Cîhan bêdeng ma, çekên kimyewî bû amûra sereke ya dewleta Tirk - I

2021 bû saleke welê ku dewleta Tirk giranî da ser bikaranîna çekên kîmyewî. Piştî Garê, li Metîna, Avaşîn û Zapê jî çek/gazên kîmyewî ji bo dewleta Tirk a dagirker bû amûra herî girîng a şer.

Ji roja pêşî ya destpêka şer ve artêşa Tirk ev rêbaza gemarî ku rêgezên mirovahiyê tine dihesibîne bi kar anî, lê sala 2021’an bi çarçoweya konsepta ku hatî danîn, hewl da ku gerîlayên azadiya Kurdistanê, bi gaz/çekên kimyewî yên ku cîhanê qedexe kirî,gerîlayên azadiya Kurdistanê tine bike. Lê dewleta Tirk li rasta vîna polat^iya gerîlayên Kurd hat.

Rabirdûya çekên kimyewî yên ku hêzên mêtinger li Kurdistanê bi kar tîne, bi qasî têkoşîna azadiyê ya Kurdan a bi sedan salan kevn e. Xasma li Başûrê Kurdsitanê arteşa Ingilîz a mêtinger li nava salên 1920’an bi gazên jehrî yên ku bi balafirên şer hatine avêtin 5-10 hezar Kurd hatin qetilkirin, di komkujiya Dersimê de ku 1937’an dest pê kir û heta 1938’an dom kirî, ev gaz bûne amûra serek ya dewleta Tirk. Bêguman artêşa Tirk a ku bi desteka NATO’yê û welatên din ên rojavayî tê destekkirin bin av salan de di mijara bikarnaîna çekên kimyewî de pir pêş ket.

Artêşa Tirk xasma piştî têkoşîna çekdarî ya bi pêşengiya PKK’ê 15’ê Tebaxa 1984’an dest pê kirî, artêşa Tirk kapasîteya çeka kimyewî geşkirî, di nivîsên navxweyî de bi rengekî aşkere fermanê dide ku li dijî gerîlayên Kurd ev rêbza şer were tercîhkirin. Mînak di giştînameyê de ya bi dîroka 25’ê Sibata 1986’an ku di çapemeniyê de xuya kirî, Fermandariya Hêza Bejahî ya Seroktiya Serekerkaniyê gotibû, ‘’Heke hewce be divê bombeyên çavsotîner û dibe sedema vereşadinê were bikaranîn û tûnel bi gazên jehrî werin tijekirin û nikaribin were bikaranîn.’’

HÊSÎR DI ÊRÎŞA KIMYEWÎ DE HATIN QETILKIRIN

Dewleta Tirk ku peymanên ji salên 90’î û 2000’î ve peymanê ku îmze kiribûn tin hesibandî bi dehan caran di şerê Kurdistanê de bi dehan caran çekên kimyewî bi kar anî, de qey wê ji ber wê be ku ti helwest li dijî wê nehatî nişandan, ev rêbaz kire rewşeke sistematik. Di êrîşa dewleta Tirk a çekên kimyewî de ya sala 2021’an, di kampa hêsîran de ya Siyanê ya HPG’ê de peywirdarên dewleta Tirk hatin qetilkirin.

Ew êrîşa dagirker a li ser Garê ku Serokkomarê Tirk Erdogan beriya bi çend rojan jê re gotibû, ‘di demeke nêz de em ê mizgînyekê bidin’ lê mirina 12 leşker,polis û endamên MÎT’ê yên di dest HPG’ê û welatekî Başûr bi encam bûyî, veguherîbû berxwedaneke dîrokî.  Yekîneyên arteşaTirk ku armanc dikirin li herêmê mayinde bibin bi berxwedana gerîla bi bayê beze vekişiyan, HPG’ê di daxuyaniya xwe de ya ku 16’ê Sibata 2021’an kirî, ji raya giştî ya cîhanê re ragihand ji bo ku li kampê şopa çekên kimyewî heye, nekarîn bikevin nav kampê.

Ew daxuyaniya HPG’ê wiha ye: ‘’Ji bo ku rûdanên li kampa hêsîran a li qada Siyanê ya herêma Garê bi zelalî û berbiçav were fehmkirin be ka çi bûye hêzên me xwe gihandina vê kampê. Lê li gel ku 3 roj di ser re derbas bûne jî li kampa hêsîran û li derdora wê bêhneke giran a gaz û kimyewî hebû. Ji bo ku artêşa TC’ê ya faşîst li vê kampê çeka kimyewî ya ku di nav sûcên şerde tê nirxandin û bikaranîna wê qedexe ye , avêtiye, mirov nikare bikeve nav kampê. Bi îhtîmaleke zêde piştî ku her kesê ku li vê kampê bi gaza kimyewî hatine kuştin, hatine gulebarankirin. Agahiyên pêşî yên ku bi dest ketine ev in.’’

AKAR LI XWE MIKR HAT KU GAZA KIMYEWÎ HATIYE BIKARANÎN

Piştî êrîşa dagirker a sernekeftî ya li ser Garê di axaftina xwe ya li Meclîsê ya ji bo ‘agahdarkirinê’ Serekerkanê Berevaniya Millî ya Tirk Akar bi gotinên ku kirî li xwe mikur hat ku gazên kimyewî hatine bikaranîn. Akar ji bîr kiribû Rêxistina Qedexekirina Çekên Kimyewî (OPCW) ku Tirkiye ji sala 1997’an û wir ve endamê wê ye, qedexe kiriye ku gaza çavsotîner jî di nav de her cure gazen bi madeyên kimyewî bi armanca leşkerî li şikeftan û deverên girtî nikare were bikaranîn.

Hate texmînkirin gaza ku Akar behsê kirî jî bombeyên CS yên 120 mm kalîbreyî ne ku bi koda ‘MKE MOD 251’ ji salên 90’î heta salên 2010’an hatin hilberandin. Li gel ku OPCW’ê bi armanca leşkerî hilberandina CS ku navê xwe ‘2-chlorobenzalmalononitrile’e  qedexe kiriye jî, artêşa  Tirk tenê bi hilberandina wê nema, her wiha bi salan li fuarên naventewî nîşan jî da. Destûr tê dayin ku bombeyên CS’ê bi rêjeya pir kêm di çalakiyên civakî de were bikaranîn, di şikeft, tûnelan de, deverên girtî de dibe sedema mirinan, mirovan dikuxîne, dilê mirov dixeline, vedireşîne û li derdoreke bêhewa jî hilma mirov diçikîne û dibe sedmea mirinê.

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê  Mûrat Karyilan eynî rojan ji Stêrk TV re axivî,diyar kir ku dewleta Tirk li Garê çeka kimyewî avêtiye, bang li çavdêrên navnetewî kir ku werin herême, lêbikolin. Karayilan di eynî ropartajê de diyra kir artêşa Tirk ku li Garê asê mayî beriya ku vekişe gaza kimyewî avêtiye, piştî ku gerîlayên HPG’ê herêm dîsa kontrol kiriye, gelek maskeyên gazê yên artêşa Tirk li heRêmê hatine dîtin.

Di tevgera dagirker de ya li ser herêma Garê ku 10’ê Sibatê dest pê kirî û 13’ê Sibatê bi windakirina 37 endamên xwe, bi revîna artêşa Tirk bidawî bûyî, 15 gerîla şehîd bûn. Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik di ropartaja xwe de ku Nîsanê dabû malpera Responsîble Statecraft ev agahiyên balkêş dida:‘’Bi 50 balafirî 4 rojan qada ku kampa hêsiran lê bû hate bombekirin. Bi bombeyên qazanan rengê cografyayê guhartin. Li kampa ku hêsîr lêbûn, hêsîr jî û gerîlayên ku hêsîr dihatin parastin jî bi êrîşa giran jiyana xwe ji dest dan. Li ser laşê nîvê gerîlayên ku hêsîr diparastin şopa guleyan nebû. Ev jî ispat dike ku dewleta Tirk çeka kimyewî bi kar tîne.’’

PÊVAJOYA BI 23’YÊ NÎSANÊ RE DEST PÊ KIRÎ…

Desthilata AKP-MHP’ê ku rêveberiya dewleta Tirk di dest de digire, bi çarçoweya ‘Plana Çokşikandinê’ ya ku sala 2014’an biryar li ser dabûn şerê li dijî gelê Kurd û gerîlayên azadiya Kurdistanê biryar li ser dan ku bînin asteke nû. Artêşa Tirk planeke mîna ya ku rejîma Srî Lankayê li dijî gelê Tamîl û şervanên Tamîr 2009’an temam kirî, dayî ber xwe, tevahiya salê wê qadên gerîla bombe bikira, li dijî sirûşta Kurdistanê wê êrîşên qirker bianiya, bi valakirina gelê sivîl a ji qadên gerîla wê çekên kimyewî ku bi teknolojiya herî pêşketî hatî hilberandin bi kar bianiya.

Ji bo ku ev konsept bihate bicihkirin şeva 24’ê Nîsanê yekîneyên artêşa Tirk li dijî Qadên Parastinê yên Medyayê ku gerîlayên azadiya Kurdistanê lê bi cih bûbûn ji bo êrîşa dagirker a berfireh pê li pişkokê kirin. Hêzên artêşa Tirk ku armanc dikirin Kurdistanê gav bi gav dagir bikin, têkoşîna azadiya Kurdsitanê serkut bikin bi vê armancê bi helîkoptêran li Metîna, Avaşîn û Zapê leşker danîn û bi vê plan dikirin ku dagir bikin. Gerîlayên HPG û YJA Starê jî bi navê Cenga Xabûrê û Bazên Zagrosê pêngav dane destpêkirin, di 10 rojên pêşî yên şer de hate tespîtkirin ku leşkerên Tirk bi kêmanî 9 caran çekên kimyewî û gazê avêtin.

DINYAYÊ XWE KERR Û LAL KIR, ÇEKA KIMYEWÎ BÛ ÇEKA WAN A HERÎ GIRÎNG

Li ber çavê cîhanê li gel ku bi bikaranîna çekên kimyewî sûcê şer kirî jî artêşa Tirk a ku li qada navnetewî ti helwestek li dijî wê çênebûyî wê rêbaza xwe ya gemarî mayinde bikira. Lê li Metîna, Avaşîn, Zapê gerîlayên HPG/YJA Starê bi derfetên xwe yên kêm li dijî çekên kimyewî û jehrî wê berxwedaniyeke bêhempa bikirana. Li gorî bilançoya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ku tevahiya salê par ve kirî di meha pêşî de 12, di 3 mehan de 67 caran çekên kimyewî û jehrî hate bikaranîn.

Li nîvê meha Temûzê Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûrat Karayilan tespîta, ‘’Dewleta Tirk li herêmên ku nikare berxwedana gerîla bişkîne çekên kimyewî davêje. Li gel ku me ev rewş daxuyand jî mixabin raya giştî ya cîhanê xwe kerr û laş dike’’. Karayilan her wiha di ropartajê de ya têkilî Pêngava 15’ê Tebaxê ku ji ANF’ê re axivîbû, got, ‘’Ev bi qasî 4 mehan e li herêmên ku dijmin operasyon li ser daye destpêkirin şerekî giran heye. Li hin deveran dijmin heta bi astekê her çendî bi cih bûbe jî li cihên ku tûnel hene nikare bi pêş ve biçe. Li herêma Avaşînê bi çêkirina korîdorekê hewl dan ku dora hevalan bigirin. Lê li rasta berxwedaneke dijwar hatin û bêgav man ku vekişin. Li cihên ku tûnel hene li gel çekên kimyewî jî nekarîn bi pêş ve biçin.’’

JÎGEHÊN SIVÎL JÎ DI HDEFA ÇEKÊN KIMYEWÎ DE BÛN

Rojên dawî yên havînê xasma jî li Werxelê û Qadên Berxwedanê yên Girê Sor artêşa Tirk a ku li bara berxwedana gerîla nikarîbû bi pêş ve biçe, xwest ku berxwedanê bişkîne. Di bombebarana ser herêma Berwarî Bala ya Duhokê artêşa Tirk bi çekên kimyewî jîgehên sivîl kire hedef. Dema bombebaranê li herêma Berwarî Bala ji gundê Hirûsê çekên kimyewî bandor li ser 3 gundiyan kir. Li gel ku ji qadên gerîla dûr jî bûn, gundiyên ku ji ber gazan nerehet bûn rakirin nexweşxanê.

Koma Aştiyê ya Xiristiyan (Christian Peacemaker Teams-CPT) ku serê meha Mijdarê serdana gundiyên ku ji eynî malbatê birîndar bûn kir û û ragihand jina bi navê Hedya Hirûs şeht bûye, nikare çeng û paqên xwe bilebitîne. CPT’yê her wiha got rewşa maliyên din jî ne baş e, dema êrîşê dûxaneke spî rabûye, dilê gundiyan xeliyaye, vereşiyane, serê wan gêj bûye û çav û laşê wan şewitiye.

Li nîvê duyan ê meha Îonê Hevseroktiya Konseya Rêveber a KCK’ê  ragihand dewleta Tirk ev  5 meh in li dijî gerîla çekên kimyewî û jehrîn bi kar tîne lê Neteweyên Yekbûyî (NY), Ewropa û DYE bêdeng dimine û ev hevkariya sûc e. Eynî Rojava Navenda Parastina Gel jî got, ‘’Artêşa Tirk xasma jî van 15 rojên dawî cureyekî nû yê çeka kimyewî bi kar tîne. Teaqez e ku ev cureyê bombeya kimyewî ji hêla yek ji van dewletan ve tê temînkirin’’ û bang kir ku her kes li dijî vî sûcê şer rabe.

GAZÊN KIMEWÎ LI WERXELÊ XUYA BÛN

Lê li gel va bangên eniya Kurd jî dewleta Tirk a ku bêdengiya cîhanê ji bo xwe weke fersendê dît, êrîşa bi çekên kimyewî domand. Nûçegihanê ANF’ê Amargî Arhat Ba 5’ê Cotmeyê di nûçeyekê de ya ji eniya şer, dîmenên ku 2’ê Îlona 2021’an de di şer de çekên kimyewî hatine bi kar anîn par ve kir û ev agahî dan:

‘’Sibeha 2'ê Îlonê artêşa Tirk a dagirker li dijî gerîlayên li tunelên şer ên Werxelê li ber xwe didin, dest bi bikaranîna çekên kîmyewî kir û 7 caran gaza bi jehr û kîmyewî bi kar anî. Piştî her hewldana ku nekarî encamê bi dest bixe, rêje û cûreyê gazên kîmyewî guhert. Di roja 90'î ya berxwedanê de jî nekarîn bi gerîlayên li qada berxwedanê ya Werxelê. Tabloya wan du rojên şer wiha bû; Destpêkê êrişeke giran li seranserê tunelên şer ên Werxelê hate kirin. Piştî êrişa bi obus û hawanan a ji qereqolên li ser sînor, bi balafirên şer bi tonan bombe li devê tunelan hatin barandin. Danê êvarê jî helîkopterên êrişê ketin dewrê. Lê belê ji ber ku nizm difiriyan, hêzên gerîla li wan xistin. Ji ber vê yekê jî liv û tevgera helîkopteran bi giranî hate pûçkirin. Yanî hêzên gerîla dema ku li helîkopteran xistin, neçar man ji herêmê biçin. Ev êriş heta serê sibehê bi navberê dewam dike. Danê sibehê jî destpêkê bi teqemeniyan êrişê dewam dikin û piştre jî bi çekên di asta navîn de timî gule tên reşandin. li vir jî çekên kîmyewî yên bi taybetî amade kiribûn dixin dewrê. Kincên taybet û maskeyên gazê bi xwe ve dikin û berê xwe didin çeperên şer. Piştre jî gulereşandinê disekinînin û dest bi bikaranîna gazên kîmyewî dikin. Gelek caran gerîla gazên kîmyewî li leşkeran vedigerînin. Gerîla gelek caran bi tedbîrên cuda xwe diparêzin.

Weke ku di dîmenan de xuya dike, leşkerên Tirk ên dagirker li hemberî tunelên şer ên li qada berxwedanê ya Werxelê destpêkê makîneyeke şewatê bi kar tînin. Piştre jî bi vê makîneyê gazên bi jehr diavêjin hundir. Piştî demeke kurt gerîlayên li tunelên şer ên Werxelê li ber xwe didin, bi rê û rêbazên xwe, gazên kîmyewî derdixin derve. Leşkerên Tirk ên dagirker ên li ber devê tunelê jî ku maskeyên gazê xistine ser rûyê xwe dema ku gaz derdikeve derve, yekser vedigerin.

3'ê Îlona 2021'ê jî gerîlayên YJA Starê yên li herêma Avaşînê ji du baskan ve li leşkerên li vê qadê dixin û xwe berdidin nava dagirkeran. Di vê çalakiyê de 5 leşker tên kuştin. Leşkerên Tirk piştî rojekê ji bo tola kuştiyên xwe hilînin careke din êrişî qadên berxwedanê yên Werxelê dikin. 4'ê Îlonê 17 caran êrişê dibin ser qada berxwedanê ya Werxelê. Piştî ku ev êriş hemû ji aliyê hêzên gerîla ve hatin têkbirin, dewleta Tirk piştre careke din li kiryarên derveyî mirovahiyê vedigerin û bi bombardûmanên kîmyewî yên giran êrişên xwe dewam dikin.’’

SIBE
-Dewleta Tirk sala 2021’an kîjan çeka kimyewî li dijî gerîlayên Kurdistanê bi kar anî?
-Di 6 mehan de 323 caran êrîşa kimyewî çû ser gerîla, vê bandoreke çawa li gerîla kir?