'Bi berxwedanê wê stratejiya wan têk biçe'

Ji Rêveberiya KCK'ê Huseyîn Dîcle diyar kir ku faşîzma AKP-MHP'ê ji bo tunekirina Kurdan, ji bo bidawîkirina hebûna Kurdan biryareke stratejîk wergirtiye û destnîşan kir, ku ev yek tenê bi berxwedanê dikare bê têkbirin.

Endamê Rêveberiya KCK'ê Huseyîn Dîcle j iANF'ê re axivî û diyar kir ku faşîzma AKP-MHP'ê ji bo tunekirina hebûna Kurdan û belavkirina rêxistiniya wan êrişên xwe didomîne.

'FAŞÎZMA LI TIRKIYEYÊ LI SER ARMANCA TUNEKIRINA HEBÛNA KURDAN AVA BÛYE'

Dîcle destnîşan kir ku faşîzma AKP-MHP'ê ev yek weke armanceke stratejîk daniye pêşiya xwe û got, "Ya rast, faşîzma li Tirkiyeyê li ser vê yekê ava bûye. Dixwaze Kurdan ji aliyê civakî, rêxistinî û îradeyê ve tune bike. Ev yek di êrişên dawî de baştir hate dîtin. Ne tenê êrişî PKK'ê dike, di heman demê de êrişî hebûna Kurdan dike. Faşîstbûna sîstema li Tirkiyeyê, mêtingeriya li ser Kurdistanê ji bo qirkirina gelê Kurd e. Koalîsyona AKP-MHP-Ergenekon bi vî rengî heye û xwe didomîne."

Dîcle bal kişand ser têkoşîna li dijî vê yekê û got, "Li qada siyasî demokratîk, li kolanan, li her alî têkoşîn heye. Ji xwe tevgera me li dijî vê yekê têdikoşe. Her tim xwedî helwest e. Gerîla li dijî vê li ber xwe dide. Di nava civakê de jî berxwedanek heye. Eger hîn jî faşîzm heye û êrişan dike, wê demê divê ev helwest hîn bêhtir bê xurtkirin, li dijî faşîzmê di fikir de helwesteke zelal pêwîste. Şerekî giran ê taybet tê meşandin. Şerê taybet rastiyê berevajî dike. Divê bandora vê yekê bê şikandin û bê zelalkirin.

Faşîzma AKP-MHP'ê li ser tunekirina Kurdan, li ser bidawîkirina hebûna Kurdan biryareke stratejî daye û betalkirina welîtiya parlamenteran, desteserkirina şaredariyan, girtina siyasetmedaran, rûtînbûna êşkenceya li zindanan û derve, êrişên giran vê rastiyê nîşan dide."

'ARMANCA SEREKE DIVÊ HILWEŞANDINA REJÎMA FAŞÎST BE'

Dîcle diyar kir ku pêwîstî bi asteke çalakiyan a ku van hemûyan têk bibe heye û got, "Li qada siyaseta demokratîk, li nava civakê, li kolanan nerazîbûn hene, lê belê divê armanc yekser hilweşandina rejîma faşîst be. Dema ku ev nebe nepêkane ku bi nerazîbûnan heq ji êrişên faşîzmê derkevin.

Divê ev yek jî bê destnîşankirin; civakê di hilbijartinên giştî, yên herêmî, yên referandûmê de helwesta xwe, nerazîbûna xwe nîşan da. Ya rast, di serî de gelê Kurd gelên Tirkiyeyê faşîzmê napejirînin. Civak faşîzmê qebûl nake, ji ber ku faşîzm dijminê gelan, civakê û mirovahiyê ye. Tiştekî ku faşîzm bide mirovahiyê nîne.

Pêwîstî bi çalakî û rêxistiniyeke welê heye ku gefa li ser hebûna civakê ji holê bê rakirin. Divê ev yek bê hûnandin, bê birêxistinkirin û pêkanîn. Di vir de jî rola sereke dikeve ser milê pêşengan. Yên ku li qada siyaseta demokratîk dixebitin, her wiha ciwan û jin divê bi erka pêşengiyê rabin. Di dawiya dawî de helwesta gelan di vir de diyarker e.

Faşîzm hîn bi rengekî eşkere xuya dibe. Hîn bêhtir eşkere bûye ku AKP-MHP ji bilî qirkirina Kurdan wê tiştekî din neke û qirkirina Kurdan weke armanceke stratejî daniye pêşiya xwe.

Di serî de ciwan, divê hêzên pêşeng hîn bêhtir bikevin nava liv û tevgerê û çalakiyan bikin. Berxwedaneke bi vî rengî heye, dibe, lê belê divê bêhtir belav bibe. Bi bandor e, encamê werdigire. Zorê dide faşîzma AKP-MHP'ê û wê dawî lê bîne. Ciwan divê rola xwe ya bi vî rengî bi cih bîne. Mînak; însiyatîfa Zarokên Agir çalakiyan dike. Ev gelekî girîng û watedar e. Divê hîn bêhtir bibe, li her cihî belav bibe. Ciwanên li Tirkiye û Bakur jî divê her kes bibe zarokên agir, li her derê agir û berxwedanê geş bikin. Li dijî faşîzmê helwesta herî rewa, berxwedan e. Bêyî berxwedanê sîstem destûrê nade ku mirovekî bi tenê derkeve derve, nahêle du kes li hev kom bibe û xwepêşandaneke demokratîk bike. Li dewleteke polîs bêyî helwesteke berxwedanê nepêkane ku xwepêşandanek bê kirin, nepêkane ku encamek bê wergirtin. Lewma divê berxwedan bê xurtkirin."