'Dîsa hesabên xwe li ser mirina mirovan dikin'

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî, ji şêniyên Êlihê re axivî.

Hevserokê HDP’ê Sezaî Temellî, duh danê êvarê li Êlihê bi gel re civiya. Di mîtîngê de ku bi deh hezaran kes tevlî bûn Temellî ev peyam dan:

LI ÊLIHÊ DEMA 5'AN E

"Dema min xwe gihand Êlihê ez matmayî mam. Her kesî nîşaneya 5'an dikir. Min ji hevalê xwe pirsî û got ev çi ye? Ji min re gotin li Amedê 12 çi be, li vir jî 5 ew e.

Belê, niha dema 5-0 ye. Em ê hemû hevalên xwe bişînin meclîsê. Hem ji bo Êlîhê, hem ji bo Tirkiyeyê. Êlihî wê dîsa cihê xwe di wê meclîsê de bigirin. Em ê hemû bi hev re pirsgirêkên vî welatî çareser bikin. Em ê meseleya vî welatî ya demokrasiyê jî, ya Kurd jî, pirsgirêka Erdogan jî çareser bikin. Lê destpêkê em ê di 24’ê Hezîranê de pirsgirêka Erdogan çareser bikin. Em ê wî bimalin bavêjin sergîna faşîzmê. Piştî wê hêsan e. Piştî wê em ê bi hev re ligel hemû cêwaziyan pirsgirêkên çareser bikin.

Namzetê me yê serokkomariyê rêzdar Selahattîn Demîrtaş, ji bo çareserkirina pirsgirêkên vî welatî yên demokrasî û aştiyê têkoşiya. Mîna Fîgen Yuksekdagê, mîna Selma Irmakê, mîna hemû hevrêyên me. Ji bo em hemû hevrêyên xwe ji zindanê derînin em ê biçin dengê xwe bidin. Em ê hemû bi hev re hevrêyên xwe ji zindanê derînin."

'EM RÊ NADIN KESÊN KU DIXWAZIN GELAN BIKIN DIJMINÊ HEV'

"Erdogan mîna berê dîsa li Amedê bi hinceta bûyerên 6-8’ê Cotmehê xwest hem Selahattîn Dermîrtaş hem jî HDP sûcdar bike. Dîsa kete nav hewldanên xapandina gel. Bi vî awayî dibêje qey wê  rejîma xwe ya yekzilamî bidomîne. Em, li hemberî komkujiyên DAÎŞ’ê, xwedî li gelê Kobanê derketin. Weke îro, em ê her tim xwedî gelên Rojhilata Navîn û hemû gelan derkevin. Gelên her welatî xwedî mafê diyarkirina çarenûs û pêşeroja xwe ne. Çarenûsa Sûriyê, divê gelê Sûriyê diyar bike,  çarenûsa Tirkiyê gelên Tirkiyê diyar diyar bike. Em ê rê nedin kesên ku dixwazin gelan bikin dijminê hev."

'HESABÊN LI SER QENDÎLÊ'

"Kesên ku îro mafên gelê Kurd destser dikin û dixwazin bi gotina 'Pirsgirêka Kurd nîne' xebatên hilbijartinê bikin, beriya hilbijartina 24’ê Hezîranê dîsa bangeşiya şerxwaziyê dikin, dîsa li ser Qendîlê hesabên kirêt dikin, dîsa hewara xwe digihînin mirinên ku pêk bên. Nizanin ku her mirinek mirina me hemûyan e, êş û jana me ye, her dayik dayika me ye. Ji bo dawîlêanîna van êş û janan, em ê tev bi hev re ji vê desthiladariya şerxwaz xilas bibin. Wê demê dê riya çareseriya, wê dayik negirîn, wê hemû dayikên vî welatî bên ligel hev, yên hevparê heman êşê ne wê bi hev re bibin çareser. 

Ji bo ku li vî welatî şer, gendelî bidome, ji 5’ê Nîsana 2015’an heta niha li ser Rêberê Gelê Kurd Ocalan tecrîd tê pêkanîn. Em ê dawî li vê tecrîdê bînin. Tecrîd , polîtîkaya şer e. Deynê stûyê me ye ku em dawî li vê dorpêça welêt bînin."

'DI DEMEKE KU HER KES BI HÊVÎ BIBÛ PLANA ÇOKDANÎNÊ DANE PÊŞ'

"Li vî welatî ji hêla tu desthiladaran ve ewqas zilm nehatiye pêkanîn. Me di paşerojê de gelek êş kişandin. Belê, êrîş li ser hemû nirx û çanda me hat kirin. Mehmet Sîncar, Aram Tîgran û gelek nirxên me tên bîra me. Lê ev desthiladarî bi hêvî û xeyalên gel leyîst. Di demeke ku hêviyên her kesî ji bo dawîlêanîna êşan zêde bûyî de plana çokdanînê xistin meriyetê. Em ê van jibîr nekin, hesabên wan bipirsin. Em ê hesabê qeyuman jî bipirsin."