê ye. Ji 27'ê Mijdarê û vir ve hevalên me yên li zindanê di greva birçîbûnê de ne. Heta ku hevdîtin bi Rêberê Gelê Kurd re bê kirin çalakî wê dewam bikin. Misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêbertî ne tenê eleqeya xwe bi şexsekî re heye. Azadiya Rêbertî tê wateya azadiya tevhiya civakê. Divê em azadiya fîzîkî ya Rêbertî misoger bikin û ji bo vê jî kilîda zindana Îmraliyê bişikînin."