Çeka sereke ya mêtingeran a li dijî Kurdan: Gaza kîmyewî

Gazên kîmyewî, ku ji Dersimê heta Helebçeyê çeka sereke ya hêzên mêtinger bû, vê carê li Garê hate bikaranîn. Tevî ku hatiye tespîtkirin di destê artêşa Tirk de çekên kîmyewî yên qedexekirî hene jî saziyên navneteweyî bêdeng in.

Têkildarî detayên êrişa dagirkeriyê ya dewleta Tirk a li ser Garê ku di navbera 10-13'ê Sibata 2021'ê de hate kirin, Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan ji Stêrk TV re axivî û agahiyên balkêş da. Karayilan diyar kir ku dewleta Tirk li Garê gaza kîmyewî bi kar anî, bi vî rengî komkujî kir û xwest, ku heyeteke serbixwe li herêmê lêkolînê bike.

Beriya niha jî gelek caran belge, agahî û dîmen eşkere bûn, ku nîşan didan di destê artêşa Tirk de gazên qedexekirî hene. Li gel vê yekê jî saziyên navneteweyî, her wiha dewletên rojavayî pêwîstî pê nedîtin ku li mijarê bikolin.

DI SALA 1986'AN DE FERMANA 'GAZA BI JEHR BI KAR BÎNIN' DAN LEŞKERAN

Piştî ku bi pêşengiya PKK'ê di 15'ê Tebaxa 1984'an de têkoşîna çekdarî dest pê kir, artêşa Tirk hem kapasîteya xwe ya gazên kîmyewî mezin kir, hem jî ferman da ku ev gaza bi jehr bê bi karanîn. Belgeya destpêkê ya di vê der barê de di nava salên 1980'î de eşkere bû. Fermandariya Hêzên Bejahî ya Serokatiya Fermandariya Giştî ya Tirk di 25'ê Sibata 1986'an de ferman da ku "Eger pêwîstî pê hebe bombeya ku çavê mirovan dişewitîne û dibe sedema verişînê bê bikaranîn" û tunel bi "gaza bi jehr" bên dagirtin.

Ev belgeya ku di hejmara 23'ê Tîrmeha 1989'an a li kovara 'Îkîbîne Dogrû' hate weşandin, bi îmzeya Orgeneral Necdet Oztosûn bû. Hêzên Çekdar ên Tirk têkildarî belgeyê bi salan bêdeng ma. Piştî bi salan di sala 2010'an de mijar kete rojeva hikumeta Elman. Lê belê Wezareta Karên Derve ya Elman di Çileya 2011'an de tenê daxuyaniyek da û diyar kir ku ew lêkolîn dikin bê fermaneke wiha heye yan na. Lê belê ti encam bi dest nexist.

TETBÎQATA GAZA KÎMYEWÎ YA KU LI TRT'Ê HATE WEŞANDIN

Dewleta Tirk pêwîstî pê nedît ku hebûna gaza kîmyewî ya li depoyên xwe yên leşkerî veşêre. Sala 2004'an li TRT'ê dokûmanterek bi navê 'Yekîneya antî terorê' hate weşandin û tê de hate nîşandan ku leşkerên Tirk bombeya çavan dişewitîne diceribîne. Di dîmenan de dihate dîtin ku piştî bombeya tunekirinê ya avêtin nava şikeftê, bombeya çavan dişewitîne diavêjin û dûyê zer bi ser herêmê dikeve.

Pisporan ragihandin ku ew bi fikar û guman e ku dûyê zer bombeya kîmyewî ye. Rêxistina Wedexekirina Çekên Kîmyewî (OPCW) ku destûrê dide ji bo gaza çavan dişewitîne ji aliyê polîsan ve li dijî xwepêşandêran bê bikaranîn, ji ber ku di konsantrasyona bilind de bi taybetî jî li qadên girtî dikare bibe sedema mirinê, teqez qedexe dike ku heman gaz di şert û mercên leşkerî de neyê bikaranîn. Lê belê tevî vê yekê jî ev gaz gelek caran li çiyayên Kurdistanê ji bo gerîlayên li şikeftan hate bikaranîn.

Zanîngeha Bradordê ya li Îngilistanê di sala 2010'an de raporek amade kir û ragihand ku Saziya Endustriya Makîna û Kîmya (MKEK) beombeyên CS ên bi 120 mm'î hildiberîne û li bazara navneteweyî difiroşe. Bombeyên CS ê bi 120 mm'î ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatin çêkirin û sala 2010'an li Kapstadtê di Fûara Çekan a AAD'ê de hate nîşandan, li gorî OPCW'ê qedexe ne. Lê belê tevî ewqas belge û agahiyan ji sala 1997'an ve li dijî Tirkiyeyê ku aliyekî OPCW'ê de lêpirsîn nehate meşandin û di ser re nayê zanîn ku bombeyên navborî îmha kiriye yan na.

KOMKUJIYA BALLIKAYA KU JI ALIYÊ OZEL VE HATE BIRÊVEBIRIN

Dîmenê li ser bikaranîna çeka kîmyewî ji aliyê artêşa Tirk ve ya li dijî hêzên gerîla, di sala 1999'an de eşkere bû. 11'ê Gulana 1999'an li herêma Ballikaya ya Şirnexê li hundirê şikeftekê 20 gerîlayên ARGK'ê hatin qetilkirin. Di dîmenan de ku piştî şer ji aliyê artêşa Tirk ve hate kişandin û sala 2011'an li Roj TV hate weşandin wiha dihate gotin, "Leşkerên me niha di nava wê metirsiyê de ne ku bi jehrê bikevin. Lê belê dîsa jî mîna cenaweran, mîna qehremanan dikevin hundir... Tevî ku me rojekê navber dane, bandora gazê hîn jî dewam dike."

Li gorî dîmenan, fermandarê ku serkêşî ji operasyona leşkerên Tirk re dikir piştre tekmîl dida Necdet Ozel ku wê piştre bibûya Serokê Fermandariya Giştî. Artêşa Tirk piştî van dîmenan mikur hat ku ew fermandar Ozel e, lê têkildarî çekên kîmyewî tiştek negot û ev yek bi rengekî neyekser qebûl kir.

PDS'ê sala 1999'an û Partiya Çep jî sala 2011'an komkujiya li Ballikayayê xiste rojeva Meclîsa Federal a Elman. Ji ber ku berpirsyariya Elmanyayê jî di vê komkujiyê de hebû. Parçeyên bombeyan ên li qada şer ji aliyê Heyva Sor ve hatibûn komkirin û radestî nûçegihanê televîzyoneke Elman hatibû kirin. Li Tip a Edlî ya Zanîngeha Munchenê jî hate tespîtkirin ku ev parçeyên bombeyê xwedî şopa gaza CS a qedexekirî ne. Di qenala "Kennzeichen D" de ya li qenala televîzyonê ya dewletê ya Elman ZDF hate weşandin, hate ragihandin ku ev bombeya bi tîpa RP707 a şîrketa Elman Bûck&Depyfag e û ji sala 1995'an ve ji Tirkiyeyê re tên firotin.

KUŞTINA 8 GERÎLAYAN DI SALA 2009'AN DE

Di Îlona 2009'an de li nêzî navçeya Çelê ya Colemêrgê, di şerê navbera artêşa Tirk û gerîlayên HPG'ê de 8 gerîla li hundirê şikeftekê hatin qetilkirin. Şahidan diyar kirin ku leşkerên Tirk di şer de gaz bi kar anîne û heyeteke mafên mirovan a ji Elmanyayê çû herêmê, wêneyên cenazeyan bi dest xist. Heyetê ji bo lêkolînkirinê wêne şand ji pisporan re.

Piştî ku pisporan diyar kirin ku li ser wêneyan ti manîpulasyon nehatiye kirin, patologên li nexweşxaneya Zanîngeha Eppendorfê ya li Hambûrgê wezîfedar, dest bi lêkolînkirina wêneyan kirin. Doktoran di wêneyan de bandora madeya kîmyewî tespît kirin di rapora xwe ya 20'ê Tîrmeha 2010'an de ev tespît kirin: "Li beşa jorê bedenê, li mil û rû mîna kaxişa parşomen ziwa bûne. Ev yek jî dişibe bandora ji tînê. Mûyê li ser rû û sîngê weke ku şewitîne xuya dikin. Lewma divê bandora madeyeke kîmyewî ya bûye sedema vê yekê bê dîtin." Meqamên Tirk ên ku li ser cenazeyan otopsî kirin, tevî ku sal di ser re derbas bûn, hîn jî rapor eşkere nekirine.

BOMBEYA KÎMYEWÎ YA AVÊTIN NAVA GELIYÊ QAZANÊ

Di navbera 22-24'ê Cotmeha 2011'an de li bejahiya navçeya Çelê ya Colemêrgê li Geliyê Qazan di şer de 36 gerîlayên HPG'ê şehîd bûn. Cenazeyê şewitî yên gerîlayan bi rojan li morga Meletiyê hatin hiştin. Belge û agahiyên cidî li nava raya giştî belav bûn ku nîşan didan artêşa Tirk çeka kîmyewî bi kar aniye. Gerîlayekî ku bi saxî ji şer rizgar bû digot ku piştî teqînê dûyekî bi bêhna fîkî li derdorê belav bû.

Ev gotinên gerîla bal dikişand ser gaza kîmyewî. Parlamenterê Elman ê ku çavdêrê destpêkê yê navneteweyî bû ku çû herêmê û çavdêrê berê yê çeka biyolojîk a Netweyên Yekbûyî Dr. Jan van Aken li qada şe ra ji 2 kîlometreyî lêkolîn kir û delîl kom kir. Dr. Aken piştre di hevpeyvîneke xwe de ya li gel ANF'ê wiha qala çavdêriyên xwe dikir: "Li cihên ku bombe lê ketin me delîl dîtin. Me şopa bombeyên ji tonekê dîtin. Min ji pisporên kîmyewî pirsî; 4 hefte piştî bûyerê nepêkane ku şopa kîmyewî bê dîtin. Ji ber vê yekê divê bi lez û bez lêkolîn bê kirin ku madeyên kîmyewî hatiye bikaranîn an na."

JI DERSIMÊ HETA HELEBÇEYÊ KURD BI GAZÊN KÎMYEWÎ HATIN QETILKIRIN

Li Kurdistanê ne tenê artêşa Tirk, her wiha hêzên din ên mêtinger jî di demên cuda de dema ku pêwîstî pê dîtin gaz û çekên kîmyewî bi kar anîn. Sûcê destpêkê yê bi gaza kîmyewî li dijî gelê Kurd hate kirin, di nava salên 1920'î de bû. Li Başûrê Kurdistanê li dijî berxwedana Şêx Mehmûdê Berzencî, Îngilizan bi balafiran gazên kîmyewî bi kar anîn û ji 5 heta 10 hezar Kurd hatin qetilkirin. Li gorî hin çavkaniyan ji rêveberên wê demê yên dewleta Îngiliz Wînston Chûrchîll di çarçoveya 'Fermana bikaranîna gazê li dijî eşîrên hemdem nebûne' li dijî Kurdan gaz bi kar aniye.

Ne tenê ji bo tepisandina serhildana Şêx Berzencî, her wiha di Qirkirina Dersimê de ku yek ji êşên herî giran ên gelê Kurd e, gaza kîmyewî bû çeka sereke ya artêşa Tirk. Di Qirkirina Dersimê de ku sala 1937'an dest pê kir û sala 1938'an bi dawî bû, hem ji gotinên mexdûran hem jî ji gotinên rayedarên Tirk ên di komkujiyê de hebûn, dihate ragihandin ku gazên bi jehr hatine bikaranîn.

Di nava salan de her wiha belgeyên nû eşkere bûn ku nîşan dan, hikumeta Tirk ji Elmanya Nazî 10 ton Chloracetophenon û Îperît hwd. her wiha tesîsatên otomatîk ên ku bombeyên ji van gazan lê bên bicihkirin kirî ye. Li gorî belgeya 7'ê Tebaxa 1937'an ku ku mohra Mûstafa Kemal û wezîrên wî yên pêwendîdar li binî bû, dewleta Tirk ji bo gazê bi kar bîne sala 1937'an ji DYE'yê balafirên şer ên bi modela Marten kirî.

GAZÊN KU HELEBÇE ŞEWITAND JI ELMANYAYÊ ÇÛN

Dewleta Iraqê jî ji destpêka salên 1960'î ve ji bo tepisandina şoreşa Başûrê Kurdistanê çek û gazên kîmyewî bi kar anî. Li pêşberî van sûcên li dijî mirovahiyê yên rejîma Iraqê, welatên rojavayî ne tenê bêdeng man, di heman demê de çekên kîmyewî dan artêşa Iraqê. Kesayetê destpêkê yê ku bihîst Iraqê li dijî gelê Kurd gaza bi jehr bi kar aniye, Celal Talabanî bû. Weke nûnerê tevgera Kurd a bi pêşengiya Mûstafa Barzanî, di Gulana 1965'an de Talabanî li paytexta Îngilistan Londonê daxuyaniyek da çapemeniyê û diyar kir ku rejîma Bexdayê li dijî Kurdan gaza bi jehr bi kar aniye, lê belê ne rêveberiya Îngiliz a wê demê ne jî civata navneteweyî li sûcên li dijî mirovahiyê yên li hemgerî gelê Kurd hate kirin dengê xwe nekirin.

Ev bêdengiya dewletên rojavayî wê bibûya sedema rûdana yek ji mezintirîn komkujiyên sedsala 20'î. Di 16'ê Adara 1988'an saet derdora 11:00 bombeyên li bajarê Helebçe yê Başûrê Kurdistanê hatin barandin, ku gazên kîmyewî yên ji rengên cuda bi ser herêmê ket, wê bibûya sedema mirina herî kêm 5 hezar Kurdî. Ew gazên ku xweza wêran kir û hîn jî rîska kanserê li gel mirovên li herêmê zêde dike, li febrîqeya bajarê Samarra ji aliyê rejîma Saddam Huseyîn ve bi teknolojiya welatên rojavayî hatin çêkirin. Bêguman ne sirek bû ku rejîma Saddam xwedî çekên kujer e. Çar sal beriya komkujiya Helebçeyê di sala 1984'an de rojnameya New York Tîmesê ragihand ku Bexdayê bi alîkariya fîrmayên Elman dest bi hilberandina çekên kîmyewî kiriye.

Fîrmaya 'Water Engîneerîng Tradîng' a ji Hambûrgê teknîka 'civatakirinê' ji Samarrayê re şandibû. Bi vî rengî devikê 20 bombeyên ku mirin li Helebçeyê barandin wê bêkêmasî bihata girtin, heta ku ew bombe bigihêjin wî bajarê biçûk ê Kurdistanê wê gaz ji ber neçûya. Fîrmaya W.E.T. a ji Bayernê jî ku parçeyên otomotîvan çêdikir wê bi buhayê 7 milyon Markî qilf û sîstema teqandinê ji rejîma Saddam re bifirota. Ji bo bidestxistina gazê jî malzemeyên laboratûwar û madeyên kîmyewî yên fîrmaya Karl Kolb a li Hessenê hatin peydakirin.

Saziyên serbixwe yên navneteweyî di raporên xwe de diyar kirin ku di hilberandina bombeyên li ser Helebçeyê hatin barandin de herî kêm bi rêjeya ji sedî 52'an para fîrmayên Elman hene, lê belê piştî du salan a komkujiya Helebçeyê di sala 1990'î de hevkariya sûc a Elmanyayê kete rojevê. Hate xwestin ku li meclîsa federal komîsyona lêkolînkirinê bê avakirin, lê belê hikumeta Helmût Kohl a wê demê li pişt bazirganên çekan sekinî û ev skandal nixumand. Di dawiya dawî de Tebaxa 1990'î dozgerên Elman ketin nava liv û tevgerê û têkildarî 7 rêveberên fîrmayên Karl Kolbe û W.E.T. biryara girtinê da. Lê belê nehate ispatikrin ku fîrmayan malzeme ji Saddam re firotine, ji ber ku malzeme bi rêyên ne qanûnî hatibûn firotin û doz piştre hate girtin.

Çavkanî

- Pirtûka 'Ji şer ber bi aştiyê ve, ji şer ber bi çareseriyê ve' ku sala 2014'an ji aliyê Weqfa Heînrîch Boll ve hate weşandin.

- Pirtûka 'Polîtîkaya Îngilistanê ya li ser Kurdan: 1918-1932' ya Nîhat Karademîr ku sala 2019'an hate weşandin.

- Pirtûka "Firotina mirinê - Skandala çekên Elman li Rojhilata Navîn" rojnamevanên Elman Hans Leyendecker û Rîchard Rîckelmann.

- Rapora Parlamenterê Çep ê Elman D. Jan van Aken ku sala 2011'an li ser bikaranîna çekên kîmyewî yên artêşa Tirk amade kir.

- Pêşnûme pirsên li ser bikaranîna gaza Elman li Dersimê pêşkêşî Meclîsa Federal hatin kirin. Lêkolînên li rojnameyên Y. Ozgur Polîtîka û Junge Weltê hatin weşandin.