Dîmenên êrişa li ser Şengalê

Dewleta Tirk a dagirker doh bi şev bombardûmaneke giran li qadên sivîlan ên li Şengalê kir. Em dîmenên têkildarî şewatê yên gihîştine ber destê me diweşînin.

Balafirên şer ên Tirk doh bi şev bi balafirên şer bombardûman li Kampa Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr), Şengal û Herêmên Parastinê yên Medyayê yên li Başûrê Kurdistanê kir.

Gelek qadên sivîlan û nexweşxaneya Serdeştê jî di nav de gelek herêm hatin bombekirin. Li gorî agahiyên destpêkê, ji sivîlan hin kes birîndar bûne. Ji ber bombardûmana dewleta Tirk xisareke mezin gihîşt gel.

Di vê navberê de ji dema bombardûmanê û vir ve balafirên keşfê li ser Şengalê digerin.

Şewata ji ber bombardûmanê rû da hîn jî dewam dike.