BI DÎMEN

Dîmenê rûxandina wesayîta bombebarkirî ya çeteyên DAIŞ'ê

Wesayîteke bombebakirî ya çeteyên DAIŞ'ê, ku li gundê Suwediye ya Rojava hat bidestxistin, ji aliyê tîmên pispor ve bi kontrol hat teqandin.

Çeteyên DAIŞ'ê duh saet di 13:30 de xwest bi wesayîteke bombebarkirî êrîşî gundê Sudewiye Rojava yê li Reqayê bikin. Şervanên Odeya Çalakiyê ya Xezeba Firatê bi vê wesayîta bombebarkirî hesiyan û ji dûr ve teqandin.

Şervanên Odeya Çalakiyê ya Xezeba Firatê pêr jî li gundê Suwediye ya Rojava ku li rojavayê Reqayê ye, wesayîteke bombebarkirî ya çeteyên DAIŞ'ê bi dest xistin. Şervanan, berî ku çete bigihêjin armanca xwe, ev êrîş têk birin.

Gundê Suwediye yê Rojava, di hefteya bihurî de ji aliyê şervanên Odeya Çalakiyê ya Pêngava Xezeba Firatê ve hat rizgarkirin. Piştre çeteyên DAIŞ'ê êrîşeke giran birin ser gund û sê rojan li vê derê şerekî dijwar qewimî. Di encama vî şerî de êrîş hat têkbirin û herî kêm 46 çete hatin kuştin.

Wesayîta bombebarkirî ya çeteyên DAIŞ'ê, ku li gundê Suwediye yê Rojava hat bidestxistin, dîmenê teqandina wê ya bi rengekî kontrol, ji aliyê kamerayên ANF'ê ve hate kişandin.