‘Di xebatên kongreya netewî de ya girîng siberoja Kurdistanê ye’

Hevserokê DTK’ê Bedran Ozturk, têkildarî Kongreya Yekîtiya Niştimanî ya Kurd axivî û got: “Di vê xebatê de girîngiya partiyan nîne. Girîngiya siberoja gelê me û Kurdistanê heye.”

Polîtîkayên dagirkirinê yên dewleta Tirk a li 3 parçeyên Kurdistanê bê navber dewam dike. Li xakên ku dagir kirî tenê bi leşkerî hebûna xwe naparêze heman demê di warê çandî, aborî û civakî de bi domdarî dagir dike. Di vê demê de ku her diçe êrîşên dagirkeriyê yên li ser Kurd û Kurdbûnê zêde dibe, xebatên ji bo Yekîtiya Netewî jî didomin. 19’ê Gulana 2020’ê li Bakur û Rojhilatê sûriyeyê bi hatina 25 partiyên siyasî yên Kurd piştî civîna li Qamişlo hate kirin û şûnde xebatên ji bo yekîtiya netewî derbasî astekî nû bû.

Piştî civînê jibo xebatên yekîtiya netewî ya li herêmê destek bikin û bi şopînin partiyek nû ya bi navê ‘Partiyên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê’ hate avakirin. Li Bakurê Kurdistanê jî pêşengtiya yekîtiya netewî Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) dike. Xebatên yekîtiya netewî ya li Bakurê Kurdistanê hê negihaye astekî li ser vê mijarê Hevserokê KCD’ê Bedran Ozturk ji ANF’ê re nirxand. Ozturk bal kişand ku bi taybet di vê qonaxa têre derbas dibin divê demildest yekîtiya netewî pêk bê.

‘ÊRÎŞÎ ZIMANÊ KURDÎ DIKE’

Ozturk anî ziman ku ne divê Rojava, divê li Kurdistanê yekîtiya netewî ji  bo hemû partî û tevgerên siyasî yên Kurd bê sepandin, diyar kir ku ji bo di pêvajoya pêşiya me de bi pêş ve biçin, wê lez bidin xebatên xwe. Ozturk da xuyakirin ku êrîş ne tenê herêmî ne û ji ber ku li ser Kurdên çar parçeyên Kurdistanê ye, bal kişand ku divê yekîtiya netewî li tevahî Kurdistanê bê pêşxistin.

Hevserokê KCD’ê Bedran Ozturk diyar kir ku yekîtiya netewî ne hatina ba hev a siyaseta ji heman dîtin û nirxandinê ye û wiha pêde çû: “Em siyaseta ku di nava xebatên yekîtiya netewî de cih digirin, dibe em ne xwedî heman îdeolojiyê bin, hatina me ya ba hev çand, ziman û dîroka me ye. Berî çend rojan li Enqerê ciwanê Kurd ê guh da stranên Kurdî bi hovan e hate qetilkirin. Îro li ser erdnîgariya Rojhilata Navîn li kû dibe bila bibe Kurdek bêje; ‘Ez Kurd im’ xwedî li nasname, çand, dîrok û zimanê xwe derdikeve êrîşî li ser tê kirin.”

‘BERPIRSYARIYA XEBATÊN KONGREYÊ LI STÛYÊ KCD’Ê YE’

Bedran Ozturk bibîr xist ku xebatên yekîtiya netewî ya li Bakurê Kurdistanê tên birêvebirin li ser KCD’ê ye û got: “Ev xebat ji sala 2007’an a avakirina kongreya xwe û vir ve dewam dike. Îro eger ku hê di vê mijarê de encamekî zelal nehatiye girtin, berpirsyariya vê li ser milê me ye. Ji ber ku xebatên kongreya netewî bi temamî di bin însyatîfa kongreya me de tê birêvebirin.

Eger hesab xwestinek hebe yan jî rexneyek hebe yekane muxatabê vê kongreya me ye. HDP û DBP tenê dikarin destekê pêşkêş bikin. Ji ber ku tenê ew yekbûyên me ne. Eger di vê mijarê de tevlîheviyek hebe jî ew jî kêmaniya me ye.”

‘DIVÊ MIJAR KURD Û KURDBÛN BE’

Ozturk bal kişand ku di nava Kurdan de bi taybet 5 salên dawî zanabûna yekîtiya netewî pir pêş ketiye û wiha pêde çû: “Di nava 5 salên dawî de li Başûrê Kurdistanê pêvajoya referandûma serxwebûnê pêk hat, Efrîn hate dagirkirin û dagirkirina Rojava destpê kir. Hemû Kurdan ji van bûyeran fam kir ku; mijar ne partiyeke, mijar nirxên Kurd û Kurdistanê ne. Nimûne qeyûmên ku şaredarî li vir dagirkirin, karê wan ê yekem êrîşî zimanê Kurdî kirin.

Kurd vê dibînin û gihan wê yekê ku mijara esasî Kurdbûn e. Îro dibe di demekî kin de em kongreya netewî pêk neînin, lê divê em di hinek nuqteyan de li hev bikin; Kurd divê ji bo berjewendiyên xwe gav bavêjin. Dema li ser Kurd û Kurdistanê êrîşek pêk hat, weke yek beden li dijî rabin. Ji xwe dema di nava Kurdan de helwestek yekan e hate raberkirin, ne Emerîka, ne Rûsya û ne jî Îran wê nikare rehet hespê xwe bibezîne.”

‘GEL FERMANÊ DIDE ME’

Herî dawî Ozturk anî ziman ku gelê Kurd li 4 parçeyên Kurdistanê ketine zanbûna yekîtiya netewî û wiha nirxand: “ Gelê Kurd ji xwe di vê mijarê de fermanê dide. Dema li Rojava êrîşên dagirkeriyê pêk hatin, li Başûrê Kurdistanê gel maka û berhemên Tirkiye boykot kir. An em ê li gorî vê fermanê tev bigerin a n jî gel wê ceza li me bibire. Gelê me bi salan e fedekariyê dike, li beramberî vê li bendê ne ku çêkerek hebûna wan biparêz ne. Ji bo bicihanîn û ne bicihanîna daxwaza gel berpirsê herî mezin em in.

Di astekî wiha de hişmendiya gelê me ya ji bo yekîtiya netewî derketibe, em ê çawa ji bo vê bibin bersiv? Divê êdî em daxwazên gelê xwe li ber çav bigirin. Ne berjewnediyên partiyan.”