‘Divê êdî gelê Êzidî rabe li ser lingan‘

Alîgira Hevserokên Rêveberiya Xweser a Şengalê Sêvê Emo anî ziman ku li dijî êrîşên dewleta dagirker ya Tirk divê êdî gelê Êzidî rabe li ser lingan.

Balefirên şer ên dewleta dagirker ya Tirk di saetên êvarî de avahiya Meclîsa Gel a Xanesor bombebaran kir. Alîgira Hevserokên Rêveberiya Xweser a Şengalê Sêvê Emo anî ziman ku li dijî êrîşên dewleta dagirker ya Tirk divê êdî gelê Êzidî rabe li ser lingan.

Emo anî ziman ku weke tê dîtin cardin balefirên şer êrîşî Şengalê kir û wiha got: “Cihê ku hatiye bombebarankirin avahiya Meclîsa Gel e. Avahiyek sivîl e, dê sibe ji bo şehîd Merwan meresimek ya bîranînê hatiba li darxistin.“

‘HER ROJ SIVÎL TÊNE QETILKIRIN‘

Emo li dijî qirkirina Êzidiyan bang li raya gitî kir û wiha got: “Divê gelê Êzidî li dijî êrîşan rabe li ser lingan. Kesên êrîş dikin dijminê gelê Êzidî ye. Her roj êrîşî Êzidiyan dikin û sivîlan qetil dikin. Li vir PKK tuneye. Cihê ku kirine armanc cihê sivîlan e. Divê her Êzidiyek li dijî êrîşan rabe li ser lingan û çalakiyan pêk bînin. Ji zilmê re êdî bes e.“

Şengaliyên li dijî êrîşan bertekên xwe anîn ziman bang li her kesê kirin ku li dijî Êzidiyan komkujiyek siyasî pêk tê, divê li dijî êrîşan her kes tevlî berxwedanê bibe.