‘Di şexsê Rêbertî de vîna tevahî gelê Kurd tê tecrîdkirin’

Neşat Kara û Sultan Yildiztan diyar kirin ku di şexsê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de vîna tevahî gelê Kurd tê tecrîdkirin û bal kişandin ser polîtîkayên êşkencê û binpêkirinên maf yên li dijî girtiyên siyasî yên Kurd.

Hevserokê Dîwana Meclîsa Gel a Demokratîk a Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî Neşat Kara û Hevberdevka Saziya Malbatên Şehîdan a Wargeha Penaberan Mexmûr Sultan Yildiztan di derbarê tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de axivîn û bal kişandin ser polîtîkayên li dijî girtiyên siyasî yên di demên dawî de û wiha gotin, “Di şexsê Rêbertî de vîna tevahî gelê Kurd tê tecrîdkirin. Ji ber vê yekê divê em xwedî li Rêbertiya xwe û zarokên xwe yên girtî derbikevin û ev helwesta me wê bibe sedema têkçûna dewleta Tirk.”

‘TENÊ RÊBER APO XWEDÎ ALTERNATÎF, HÊZ Û MODELA ÇARESERIYÊ YE’

Hevserokê Dîwana Meclîsa Gel a Demokratîk a Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) Neşat Kara ragihand ku dewleta Tirk a faşîst polîtîkayên înkar û îmhayê ev sed sal in li ser Kurdistanê dide meşandin û wiha got: “Ji bo ku bikarin vê polîtîkaya xwe bi encam bikin, herî zêde êrîşê berxwedana ku Rêber Apo jê re rêbertiyê dike, dikin. Li ser şerê cîhanê yê di asta netewî de her kes nirxandin dike. Lê yê ku di rastiyê de xwedî alternatîf, hêz û modela çareseriyê, tenê Rêber Apo ye. Ji bo vê polîtaya xwe bidin meşandin, dixwazin hemû alternatîfên heyî asteng bikin. Wekî ku Rêber Apo gelek car gotiye, ‘Ji bo bikarin polîtîka û projeyên xwe yên li ser Rojhilata Navîn û Kurdistanê, bidin pêk anîn herî zêde Kurdê azadîxwaz weke asteng dibînin û êrîş dikin’.”

‘PERGALA NETEWA DEMOKRATÎK WÊ ARMANCA DAGIRKERAN VALA DERBIXE’

Neşat Kara diyar kir ku desthilatdarî bi tecrîd û pêk anînên derevî hiqûqî armanc dike polîtîkayên xwe yên qirêj pêk bîne û wiha axivî: “Ji ber vê yekê li beramber vê tecrîd û bêmafiyê, yekane rêya çareseriyê ku mirov bikare vê tecrîdê vala derbixe, ew e ku mirov bikare paradîgmaya Rêber Apo ya pergala netewa demokratîk hîn baştir pêk bîne. Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo gelek çalakiyên weke greva birçîbûnê, komkirina îmzeyan, meş û mîting û çalakiyên cuda hatin lidar xistin. Divê em wek gelê Kurd û bi taybet wek Wargeha Şehîd Rustem Cûdî, bikarin van çalakiyan ji bo mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, hîn baştir bidin meşandin. Ji ber ku azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û avakirina sîstema netewa demokratîk a ku li ser esasê paradîgmaya Rêber Apo, yekane rêya vala derxistina tecrîdê ye. Jiyanî kirina pergala netewa demokratîk a ku Rêber Apo dixwaze di nava gelan de bide avakirin, wê armanca dagirkeran vala derbixe.”

ÎDIAYÊN BÊBINGEH

Roj bi roj cenazeyên girtiyên nexweş ên ku ji ber li dijî bêmafî û nehûqûqiyê dewleta faşîst derketine hatine girtin, ji girtîgehên Tirkiyeyê derdikevin. Dewleta dagirker bi hincetên bêbingeh dixwaze hovîtiya xwe ya qetilkirina girtiyan binixûmîne. Her wiha girtiyên ku dema berdana wan hatî jî, nayên berdan û ji bo dermankirinê jî destûr nayê dayîn. Mînaka vê yekê jî di şexsê Aysel Tûglûk a nexweşa Demansê de tê pêkanîn. Girtiyê nexweş Îbrahîm Yildirim ê ku li girtîgeha Xarpêtê dihat ragirtin, 10 roj mabûn ji berdana wî re hat qetilkirin. Lê Rêveberiya Girtîgeha Xarpêtê hincet nîşan da ku Yildirim ji ber krîza dil jiyana xwe ji dest daye. Her wiha piştî du rojan Rêveberiya Girtîgeha Tîpa L a Gîresûn Espiye, bi telefonê li malbata Endamê Berê yê Meclîsa Partiyê ya Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) Mehmet Candemîr (60) geriya û bi heman hincetê îdia kir ku Candemîr jî ji ber krîza dil jiyana xwe ji dest daye. Birayê Candemîr Ahmet Candemîr gotibû ku beriya çend rojan bi telefonê bi birayê xwe re axivî bû û birayî wî jê re gotibû ku rewşa wî baş e. Girtiyên ku di şexsê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan berxwedanek bêhempa nîşa didin, îradeya xwe nadin dest. Tevî nexweşiyên wan ên heyî û êşkenceyan, li hemberî polîtîkayên qirêj ên dewleta Tirk çalakiyên greva birçîbûnê û rojiya mirinê dikin.

‘EM BAŞ DIZANIN KU LI GIRTÎGEHAN ÇAWA NÊZÎ GIRTIYAN DIBIN’

Hevberdevka Saziya Malbatên Şehîdan a Wargeha Penaberan Mexmûr Sultan Yildiztan qala tecrîda li Îmraliyê û bêmafî û êşkenceyên ku li girtîgehan li ser girtiyên nexweş tên pêk anîn kir û wiha got: “Bi tecrîda girankirî ya li ser Rêber Apo dixwazin me bêdeng bikin. Ew ê nekaribin me bêdeng bikin. Deng û têkoşîna me wê bibe sedem ku faşîzma Erdogan têk biçe. Di roja îro de bi rojan ji girtîgehan cenazeyên girtiyan derdikevin û dibêjin ku wan bi xwe, xwe kuştine. Lê ev ne rast e, em dijminê xwe yê hov nas dikin û baş dizanin ku li girtîgehan çawa nêzî girtiyan dibin. Divê gelê Kurd hişyar bibin û dengê xwe hîn zêdetir bilind bikin. Rêbertî fikir, mejî û hebûna me ye. Di şexsê Rêbertî de tevahî vîna gelê Kurd tê tecrîdkirin. Ji ber vê yekê divê em xwedî li Rêbertiya xwe û zarokên xwe yên girtî derbikevin û ev helwesta me wê bibe sedema têkçûna dewleta Tirk.”

ŞERÊ PERGALA DEMOKRATÎK Û PERGELA QIRKER A DEWLETÊ

Sultan Yildiztan anî ziman ku sedema ku dewleta faşîst di demek wiha de tecrîdê giran dike û binpêkirinên mafan pêk tîne, têkçûna wê ya li hemberî gerîlaye û wiha dewam kir, “ Dewleta faşîst û dagirker bi hevkariya PDK’ê di 17’ê Nîsana 2022’an li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê êrîş dane destpêkirin. Artêşa dagirker ku li hemberî berxwedana gerîla têk çûye, dixwaze tola wê bi êrîşkirina sivîl û pêkanîna bêhiqûqiyên li girtîgehan, hilîne. Şerê ku li Herêmên Parastina Medyayê tê kirin ne tenê şerê gerîla û şerê leşkerên Tirk ên dagirker e, şerê Pergala Netewa Demokratîk û şerê hişmendiya nijadperest û qirker a dewletê ye.”

‘GERÎLA Bİ PÊNÛSA Jİ XWÎNÊ, DÎROKEK NİVÎSANDİYE’

Sultan Yildiztan destnîşan kir ku êrîşên ji 17’ê Nîsanê 2022’an û vir ve li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê hatin destpêkirin bê encam mane û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Her tim dema ku dest bi operasyonekê dikin, dibêjin em ê di nava çend roj yan jî çend mehan de biqedînin. Lê rastî berxwedanek mezin tên ku hemû cîhan vê yekê dibîne. Xwedî li cenazeyên leşkerên xwe jî dernakevin. Şerê gerîla bû sedem ku hemû cîhan ruyê dewleta Tirk bibîne. Berxwedana li çiyayên Kurdistanê dewleta Tirk felç kiriye. Li hemberî berxwedana gerîla her cûre teknîkê bikartînin qala operasyona pençe kîlît dikirin, lê ew bi xwe kîlît mane. Dema ku berê digotin suwar hatin peya çûn, dewleta Tirk heman rewşê li Zap, Metîna û Avaşînê dijî. Nikare paş de biçe û her roj li pêş çavê hemû cîhanê û çapemeniyê windahiyan dide. Gerîla bi pênûsa ji xwînê, dîrokek nivîsandiye û gerîla bi berxwedana xwe nîşan da ku, ya terorîst dewleta faşîst e. Eger îro li Rojava, Şengal û Mexmûrê dide, ew nîşaneya şikestina wî ye.”