BI DÎMEN

Dîmenê destpêkê yê şerê li Şengalê

Dîmenê şerê navbera hêzên YBŞ/YJŞ'ê û çekdarên PDK'ê yê li Şengalê, ji aliyê nûçegihanên ANF'ê ve hat kişandin.

Li Şengalê, piştî ku komek ji çekdarên PDK û Tirkiyeyê hewl dan bi zorê bikevin nava bajarokê Xanesorê, şer derket. Di vî şerî de bi dehan çekdarên PDK'ê hatin kuştin, gelek jî birîndar bûn.

80 pêşmergeyên nexwestin tevlî şer bibin, ji aliyê rêxistina îstîxbarata PDK'ê (Parastin) ve hatin revandin û nayê zanîn bê ew bi ku ve birine.

Bi dehan kesan jî gotin, "Em naxwazin di nava şerê birakujiyê de nebin" û teslîmî Yekîneyên Berxwedana Şengalê bûn.

Nûçegihanên ANF'ê yên ku şerê li herêmê dişopînin, dîmenê vî şerî kişandin.