40 gerîlayan li hemberî êrişa kîmyewî bi rojan li ber xwe dan- III

Sala 2021'ê li Garê, Zap, Metîna û Avaşînê, di êrişên dagirkeriyê yên artêşa Tirk de bi giştî 40 gerîlayên HPG û YJA Starê bi çekên kîmyewî hatin qetilkirin. Wan gerîlayan bi rojan li ber xwe dan û bi gazên qedexekirî şehîd bûn.

Ne bi tenê ya sala 2021’an di salên dawîn de jî şerê herî mezin di 23’ê Nîsanê de hate kirin. Artêşa Tirk a dagirker di 23’ê Nîsanê de êrişî qadên gerîlayan Avaşîn, Zap û Metînayê kir. Çek û gaza kîmyewî ya ku qada navneteweyî ew wekî sûc diyar kiriye, artêşa Tirk a dagirker li pêş çavê dinyayê li hemberî gerîlayan bi kar anî. Lê wê artêşa Tirk rastî berxwedana gerîlayan bihata. Gerîlayên azadiya Kurdistanê yên ku dixwazin bibin gerîlayên sedsala 21’emîn, li hemberî dorpêçkirina bi rojan û çekên kîmyewî dema ku şehîd bûn jî li pey xwe wê mîrateyeke xurt bihiştina. 

Li gorî bîlançoyên şer ên ku Navenda Çapemenî û Ragihandinê ya HPG’ê di nava salê de eşkere dikir, di êrişên kîmyewî yên dewleta Tirk de nêzî 40 gerîlayên HPG û YJA STAR’ê şehîd bûn. 6 gerîla di meha Sibatê de li Garê, 34 gerîla jî li Zap, Metîna û Avaşînê di şerê 6 mehan de şehîd bûn. 

Artêşa Tirk a dagirker bi çek û gazên jehrî yên ku bi teknolojiya nû hatine afirandin di serî de, bi alavên şer ên modern êriş kir. Li Zap, Avaşîn û Metînayê gerîlayan li hemberî êrişên dagirker ên dewlet aTirk li ber xwe dan. Me hin beş ji çîrokên van gerîlayên berxwedêr berhev kir. 

7 GERÎLAYAN LI HEMBERÎ GAZA KÎMYEWÎ 10 ROJAN LI BER XWE DAN

Artêşa Tirk di 23’ê Nîsanê de êrişî Girê Şehîd Mûnzûr ê qada Mamreşo ya Avaşînê kir. Li vê derê di bin pêşengiya fermandar Serhat Giravî (Kamuran Alpsar) de Rûken Zagros (Seher Bîngol), Sarya Diyar (Bîşeng Hezer), Canfeda Hesekê (Şehbaz Îzzettin Seydo), Xebat Aso (Ûbeyt Mevlûdî), Zafer Tolhildan (Mûhammed Abdulkadir Huseyîn) û Kamuran Amed (Mustafa Şimşek / Amed) 10 rojan berxwedaneke dîrokî kirin.

Her yek ji wan ji parçeyekî cihê yên Kurdistanê hatibûn û rêya wan di têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd de gihiştibû hev. Gerîla Serhat û Rûken ji Colemêrgê, gerîla Sarya ji Şirnexê, gerîla Xebat ji Kirmanşanê, gerîla Canfeda ji Hesekê, gerîla Kamûran ji Amdê, gerîla Zafer jî ji Qamişloyê bûn. Dema ku êrişên artêşa Tirk dest pê kir, 7 gerîla di çeperên xwe de 10 rojan ji sabotajê heta sûîkastê, ji derblêdanê heta taktîkên gerîla yên serdema nû derb  li hêzên dagirker xistin. Artêşa Tirk jî bi rojan ji hewayî û bejahî çeperên şer bomberdûman kir. 

Di dema berxwedana Mamreşo de gerîlayên HPG’ê hin dîmen qeyd kiribûn. Di wan dîmenan de polîtîkayên şerê taybet a leşkerên Tirk xuya dibû. Leşkerên Tirk ji tirsan nedikarî nêzî deriyê tunelên şer bibin, ji dûr ve ji gerîlayan re digotin ‘Teslîm bibin. Heke hûn ji vir derkevin, em ê tiştekî bi we nekin’. Leşkerên Tirk ên dagirker dema ku her carê banga teslîmiyetê dikir, gerîlayên ku di tunelên şer de li ber xwe didan bi bombeyên destan û fîşekan li dagirker didan, ji dêvila ku teslîm bibin heta kêlîka dawîn li ber xwe didan, û şehîd dibûn. Artêşa Tirk dema ku nekarî berxwedanê bişkîne, bi gaza jehrî êrişî çeperên şer kir. 7 gerîlayên di bin fermandariya Serhad Giravî de li Mamreşoya Çiyayên Avaşînê kiribûn kelehek xurt, artêşa Tirk a dagirker piştî 10 rojan bi maddeyên kîmyewî yên giran di 3’ê Gulana 2021’an de 7 gerîla şehîd xist. 

DI BERXWEDANA ZENDÛRA DE 5 GERÎLA BI ÇEKÊN KÎMYEWÎ ŞEHÎD BÛN

Gerîlayên azadiya Kurdistanê yên ku piştî 23’ê Nîsanê li eniya Metînayê şer dikirin, berxwedaneke mezin nîşan dan. Gerîlayên HPG û YJA Starê yên di bin fermandariya Rêbar Zana (Îlhan Tokdemîr) yê ku yek ji fermandarê Pêngava Şoreşger a Cenga Xabûrê bû, li Girê Zendûra ya ku cihê stratejîk ê vê eniyê ye, ji 11’ê Hezîranê heta 13’ê Hezîranê sê rojan li hemberî leşkerên Tirk şer kirin. Di vê berxwedanê de 6 gerîla şehîd bûn û hate tespîtkirin herî kêm 5 gerîla bi çekên kîmyewî hatin şehîdxistin.

LI ARIS FARISÊ 5 GERÎLA BI ÇEKÊN KÎMYEWÎ HATIN ŞEHÎDXISTIN

Dİ 6-8’ê Gulana 2021’an de jî li qada Aris Faris a herêma Avaşînê li hemberî çekên kîmyewî berxwedanek hate kirin. Di vê berxwedana sê rojan de leşkerên Tirk ên dagirker ku rastî taktîkên cihê hatin, gerîlayên bi navê Diyana Maria (Dîcle Omer Ahmet), Jîn Yılmaz (Bahar Nas), Rûbar Marufî (Şervan Ozkan) û Sarya Çiya (Sarya Mahmût) ên di bin fermandariya Amara Cûdî (Cîhan Kapar) de biryar dan di çeperên şer û tunelan de bimînin. Van 5 gerîlayan di tarzeke fedaî de heta kêlîka dawîn şer kirin. Artêşa Tirk a dagirker a ku li hemberî îradeya Gerîlayên Azadiya Kurdistanê nekarîn encamekê bi dest bixin, bi çekên kîmyewî êrişî gerîlayan kirin. Ji ber bandora çekên kîmyewî yên giran di 8’ê Gulanê de di çeperên berxwedanê de 5 gerîla şehîd bûn. 

LI GIRÊ SOR 7 GERÎLA ŞEHÎD BÛN

Di 7’ê Tîrmehê de gerîlayê HPG’ê yê bi navê Baz Gever (Firat Şahîn) li çepera berxwedanê ya Girê Sor ji ber çekên kîmyewî û bandora gazê şehîd ket. Di 3’ê Îlonê de jî artêşa Tirk a dagirker li hemberî berxwedana Gerîlayên Azadiyê ya Kurdistanê nekarî encamekê bi dest bixîne û dîsa dest bi kirinên dermirovahiyê kir. 

Di vê êrişê de ya ku bi gaza kîmyewî hate kirin gerîlayên bi navê Botan Ozgur (Celal Ozcan), Zinarîn Welat (Rama Şemdîn) û Delal Qamişlo (Hîva Mamo) şehîd bûn. HPG’ê bi van gotinan qala berxwedana gerîlayên li Girê Sorê kiribû “Hevreyêyên me Botan, Zinarîn û Delal ên ku bi berxwedana xwe ya destanî ya li Qada Berxwedana Girê Sor di dîroka azadiyê ya gelê me de rûpelekî nû vekirin, wê wekî hêza herî mezin û çavkaniya moral a Gerîlayên Azadiya Kurdistanê werin bibîranîn wê bibin sedema me ya têkoşînê.”

Li Girê Sor a ku yek ji cihê stratejîk ê eniya Avaşînê ye, artêşa Tirk a dagirker li hemberî berxwedana gerîlayan di 15’ê Îlona 2021’an de dîsa çekên kîmyewî bi kar anîn. Ji ber gaza kîmyewî sê gerîlayên azadiya Kurdistanê Argeş Botan (Hasan Emcur), Ozgur Bagok (Fatma Balîca) û Serhildan Mordem (Serdar Dînç) şehîd bûn.

LI WERXELÊ 10 GERÎLA JI BER ÇEKÊN QEDEXE ŞEHÎD BÛN

Li hemberî êrişa dagirker a ku di 23’ê Nîsanê de dest pê kir, di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Bazên Zagrosê de gerîlayên azadiya Kurdistanê destanên qehremantiyê nivîsandin. Bi taybetî piştî havînê li qadên Girê Sor û Werxelê yên Avaşînê li hemberî artêşa ku xwedî teknolojiya herî modern a cîhanê ye, berxwedaneke mezin hate kirin. Artêşa Tirk li hemberî taktîkên gerîlayên gerok, çeperên şer û tunelan neçar ma ku bi balefirên şer û helîkopterên êrişê, çar mehan êrişên bênavber bike. 

Leşkerên Tirk bi êrişên hewayî nekarî encamekê bistîne û vê carê bi helîkopteran bi tonan TNT û teqemeniyen cihê danî erdê û di van çeperan de teqand. Ligel ku ev metod gelek caran bi kar anîn jî artêşa Tirk nekarî gerîlayan ji van çeperan derxîne. Artêşa Tirk piştre jî çekên kîmyewî bi kar anî yên ku di gelek peymanên navneteweyî de hatine qedexekirin. Dema ku gerîlayan êrişa gaza kîmyewî pûç kir, ji serê meha Îlonê ve artêşa Tirk dest bi bomberdûmaneke kîmyewî ya nû kir. 

Li gorî çavkaniyên HPG’ê dema bi vê çekê bomberdûmana kîmyewî dihate kirin, qadeke mezin texrîb dike û hemû zindiyan îmha dike. Di vê bomberdûmana kîmyewî de di 5’ê Cotmeha 2021’an de 5 gerîlayên bi navê Cûmali Çorûm (Zeynel Erocagi), Çavrê Kamuran (Suheyla Kirmizitaş) Dilvîn Dalaho (Rêzan Deraferîn), Amara Cûdî (Rojîn Ramazan) û Mahir Kop (Çetîn Çelîk) şehîd bûn.

Artêşa Tirk a dagirker di 10’ê Cotmehê de dîsa bi çekên kîmyewî qada Werxelê bomberdûman kir. Di wê berxwedanê de ya ku yek ji fermandarê Pêngava Şoreşger a Bazên Zagrosê Cûmalî Çorûm fermandariyê wê dikir Hêvîdar Tirbespiyê (Ala Xidir Xelef), Yerîvan Kato (Makbûle Kiliç), Binevş Çiya (Sema Sumbul), Adil Gabar (Yakup Kizilaslan) û Têkoşer Zagros (Erhan Şahîn) şehîd bûn.

Sibê: Dinyayê qîrîna Kurdan a ‘Êrişên kîmyewî bidin sekinandin’ nebihîst.