Dîlokê silav da berxwedêran

Şêniyên Dîlokê herikîn qada Newrozê. Parlamenterê HDP'ê Mahmût Togrûl berxwedana li dijî tecrîdê silav kir.

Ji bo pîrozbahiya Newrozê ya li Dîlokê bi dehan hezar kes li hev civiyan. Pîrozbahî li parka otobusan pêk hat.

Girtiyên li Girtîgeha Girtî Tîpa H a Dîlokê peyam şandin ji Newrozê re û diyar kirin, li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ew di greva birçîbûnê de ne. Girtiyan bang li civakê kirin ku li ber tecrîdê rabe.

Alîkarê Serokê Giştî yê EMEP'ê Mehmet Turkmen li qada pîrozbahiyê axivî û got, "Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven wê li dora sifra aştiyê xwarinê bixwe. Dayikên aştiyê wê govendê bigerînin. Desthilatdariya zilmê wê 31'ê Adarê bi dawî bibe." Turkmen destnîşan kir, karker, kedkar û gel wê hîn bi rêxistinî dakevin qadan û dawî li desthilatdariya zilmê ya AKP'ê bîne.

'VEKIRINA DERIYÊ ÎMRALIYÊ WÊ RÊ LI BER HÊVIYÊ VEKE'

Parlamenterê HDP'ê Mahmût Togrûl got, "Dema ku deriyên Îmraliyê vekirî bûn, hêvî, aştî û hevgirtin hebû. Lê belê piştî ku tecrîdê dest pê kir, tê dîtin ku şer heye, rondikên çavan û xwîn dirije. Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven bi rêya greva birçîbûnê bang dike." Togrûl destnîşan kir daxwaza Leyla Guven însanî ye, hiqûqî ye, wijdanî ye û got, "Ji Dîlokê hezar silav ji Leyla Guven re."